Fîgen Yuksekdag: Navê aliyê serketinê ked, azadî û aşti ye

15:21

JINHA

WAN - Piştî serketina dîrokiyak HDP'ê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag û parlementerên HDP'ê yên Wanê bi armanca hemû yên keda wan di serketina hilbijartinê de derbasbûyîn civîna çapemeniyê lidarxistin. Di civînê de Fîgen got: "Navê aliyê serkeftinê ne HDP ye bloka ked, azadî û aştiyê ye."

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag li avahiya HDP'ê ya Wanê têkildarî encamên hilbijartinê de civîna çapemeniyê li dar xist. Parlementerên HDP'ê û rêveberên HDP'ê tevlî civînê bûn. Piştî axaftina Hevserokê Rêxistina Wanê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag axivî û di destpêkê de spasî li hemû gelê Wanê kir. Fîgen diyar kir ku encama hilbijartinê ji bo Tirkiyeyê mizgîniya jiyanekî nû ye û wiha got: "Hilbijartina 7'ê hezîranê bû vesîle. Partiya me bi gelên berê xwe dan azadî, demokrasî û aştiyê serkeftinekî mezin bi dest xist û rûpelekî nû di dîrokê de nivîsand. Êdî hêzên tên tepisandin bûne yêk. "

Fîgen, anî ziman ku êdî li Tirkiyeyê dneg û vîna vê blogê weke berê nabe. Fîgen da zanîn ku gel ji kesên berî hilbijartinê digotin, "heke hûn deng nedin me dê tufan rabe" re gotin "hûn nebin li vî welatî tufan ranabe" Fîgen, bilêv kir ku serkeftin bi hêsanî çênebû û wiha got: "Du mehan gelê me gelek bi baldar û sebir tevgeriya û rawestiya. Li gel hemû sorkirin û hewildanên provokasyonê aştî qêriya. Ev baldariya xwe heya dawî domand."

Fîgen piştî nirxandinên hilbijartinê pirsên rojnamegeran bersivand. Fîgen bal kişand ser qetlîamên ku di demên dawî de li hemberî jinan zêde dibe û wiha got: "Ev yek hem pirsgirêkek polîtîk e û hem jî divê bi rêyên polîtîk bê çareserkirin. Lê mixabin li dijî kujerên jinan cezayê ku heq bikin nehat dayîn û li hemberî vê qirkirinê nehat sekinandin. Em ê bi rêxistinên inan re xebateke berfireh bidin meşandin. Dê muxalefeta jinan di demên pêş de li meclisê deng û vîna xwe nîşan bide."

Fîgen bal kişand ser nîqaşên koalîsyonê jî û ev tişt destnîşan kir: "Pêwistiya Tirkiyeyê bi hilbijartina zû tune ye. Ji ber wê jî ji bo hewldanên koalîsyona ku bê avakirin jî dê em ê helwesta xwe ya demokratîk a divê pêk bê nîşan bidin. Divê demildest hikûmetek bê avakirin, siyaset û aboriyek ku baş pêk be çêbibe û ev yek jî ji bo welat pêwiste. Ji bo ev pêwistî pêk bê seknekî bi berpirsiyar bidin nîşandan. Weke HDP armanca me ew e ku li Tirkiyeyê em muxalefetiyek bi hêz bikin."

Fîgen bal kişand ser provokasyonên li Şemzînanê jî wiha van tiştan got: "Êrîşên ku li Colemêrg û Geverê jî pêk hatin ev nîşaneya ku piştî hilbijartinê jî provokasyonên xwe berdewam bikin e. Me got em vê serdemê şer û pêvçûnê didin rawestandin. Me got em destûr nadin ku hûn li ser şer û pêvçûnê xwe bidin jiyandin. Me di vê serdemê de jî vê yekê qezenc kir. Niha ji bo hewldana aştiyê xira bikin bi taktîkên şer û pevçûnê bi ser me de tên."

Fîgen herî dawî jî bal kişand ser tecrîta li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: "Divê tecrîta li hemberî Birêz Ocalan bê rakirin. Mixabin ji 5'ê Nîsanê û heta niha em bi Birêz Ocalan ku ji bo demokrasiya Tirkiyeyê qezenckirinên mezin daye hevdîtinê pêk naynin. Hevdîtina heyeta me tê astengkirirn. Divê ev pêkanînên tecrîtê bê rakirin. Bi awayekî zanebûn tê xwestin ku Tirkiye bikeve nava kaosekî. Bi vê tecrîtê bi awayekî zelal dibêjin em kaosê dixwazin."

Piştî civînê Fîgen di serî de Rêxistina Navenda DBP'ê KJA û gelek saziyên dinê ziyaret kir.

(zt)