Parlementera CHP'ê Zeynep Altıok: Emê filîmê aştiyê bi hev re bikişin

15:03

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Parlementera CHP'ê Zeynep Altiok gotinên Cîgirê Serokwezîr Yalçin Akdogan yên "HDP dê ji niha û pêde tenê filîmê aştiyê bikişin." renxne kir û got: "Emê filîmê aştiyê bi hev re bikêşin."

Keça Helbestvan Metin Altiok yê ku di qirkirina Madimak de jiyana xwe ji dest dayî Parlementera CHP'ê ya Îzmîrê Zeynep Altiok bertek nîşanî gotinên Cîgirê Serokwezîr Yalçin Akdogan yên "HDP dê ji niha û pêde tenê filîmê aştiyê bikişin." da.

Zeynep Altiok ser hesabê xwe yê twitter ê wiha agot: "Akdogan bi pêvajoyê HDP'ê tehdîd dike. Qet xeman nexwin di meclisa nû de yên aştiyê avabikin pirin. Emê filîmê aştiyê bi hev re bikişin. Ji bo ku barbar û yên di nava hevokên xwe de aştiyê qirêj dikin hîn bibin. Hat têgihiştin Birêz Akdogan."

(zt)