Dê sibê heyeta HDP'ê bi Ahmet Davutoglu re hevdîtin bikin
17:39
JINHA
ENQERE – Heyeta HDP’ê di çarçoveya hilbijartinên Serokatiya Meclîsê de dê sibehê bi Serokwezîr Davutoglu re hevdîtinê pêk bîne.
Namzetê HDP’ê yê Serokatiya Meclîsê Dengîr Mîr Mehmet Firat di çarçoveya hilbijartinên Serokatiya Meclîsê de sibehê dê bi Serokwezîr Ahmet davutoglu re hevdîtinê pêk bîne. Serokwekîlê Koma HDP’ê Îdrîs Baluken û Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya jî dê di hevdîtinê de cih bigirin.
Têkildarî mijarê Îdrîs Baluken diyar kir ku dê biçin “serdana iyadê” û di hevdîtinê de tenê hilbijartinên Serokatiya Meclîsê bê rojevê û nîqaş bikin. Di hevdîtinê de Dengîr Mîr Mehmet Firat serokatiyekî meclîsê ya çawa dixwaze nêrînên xwe parve bike.
(zt)