KJA: Dê rengê jinan têkeve meclisê
10:33
Beritan Canozer / JINHA
AMED - Aktîvîstên KJA yê serketina HDP ya ku nûneriya wekhev bingeh digire nirxandin û diyar kirin ku ev serkeftina tekoşîna 35 salane û ji niha û şunde berpirsiyariya wan zêdetir giran dibe.
Di hilbijartinên giştiyên 7'ê Hezîranê de serkeftina HDP'ê li Bakurê Kurdistanê û gelek bajarên Tirkiyê hat pîroz kirin. Endama KJA yê Nejla Koroglu serkeftinên HDP'ê nirxand û da zanîn ku şahiya HDP'ê rengîniya gelane ji ber wê jî hembûna wê di meclisê de gelek giringe û got: "Dema ku min serkeftina HDP'ê dît û bihîst ez gelek şanaz bûm, lê ji ber êrîşa di mitînga HDP'ê ya Amedê em melulin. Ji ber ku me tarzek yê jiyanê serxist. Ji ber wê jî ji bo azadiya me gelek giringe. Derbaskirina HDP'ê ya bendê ne tenê keda kurdane keda hemû gelane. Li cihê diktetoriyê biratiya gelan hatiye."
'Serketina ji sindoqan derketî berhema tekoşîna 35 salane'
Endama KJA yê Filiz Bulut Tekin destnîşan kir ku ev serkeftin ji bo hemû jinên herêmê giringe û wiha berdewam kir: "Di tevahî xebatên hilbijartinê de jinan kedek mezin kirine. Serketina ji sindoqan derketî berhemê keda 35 salane. Dê xebatên me yên ji niha û şunde jî dê berdewama vê xebatê be. Ji ber wê jî berpirsyariya parlementerên me yên jin hîn mezintire."
'Dê êdî rengê jinê beşdarî meclisê bibe'
Endama KJA yê Figen Aras jî anî ziman ku HDP'ê bend hilweşand û bû partiya Tirkiyê û wiha berdewam kir: "Me dît ku pêdiviyek çiqas bi partiyek wiha ya bûyîna partiya Tirkiyê heye. Di rastiyê de derket holê ku xwediyê projê Birêz Abdullah Ocalan çiqas mafdare. Bi hemû reng û cudahiyan ketina meclisê ya partiyek bi vî rengî ji bo siyaseta tirkiyê serkeftinek gelek mezine. Zêdebûna nûneriya jinan îdeolojiya HDP'ê ya şînbere. Dê parlementerên jin bi rengê xwe biçin meclisê û dê bi seknek şoreşgerî pirsgirêkên jinên li Tirkiyê û cîhanê bikin bingeha xebatên xwe ev ji bo me giringe."
'Ev hilbijartin ji bo jinan bi kelecanbû'
Rêvebera Serokatiya Dawîra Beşa Polîtîkaya Jinan ya Şaredariya Bajarê Mezin yê Amedê û Endama KJA yê Yuksel Aslan Acer jî anî ziman ku ev hilbijartin ji bo jinan gelek bi kelecan bû û wiha dom kir: "Ev ji bo jinan despêkekbû. Cara yekeme jin bi hijmarek wiha mezin dikevin meclisê. Ev ji bo hemû jinan mijarek şanaziyê ye. Armanca me nûneriya wekheve. Divê ji 550 kursiyên meclisê 275 ji bo jinan bê veqetandin. Armanca me di siyasetê de nûneriya wekheve. Niha 179 kursiyên meclisê deyînarên jinanin. Cardin jî bi hijmarek wiha mezin jin ketina meclisê mijarek şanaziyê ye. Pêvajoya li pêjiya me ji bo rol û misyona jinê gelek giringe. Ez ji niha de vê serketinê li me hemûyan pîroz dikim."
(zt)