Li Wan û Mûşê li hember namzet û hilbijêran êrîş: 2 birîndar

11:55

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajaroka Karaagaçli ya navçeya Haskoy ya Mûşê dema ku Namzet Burcu Çelik Ozkan û Ahmet Yildirim li gel parêzerê peyîwirdar li hember bi komî karanîna dengan nerazîbûn nîşandan rastî êrîşa cerdevanên bi çek û xizmên namzetên AKP'ê hatin. Li Bêgiriya Wanê jî endamên Meclisa AKP'ê Bariş Durmuş li gel Zeki Durmuş û Veli Durmuş êrîşî welatiyên HDP'ê kirin û du wesayît parçe kirin û du kes birîndar kirin.

Hilbijartina giştiyak parlementeran di saet 08.00'an de despêkir. Li Wanê 596 hezar û 809 dengdêr li 2hezar û 12 sindoqan dengê xwe bi kar tînin. Li Colemêrgê jî li 507 sindoqan 154 hezar û 705 dengdêr dengan bi kartînin. Li Bidlisê jî 188 hezar û 176 dengdêr li ser 804 sindoqan dê ji bo parlementeran deng bidin. Li Wan, Colemêrg û Bidlîsê di saetên serê sibê yên zu de welatî ji bo dengdanê ketine rêzê. Li gel tevlîbûna zêde girtina ewlehiyê jî balê dikişîne. Bi tayîbetî jî li Wan û Mûşê êrîşkirin.

MÛŞ

Li bajaroka Sungu ya Haskoyê namzetê AKP’ê Abdulselam Er bi cerdevanan ve hate dibistana Hurriyetê û hate hînbûn ku cerdevan bi komî deng bi kar tînin, rojnameger û parêzeran nahêlin dibistanan. Li navçeya ku welatiyên ereb zêde ne tu maduxale nehat kirin, parêzer û rojnamegerên ku xwestin dîmem bikişînin jî hatin astengkirin. Li bajaroka Karaagaçli ya navçeya Haskoy ya Mûşê dema ku Namzet Burcu Çelik Ozkan û Ahmet Yildirim li gel parêzerê peyîwirdar li hember bi komî karanîna dengan nerazîbûn nîşandan rastî êrîşa cerdevanên bi çek û xizmên namzetên AKP'ê hatin. HDP yî û dengdêr rastî bêmafiyan devokî û fîzîkî tên.

WAN

Li Wanê jî hem hilbijêr hem jî peywirdan çûn dibistanan û hate hînbûn kul i gelek dibistanan ligel ku neqanûnî ye jî muşahîd û gel ji baxçeyê dibistanê derxistin. Li Bêgiriya Wanê jî endamên Meclisa AKP'ê Bariş Durmuş li gel Zeki Durmuş û Veli Durmuş êrîşî welatiyên HDP'ê kirin û du wesayît parçe kirin û du kes birîndar kirin. Di wê demê de di nava wesayîtê de zarokek hebû bi şans xilasbû. Di êrîşan de du welatiyên bi navê Sînan Çelik û Orhan Çelik birîdar bûn û rakirin nexweş xanê. HDP yî jî ber bi gund ve ketin rê.


(zt)