97 jin ketin meclisê rêje ji sedî 20 e
09:25
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Di hilbijartina berê de 79 parlementerên jin ketin meclisê, di hilbijartina duh de ev rêje heya 97'ê bilind bû. Di meclisa 550 palementer têde heyî de rêjeya parlementerên jin ji sedî 20 e. Ji HDP'ê 32, AKP 41, CHP 20 û MHP'ê 4 jin ketin meclisê.
Di hilbijartinê de serkeftina herî mezin jinan bi destxist. HDP ya ku bi nûneriya xwe ya wekhev ketî nava siyaseta Tirkiyê bi hewayê xwe yê ketina meclisê rêjeya jinan di meclisê de kir ji sedî 20. Di hilbijartinên sala 2011'an de AKP 46, CHP 19, MHP 3 û BDP'ê weke alîkar bê alî 11 parlementerên jin şandin meclisê. Di nava AKP'ê de ketinek din ya kêmbûna rêjeya parlementerên jin hat jiyîn. Ji AKP'ê tenê 41 parlementerên jin karîn biçin meclisê. Partiya ku têde herî zêde hijmara jinan zêde HDP ye. HDP ya ku bend derbaskir hijmara parlementerên jin 32 bilind kir. CHP û MHP jî her yek parlementerek jin zêde dişînin meclisê. Di nava CHP de 20 û MHP'ê de jî 4 jin karîn bên hilbijarin.
Di nava AKP'ê de 40 jin diçin meclisê. AKP'ê di lîsta xwe de 99 jin nîşan dabû. Ji nava wan 40 jin hatin hilbijartin. Ji hilbijêran 19 sergirîtne. Ji nava navên nû yên di nava AKP'ê de cîh girtin xwişa Merve Kavakçi ya ku di hilbijartinên sala 1999'an de ji Partiya Fazîletê ketî hilbijartinê û di bûyerên jinên sergirtî ketina TBMM yê derxiswtî Ravza Kavakçi li gel ya ji bo sergirtinê li AÎHM'ê doz vekirî Leyla Şahîn nin.
Jinên CHP'ê: Di lîsta namzetên CHP'ê de li 16 deveran jinan di rêza despêkê de cîh girtin. CHP'ê bi giştî 104 jin namzet nîşandan. Cîgira Serokê Gişti yê CHP'ê Şafak Pavey jî vê pêvajoyê di TBMM yê deye. Namzeta ermenî Selina Dogan, di Herêma 2'emîn ya Stenbolê de derket. Li Îzmîrê cîgira serokê giştî aborîvan Selin Sayek Boke, li Sêwasê keça şaîrê di qirtikirinê de hat qetilkirin Metin Altinok Zeynep Altinok, li Edeneyê Elif Dogan Turkmen, li Afyonkarahisar ê Burcu Kayikçi, li Enqer ê Şenal Sarihan, li Denizliyê Melike Basmanci, li Eskişehirê Gaye Usluer navên ku nû ketin TBMM yê ne.
HDP şoreşa jinan lidarxist. HDP'ê bi rêgeza nûneriya wekhev 48 jin nîşanda bi derbaskirina bendê re 32 parlementerên jin rêkir meclisê. Li gel encamên ne fermî ji feministan, sergirtiyan, sosyalistan û kesimên cuda dê jin li meclisê sozê bidin.
Li gor encamên ne fermî li gel Hevseroka Giştiya HDP'ê Figen Yuksekdag hijmara jinên parlementer wihane: "Meral Danış Beştaş, Leyla Zana, Dirayet Taşdemir, Mizgin Irgat, Asiye Kolçak, Nursel Aydoğan, Feleknas Uca, Çağlar Demirel, Sibel Yiğitalp, Seher Akçınar Bayar, Selma Irmak, Çilem Öz, Pervin Buldan, Beyza Üstün, Filiz Kerestecioğlu, Hüda Kaya, Şafak Özanlı, Gülser Yıldırım, Enise Güneyli, Burcu Çelik, Hatice Seviptekin, Edibe Şahin, Dilek Öcalan, Leyla Güven, Yurdusev Özsökmenler, Tuğba Hazer, Saadet Becerikli, Ayşe Acar Başaran, Leyla Birlik, Aycan İrmez. Kıznaz Türkeli."
(zt)