Çaglar Demîrel: Emê Meclîsê bi rengê mor boyax bikin

10:31

Şeyma Gûzel /JINHA

AMED - Parlementera HDP'ê ya Amedê Çaglar Demîrel diyar kir ku, di encama têkoşîna jina Kurd ya 40 sale ku îro HDP'ê bi nûnertiya hevpar ket hilbijartinê, bi serket û çû meclîsê. Çaglar wiha got: "Bila soza me ji hemû jinên berxwedanvan be, emê Meclîsê bi rengê mor boyax bikin."

HDP'ê astengiya bendê derbas kir û bi 80'î parlementerên xwe ve ket Meclîsê, lê yê ku mohra xwe li Meclîsê dan jin bûn. Jin vê serkeftinê wek despêkirina mîladek nû dinirxînin, parlementerên jin jî diyar kirin ku ev serkeftin ya hemû jinên cîhanê ye û vê serkeftinê diyarî hemû jinên berxwedanvan ên cîhanê kirin. Parlementera HDP'ê ya Amedê Çaglar Demîrel bi salaye di nava siyaseta Kurd de bi aktîfî tevlî dibe, di derbarê nûnertiya jin a di nava polîtîkaya meclîsê de agahî da. Çaglar got: "Êdî di meclîsê de hêjmara me zêde bû. Li hember polîtîkayên ku li ser jinan tê meşandin, emê wek partî têkoşîna vê yekê bidin."

'Tevgera jin bi serket'

Çaglar da zanîn ku bi salane îqtîdar li ser jin tundî, êrîş û binçav kirin dide meşandin, bi girtinan dixweze pêşiya berxwedanan bigrin û wiha got: "Jinên ku li hember van êrîşên ku pêkhatî li berxwedan û niha jî bi hêjmarek mezin bi rengê xwe tevlî meclîsê dibin. Tevgera jin li her qadê jiyanê û di siyasetê de jî wek rêgez wekhevî esas digre, bi têkoşînê re hevseroktî piştre jî bi hilbijartina dawî re nûnertiya hevpar hat qezenç kirin. Serkeftina tevgera jin ya herî mezin ji hêza rêxistinbûna wê bingeh digre. Têkoşîna jin ne tenê bi kurdistanê ve sînor ma piştî ku xwe veguherand hêzê, jinên li Tirkiyê jî bi xwe re rêxistin kir. Ji ber vê em li Rojhilata Navîn bûn hêvî."


'Jin bi vê serkeftinê re dê pêvajoya mûzekerê aktîf bike'

Çaglar destnîşan kir ku ewê weke parlementera tevgera jin cihê xwe di Meclîsê de bigre û wiha domkir: "Ev pêvajo encama têkoşîna gelê Tirkiyê û Kurdistanê ye. Em dikarin bêjin bi vê serkeftinê re temînata aşîti jî pêkhat. Em di pêvajoya mûzakere dene, ev serkeftin diyar dike ku jin di nava pêvajoya mûzakerê de aktîfe." Çaglar da zanîn ku di pêvaoya hilbijartinê de ya herî zêde jin xwedî li hilbijartinê derket û ji bo hemû jinên ku bûne hîmê bingehîn spas kir.

'Soza meye, ji bo aşîtiyê têkoşîn dê bidome'

Çaglar êrîşa bombeyî a ku di 5'ê Hezîranê de, di mitînga HDP'ê ya Amedê de pêkhatî bi bîrxist û got: "Ji bo ku HDP'ê bendê derbas neke êrîşa AKP'ê ya herî dawî bû. Lê gel bi helwesta xwe wan êrîşan vala derxist. Şehîdên ku di têkoşînê de jiyana xwe ji destdane bi rêz bi bîrtînim. Soza me ji dayika Rihan, Ayten û Lîsa yêre, emê hesabê van bedelên ku hatine dayîn bidin. Ji roja mitîngê heya niha em bi birîndaran re ne, rûxmî ku birîndarin dibêjin 'emê çawan dengê xwe bikarbînin, em dixwezin dengê xwe bikarbînin'. Em li hember baweriya wan a mezin bi rêz bejna xwe ditawînin. Ji bo aşîtî bê emê xizmeta wan bikin."

Çaglar got "Emê bi polîtikaya jinan Meclîsê demokratîk bikin", û diyar kir ku pirsgirêka jin dijî di heman demê de pirsgirêka parlementoyê ye. Çaglar wiha pêde çû: "Wek tê zanîn em wek partiya jin ketin Meclîsê. Emê pirsgirêka jinan hemû nîqaş bikin û li gor wê emê polîtîka ya xwe diyar bikin. Emê di qada aborî, civakî, tendûristî û perwerdehî de bibin nûnerên jinan. Partiyek ku li hember bê mafiya ku li ser jin tê kirin bisekine êdî heye. Ev serkeftin li hemû jinan pîroz be."

(rc)