Selma Irmak dengê xwe bi kara anî
15:01
JINHA
COLEMÊRG - Hevseroka KC'ê û Namzeta HDP'ê ya Colemêrgê Selma Irmak dengê xwe bi kar anî. Selma diyar kir ku dê di hilbijartinê de aştî û azadî bi serkeve û got: "Dê jiyana nû bi serbikeve."
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û di heman demê de Namzeta HDP’ê ya Colemêrgê Selma Irmak dengê xwe li dibistna TOBB ya ku li taxa Bîçerê ye di sindoqa bi numroya de dengê xwe bi kar anî. Hevşaredarê Colemêrgê Nurullah Çîftçî, hevserokên DBP û HDP’ê û endamên saziyên sivîl ên civakî jî li cem Selma hatin. Selma a ku rastî eleqeya hemwelatiyên dengê xwe hat piştî deng dayînê axivî û diyar kir ku dê divê hilbijartinê de aştî û “Jiyana nû” serbikeve û wiha got: “Bombeyên ku di Amed’ê de teqiyan dê di sindoqan de jî bandora xwe nîşan bide.”
Selma bal kişand ser dek dolabên di hilbijartinan pêk tên û wiha pê de çû: “Vê carê pisîkên dikevin trafoyan û diz dê bi ser nekevin.”
(zt)