Me gotibû jin hene...

09:42

Eylem Daş/JINHA

STENBOL - HDP bi 32 parlementerên jin dikeve meclisê. Parlementera Herêma 2'emîn ya Stenbolê Filiz Kerestecioglu diyar kir ku ew bi kelecanek mezin diçe meclisê. Filiz da zanîn ku ew weke jinek feminist di mijara bi pirsgirêkên jinan re mijul bûyîn û ji bo çareseriyê di nava hewildanan bûyînê de bi hêvîne.

HDP ya ku bend derbas kir 32 parlementerên jin dişîne meclisê bi vê jî dide nîşandan ku partiya jinane. Jinên ji herêmên cuda dikevin meclisê, di meclisê de bilindkirina tekoşîna jinan hemû jinan dixe nava kelecanê. Yek ji parlementerên jin yên ku têkeve meclisê Parlementera Herêma 2'emîn ya Stenbolê Filiz Kerestecioglu ye. Filiz ya ku bi nasnama xwe ya feminist û parêzvana mafê mirovan tê zanîn destnîşan kir ku ji ber dê weke jinên ji kevneşopiyên tekoşîna jinan hatî biçin meclisê û bi pirsgirêkên jinan ve mijul bibin gelek bi hêvî û şanaze.

'Jinan ser sindoqê bersiva deshilatiya wan tine dihesibîne dan'

Perwerdêra Beşa Civaknasiyê ya Zanîngeha Bogaziçi yê Prof. Dr. Nukhet Sirman anî ziman ku di dema hilbijartinê de Filiz Kerestecioglu di çarçova xebatên hilbijartinê de di bezî her derê û kedek mezin daye. Nukhet bilêv kir ku Filiz nivîskara sitirana "Jin hene" ye û li ser sindoqan bersiva jinan dayî deshilatiyê jî tam li gorî gotinên wê sitiranê ye. Nukhet derbirî ku jinan ser sindoqan bersivek baş dan partiyên siyasî û tayîbetî jî partiya deshilat û wiha domand: "Jinan gotin, 'tu li ber çavan bêmafiyê nikarê li jinan bikê, tu nikarê bi gotinên ji derveyî edebê banî jinan bikê, jin hene û welatiyên hevbeş yên vî welatîne."

'Dê pirsgirêkên jinan ji aliyê muhatabên wan yên rastîn ve bên guhdarkirin'

Nukhet gotinên Hevserokê Giştiyê HDP'ê Selahattin Demirtaş bi bîrxist û wiha got: "Dê cara yekem civaka Tirkiyê bi civaka tê perçiqandin bê nasîn. Pirsgirêkên jinan ji baliyê jinên xwediyê kevneşopiya tekoşîna jinan ve hatina dest girtin û bi destê heman jinan çareseriya wan ji aliyê hamû jinan ve xwediyê wateyek giringe."

'Parlementerên HDP'ê yên xwediyê dengên cuda'

Endama Kolektîfa Sosyalîst û Feministan (SFK) yê Filiz Karakuş jî diyar kir ku wan hilbijartinek zor derbaskirin û di serî de Serokomar Recep Tayyip Erdogan zimanê hemû deshilatiyê gelek tinde. Filiz da zanîn ku di vê pêvajoyê de dê bi HDP'ê û tayîbetî jî bi parlementerên jin û talebên wan bibin dengên cuda û wiha berdewam kir: "Niha di nava TBMM yê de nûneriya jinan ji sedî 18 ye. Di nava HDP'ê de nûneriya jinan ji sedî 40 e. Parlementerên jinên nava HDP'ê de bi nûneriya xwe ya kesîmên cuda dixebitin. Deshilatiya mêran pol, nijad û partiyan nas nake. Li vêderê ferqa HDP'ê bi diferqêdebûna vê hişmendiyê bi bername û siyasetek nû dê taleb bikin."

'Di meclisê de hebûna Filiz ez gelek giring dibînim'

Endama Mor Çatiyê Selma Toyuay jî got: "Di serî de partêzera feministan Filiz Kerestcioglu çuna meclisê ji bo me şanaziyek mezine. Em rêhevala xwe ya rê ya ku bi salan jinan ji şideta mêran parastinê Filiz pîroz dikin."

(zt)