Fîgen Yuksekdag welatiyên Qelqeliyê ziyaret kir

15:51

JINHA

WAN - Hevseroka Giştî ya HDP’ê û Parlamentera Wanê Fîgen Yuksekdag welatiyên Qelqeliyê yên ku di asta 92-76'an de deng dayîn HDP'ê ziyaret kir û sipasiya welatiyan kir.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê û Parlamentera Wanê Fîgen Yuksekdag, Hevserokê Rêxistina Wanê ya HDP’ê Veysî Dîlekçî, rêveberên bajêr ên HDP û DBP’ê navçeya Qelqelî ya Wanê ziyaret kirin û ji bo piştgiriya wan spasdariyên xwe pêşkeş kirin. Heyeta HDP’ê li ser rêya Wan-Qelqelî ya ser rêya gundê Mollahasan, ji alî sedan welatiyan ve hatin pêşwazîkirin. Heyetê bûroyên DBP û HDP jî ziyaret kir.

Fîgen li avahiya HDP’ê ya navçeyê bi gel re hat cem hev û diyar kir ku bi mafdarî hilbijartin qezenç kirine û got: "Salên demdirêj li Kurdistanê û Tirkiyê hûkmê neheqan, zaliman, mêtingeran û serweran ser dest bû. Gelê me her tim rûmeta xwe bilind kirin û hember serwer û zaliman bi salan li ber xwe dan û xwe parastin. Êdî serketina 7’ê Hezîranê ji bo gelên Tirkiye û Kurdistanê tê wateya ku em peymaneke mirovatiyê ya nû û hiqûqekî, wekhev didin destpêkirin e.”

Piştî axaftina Fîgen, heyet derbasî navçeya Mehmûdî bûn.

(zt/ch)