Fîgen Yuksekdag: Faîl kiye gel baş dizane
14:53
JINHA
WAN - Piştî êrîşa bombayiya li Amedê di mitînga Wanê ya bi sed hezran welatî kombû de Hevseroka HDP'ê Fîgen Yuksekdag diyar kir ku li hember êrîşan dê gel persiva pêwîst di roja hilbijartinê de bidin û got: "Gelê me dê bersiva herî baş di 7’ê hezîranê de bide. Ez bang li gelê Tirkiyeyê dikim ku guh bidin wijdana xwe û li gorî wê dengên xwe bikar bînin. Yên ku wijdan windakirine, gel wê tu tiştekê nede wana. Êdî gelê me ronahiyê dibîne û dê ev roj ji bo gelê me der bikeve û dê ampulê wan bi teqin. Roja nû li we û gelê Tirkiyeyê pîroz be.”
Partiya Demokratîka Gelan (HDP) ê li Wanê bi tevlêbûna sed hezaran mîtînga fînalê pêk anî. Bi sed hezaran kesên beşdarî mîtîngê bûn êrîşa bombeyî ku bû sedema komkujiyê şermezar kir. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag, gelê Wanê silav kir û êrîşa li Amedê pêk hat şermezar kir. Fîgen, diyar kir ku duh li Amedê aştî bomberan kirin û wiha got: “Îro li Wanê aştî li ser piyan e. Lê binêrin îro li Wanê aştî û banga mirovahiyê li ser piyan e. Gelê me tu carî li hemberî komkujî, girtin, binçavkirin û êrîşan serên xwe ne tewan. Dê gelê kurd ders bide wan yên nesîbê xwe ji mirovahiyê negirtine. Yên ku qadên mîtîngê bombe kirin ditirsin. Ew ji ronahî û aştiyê ditirsin. Em ê di 7’ê hezîranê de bi ser bikevin û êrîşkar bin bikevin û got: "Mîtînga Amedê kirin gola xwînê. Gelê ku ji bo birindar û êrîş zêde nebin canê xwe kirin sîper em ji Wanê wan silav dikin.”
Êrîşa bobayî hat şermezar kirin
Hevseroka HDP'ê Fîgen Yuksekdag diyar kir ku gelê Amedê mirovahî nîşanî hemû cîhanê da û wiha axivî: "Êrîşkaran pêşeroja xwe bombekirin. Hemû cîhan jî dibîne ku tu bombe nikarin me têk bibe. Lê em ê wan têk bibin. Em ji bo kursiyan neketine rê. Em ji bo aştî û azadiyê ketine rê. Rêya me, rêya biratiya gelê Tirkiyeyê ye û em ê vê yekê pêk bînin. Rêya me, rêya demokrasiyê ye. Em ê teqez viya pêk bînin. Li hemberî partiya me bi dehan êrîş pêk hatin. Piştî ewqas êrîşên Erdogan nû duh radibe êrîşa li hemberî me şermezar dike, em bawer nakim. Çima heya niha xwe bêdeng dikir. Em mecbûrman ku ewlehiya hilbijartinê bigirin. Partiya me kirin hedef û rastî êrîşan hatin.”
'Li Amedê aştî boba kirin, aştî li Wanê sekna xwe nîşan da'
Fîgen anî ziman ku radibin li kiryara digrerin, hûn li çi digerin gel pir baş kiryaran nas dike û wiha pê de çû: “Şermê nakin hêj dibêjin em ê qezenc bikin. Dê hemû gelê Tirkiyeyê ligel heqiyê be. Gelê me dê bersiva herî baş di 7’ê hezîranê de bide. Ez bang li gelê Tirkiyeyê dikim ku guh bidin wijdana xwe û li gorî wê dengên xwe bikar bînin. Yên ku wijdan windakirine, gel wê tu tiştekê nede wana. Êdî gelê me ronahiyê dibîne û dê ev roj ji bo gelê me der bikeve û dê ampulê wan bi teqin. Roja nû li we û gelê Tirkiyeyê pîroz be.”
Fîgen destnîşan kir ku 7’ê hezîranê ji bo wan ne tenê hilbijartine, di heman demê de roja mirovahî û rûmetê ye û ev tişt anî ziman: “Em ê li her çar aliyên Tirkiyeyê mafê xwe biparêzin. Ew dizanin dawiya wan hatî ye. Di xwazin bi êrîşan emrê xwe dirêj bikin. Em bawer dikin ku dê 7’ê hezîranê gel qezec bike. Dê yên ku bi nefretê radibin winda bikin. Hikûmeta AKP’ê dixwaze artêşek ya tirsê ava bike. Lê em destûr nadin vê yekê. Em wî nakin serok. Divê em bibin nobedarên îradeya xwe. Em ê mîna sekna gelê Amedê wan têk bibin. Soza meya herî dawî dê ew be ku em wan di sindoqan de bi dawî bikin. Ez bang li gelê me dikim ku neyên provokasyonan. Divê gelê me hemû biçin ser sindoqan û dengê xwe bikar bînin.”
(zt)