Hevşaredarên Amedê dengên xwe bi karanîn
13:59
JINHA
AMDED - Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli çûn ser sindoqan û dengê xwe bikar anîn û gotin: "Vîna xwe xebitandin û ji bo pêşeroja xwe bûyîna xwediyê mafê gotinê mafê hemû welatiyane. Divê hemû welatiyên me vî mafê xwe bixebitînin.
Gultan Kişanak danê sibehê li 1'emîn Dibistana Navîn a Mezopotamyayê ya Taybet a li navçeya Peyasê li ser sindoqa bi hejmara 2164'an dengê xwe bikar anî. Gultan piştî dengdayînê daxuyaniyeke kurt da û got, "Bang li her kesî dikim ku bên ser sindoqê û dengê xwe bikar bînin." Gultan xwest ev roj bibe wesîleya aştî û demokrasiyê.
Hevşaredar Firat Anli jî dengê xwe bi hevsera xwe Ozlem Anli û zarokên xwe Peyman û Payîz li Lîseya Gaffar Okan Anadolû ya Yenîşehîrê bikar anî. Firat di axaftina xwe ya li vê de ragihand ku demokrasî bi tercîha gel bi pêş ve diçe û got, "Em bi hêvî ne ku ji sindoqê azadî, wekhevî û aştî derkeve."