Melda Onur: Divê jinên parlementer mafê jiyana jinan biparêzin
10:42
JINHA
STENBOL - Parlementera CHP'ê ya Stenbolê ya berê Melda Onur ku di hilbijartinên 7'ê Pûşberê de namzeta Herêma 2'emîn a Stenbolê bû û nehatî hilbijartin diyar kir ku îsal parlementerên jin ji salên din zêdetirin lê di aliyê nûneriya wekhev de nebese. Melda da zanîn ku jinên di meclisê de nava partiyên muxalîf de cîh digirin divê mafê jiyana jinan biparêzin û tekoşîna wê bidin.
Parlementera CHP'ê ya Stenbolê ya berê Melda Onur ku di hilbijartinên 7'ê Pûşberê de namzeta Herêma 2'emîn a Stenbolê bû û nehatî hilbijartin sipasiya her kesên ku deng dabin an nedabin kir. Melda destnîşan kir ku li cihên ku daxwazên welatiyan hebe dê alîkarî berdewam bike. Melda anî ziman ku Herêma 2'emîn ya Stenbolê zor e, namzetên partiyên din bi hêz bûn. Melda bi lêv kir ku ji ber ew nebûye parlementer xemgîne lê wê rêya xwe berdewam bike û wiha got: " Bêguman xemgîn bûm. Hem bi navê karê ku min dişopand hem jî ji ber mirovên ku min şikestin û xemgînî dan jiyandin. Hê jî dema ku mirov min di rêyan de dibînin min di sekinînin û xemgîniyên xwe tînin ziman."
'Ez ticarî neketim rola parlementeran'
Melda derbirî ku ew ticarî di dema parlementeriyê de ji bo xwe li jiyanek nû negeriyaye û axaftina xwe wiha domand: "Ez ticarî neketim rola parlementeriyê. Her cihê ku gazî min kirin ez çumê. Biqasî bê gengaz kirin min hewlda xwe bigihînim her karî, ez bûm heval, di medya ya komî de min bi xwe hesabê xwe bi kar dianî. Ez ji ber van kiriyarên xwe ji bo mirovan dilgerm dihatim. Li herêmên ku ez lêbûm nebûm parlementer. Gelek kes ji bo min gotinên weke 'xwişkê', 'mamoste' dixebitandin. Heta yên bi navê min jî banî min dikirin hebûn. Her wiha ez kesek ên ku dema bigerin min bibînin bûm. Her dem telefona min vekirîbû, biqasî gengaz be ez li kesên ku li min geriyabin cardin dizivirîm wan."
'Di muxalefetê de hejmara jinan zêde bûye'
Melda di meclisê de zêdebûna hejmara jinan giring dît. Melda di dema derbasbûyî de jî hebûna gelek parlementerên jin di nava AKP'ê de bi bîr xist û wiha nirxand: "Lê ji ber li hember partiya xwe tawirek nîşan nedan bê bandor man. Niha di nava partiyên muxalîf de hejmara jinan zêde bûye. Lê dema ku em li meseleya jinan dinêrin ne tenê jin, gelek berpirsiyarî dikeve ser milê mêran jî. Ji ber cînayetên jinan û şidetên ser jinan ne pirsgirêka jinan e. Ev pirsgirêkek mêrî jî derxistiye holê. Li gorî nêrîna jinan di aliyê nûneriya wekhev de zêdebûna hejmara jinan gelek giring e."
'Em di tekoşîna jinan de her dem hebûn'
Melda anî ziman ku dema di meclisê de bû di nava Komisyona Derdorê de cîh girtiye û girêdayî mafê jiyanê xebitiye. Melda bi lêv kir ku di nava têkoşîna derdorê de li Tirkiyê herî zêde jinan cîh girtiye û wiha berdewam kir: "Em her dem di nava têkoşîna jinan de hebûn. Yek ji pirsgirêkên jinan yên herî giring di Tirkiyê de qetilkirina jinan e. Dema ku em ketin meclisê rojeva me ya destpêkê ev bû. Lê mixabin 4 sal derbas bû hê rojeva me ya sereke ev e. Lê em ê li gel jinên di meclisê de têkoşîna jinan berdewam bikin."
'Pêdivî bi nêrîna jinan heye'
Melda destnîşan kir ku ji aliyê derdor, enerjî, hiquq û mafê mirovan de jî pêdivî bi nêrîna jinan heye. Hejmara jinan bi qasî tê xwestin nebe jî di vê pêvajoyê de meclisê de zêdebûn çêbû. Melda da zanîn ku divê parlementerên jin di gelek navendan de cîh bigirin û wiha pê de çu: "Sedema vê ne nexwestina derketina herêman e. Ji ber ev pêvajo bibe pêvajoya girtina meclisê. Ji ber ku koalisyon ava bibe hejmara dengan gelek bi nirxe, ji ber wê jî dê gelek hevalên me nebin. Li gorî me di pêvajoya derbasbûyî de pêdiviyek wiha nebû. Ji ber deshilatiyek qerebalix em ber bi hereman û kolanan ve deh dan. Lê niha pêdiviyek wiha nîne. Ji pêdiviyek wiha zêdetir em ê valahiya wan ya li herêman dagirtinê berdewam bikin."
(zt/ch)