Jinên Rojava piştgiriya HDP'ê dike
12:57
Şînda Abdullah /JINHA
DIRBÊSIYÊ- Endamên Yekîtiya Star û jinên bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cezîrê ji bo hilbijartina 7'ê hezîranê piştgiriya xwe ya ligel HDP'ê anîn ziman û gotin: "Serkeftina HDP'ê wê bibe serkeftina hemû pêkhateyên Tirkiyê û ji bo ku azadî, wekhevî û demokrasî di nava gelan de pêk were pêwîste herkes piştgirî bide HDP'ê û xwedî li dengê xwe derên."
Endama Yekîtiya Star Bedia Erebo piştgiriya xwe ya li gel HDP'ê anî ziman û got: "Em wek jinên Rojavaya Kurdistanê piştgiriya xwe didin gelê Tirkiyê û bakûrê Kurdistanê. Ji bo serkeftina HDP'ê pêwîste hemû gel roja 7'ê hezîranê dengê xwe bide HDP'ê. Ji bo demokrasî û aşîtiyê gelek bedel hatin dayîn. Li Rojavayê Kurdistanê berxwedanek bêhempa hat raberkirin û bi serket, li Tirkiyê jî bi hilbijartinê 7'ê hezîranê re dê gel bighê serkeftina xwe."
Endama Yekîtiya Star Şemse Keleş got: "Em wek Endamên Yekîtiya Star piştgiriya xwe didin HDP'ê. Şoreş û berxwedaniya Rojava jî piştgiriyeke ji bo HDP'ê. Dem dema xwedî derketina li Rêber Apo û xwîna şehîdane. Bi salên dirêje li bakurê Kurdistan û Tirkiyê têkoşîna azadî û demokrasiyê tê dayîn, pêwîste ev ked û têkoşîn bi hilbijartina 7'ê hezîranê re bi encam bibe."
Her wiha endama Yekîtiya Star Cîhan Elî jî wiha got: "Em piştgiriya xwe ya li gel HDP'ê tînin ziman, ji bo demokrasî û azadiya jin û civak pêwîste li her deverê Tirkiyê her kes xwedî li dengê xwe derbikeve."
Jina bi navê Firyal Dêrikî jî wiha got: "Em ji tevahî gelê Tirkiyê daxweza xwedî derketina HDP'ê dikin û di 7'ê hezîranê de dengê xwe bidin partiya gela HDP'ê."
(rc)