Ji HDP'ê biryara Koma Jinên Meclisê
11:54
JINHA
ENQERE - Koma Jinên Meclisê yên HDP'ê biryara ku pêşniyara ji bo jinên parlementer komek taybet ava bikin bidin Serokê Meclisê girtin.
Koma Jinên HDP'ê duh li Navenda Gişti ya HDP'ê de civînek li dar xistin. Koma Jinên HDP'ê di civînê de biryara ku pêşniyara ji bo jinên parlementer komek taybet di meclîsê de ava bikin bidin Serokê Meclisê girtin. Her wiha di civînê de bal hate kişandin ku hejmara jinên HDP'ê qasî wek komek taybet e û bi hemû jinên di meclîsê de ne dikarin komek taybet ava bikin ku pirsgirêkên jina bi awayekî berfirehtir bigrin dest û di mekanîzmayên biriyargirtinê de nêrînên jinan werin pêş xistin.
Her wiha di civînê de nîqaşên ku "Koma Jinên Meclisê" bê avakirin û ji derveyî meclisê jî peywîrên wan çêbibin hate kirin.
(zt/ch)