Fîgen Yuksekdag: Deriyê me ji talebên demokratik re vekiriye

12:46

JINHA

ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag têkildarî geşedanên rojevê diyar kir ku ji bo nirxandinên koalisyonê derê wan ji hemû partiyan re vekiriye û HDP li Tirkiyê ne partiya kirîzan veke ya kirîzan çareser bikiye.

Hevserokên Rêxistinên HDP'ê yên bajaran ji bo encamên hilbjartinê binirxînin li Navenda Bazirganiyê ya Cîhanê ya Enqere hatin cem hev. Berî civînê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag têkildarî geşedanên rojevê pirsgên rojnamevanan bersivandin. Fîgen balkişand ser daxuyaniya Erdogan a ku dê bi serokên 4 partiyên ketin meclîsê re hevdîtinê bike û got ku Erdogan encamekî erenî ji encamên hilbijartinê dernexistiye û wiha got: "Serokomar bi bangekî wisa dide nîşandan ku encamekî baş ji 7'ê hezîranê dernexistin e. Endamên hilbijartina 7'ê hezîranê daxwaza mîsyona hemû kesan e. Yê van hevdîtina bike serokomar nîn e." Fîgen têkildarî pirsên nîqaşên koalîsyonê jî got heya niha tu daxwazên fermî ji wan re nehatine û wiha axivî: "Heya niha ji tu partiyan daxwazekî fermî nehatiye. Me berê jî gotibû deriyê me ji hemû daxwazên demokratîk re vekiriye. Em her tim ji muzakereyan re vekirîne. Di hilbijartinên 7'ê hezîranê de serkeftinekî gel a mezin derket holê."

'Hilbijartinan xeta sor şewitand'

Fîgen da zanîn ku tabloya piştî hilbijartinê derketî holê gelek girîng e û li Tirkiyeyê ji sedî 60 ji siyaseta ez ezî û otorîter re got "na" û wiha pê de çû: "Ji siyaseteta piralî ya demokratîk re gotin erê. Pêwîste di vê pêvajoyê de tu kes nebêje xeta min a sor heye. Ev nêzîkahî tê wateye tu tişt ji hilbijartina 7'ê hezîranê dernexistin e. Me jî ji bo hikûmet bê avakirin heyete ava kir. Em di siyaseta Tirkiyeyê de nabin aliyê qrîzan pêk tînin em dê bibin aliyê qrîzan çareser bikin. Em rolek hilgirt. Em weke HDP ji her peywira dikeve ser milê me pêk bînin re amade ne."

‘Encamên hilbijartinê ji bo pêşdebirina hevdîtinên li Îmraliyê giringe’

Fîgen têkîldarî ji bo hevdîtinên ku bi Rêberê PKK’ê Abdullah Oclaan re bikin jîg ot ku beriya 4 rojan serî lêdane lê ligelv ê yekê jî bersevik nehatiye dayîn û wiha got: “Lê hevdîtina me ya ku li Îmraliyê ji bo çareseriyê pêk bînin gelekî girîng e. Ji bo pêvajoy pêşv e biçe, siyaset bê rewşeke stabîl di ceheke girîng de disekine. Ji ber ku dengên ku di 7’ê Hazîranê de hatin dayên dengên ji bo aştî û çareseriyê hatine dayîn in. Ketina HDP’ê li Meclîsê bi sedî 13.1 dengan ve nîşan daye ku Tirkiye û gelên Tirkiyeyê dixwazin pêvajoya aştî û çareseriyê didome. Divê astengiyên li hemberî hevdîtina bi birêz Ocalan re bên rakirin. Em encamên ku di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de derketine wekî li hemberî îradeya hilbijêran rêzdayînê dibînin. Heke îxtidar piştgiriyê dide pêvajoya çareseriyê divê hemû astengiyan rake. Divê bi Îmraliyê ve di demeke kin de hevdîtin bê kirin. Bi riya heyeta me ve bi Qendîlê re hevdîtin tên kirin.”

‘Kantonên Kobanê û Cizîrê gihîştin hev’

Fîgen da zanîn ku di operasyona ku hêzên YPG,YPJ û Burkan El Firat bi hevre lidarxistine de Girê Spî ji çeteyên ADIŞ’ê hatiye paqijkirin û wiha axivî. “Kaknotên Cizîrê û Kobanê gihîştine hev û me agahiya ew der ji çeteyên DAIŞ’ê hatine pajqkirin girtiye. Bûyereke kêfxweşiyê dide ye. Li dijî êrîşê hovane mewziyeke girîng e. Lê çi heyf e ku hikûmeta Tirkiyeyê û siyaseta Tirkiyeyê belaya ku ji hemû gelên herêmê re vekiriye ji holê rakirina vê yekê ji hêzên YPG û YPJ’ê re maye. Ev berpirsyariyeke dîrokî ye. Hebûna PYD’ê ya li wir ji bo gelên herêmê jî berpirsyariyeke mezin e. Di heman demê de ji bo gelên Tirkiyeyê û gelên herêmê qenciyeke.”

‘Keleha DAIŞ’ê ket’

Fîgen da zanîn ku gelên tirkmen û ereb jî bi qatlîamê re rû bi rû mane û ev tişt anî ziman: “100 mirov ji ber ku derî girtî bû li ber çavên cihanê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin qetilkirin. Siyaseta qirkirinê dihat jiyîn. Di vê qirkirinê de guneh û sucê îxtidara AKP’ê zêde ye. Encamên hilbijartinên 7’ê Hezîranê jî encamên vî suc û gunehê ye. Yên ku gotin ‘Kobanê dikeve’ piştgiriyê didin, siyaseta ku li dijî hoviyê dengên xwe dernexist di 7’ê hezîranê de têk çû. Keleha çetayan a ku wan digotin nakeve çi xweş e ku ket. Li dijî hovîtiyê serkeftineke mezin e. Me gote mirovahiya mezin û di 7’ê Hezîranê de bi ser ketin. Şukur di Rojava, li Tel Abyadê mirovahî bi ser ket. Tê wateya ji bo hemû gelên herêmê û gelên Tirkiyeyê rê hatiye vekirin.”

(zt)