Koma Jinên HDP'ê dê vîna jinan bibin meclisê
17:46
JINHA
ENQERE – Koma Jinên HDP’ê ku piştî hilbijartinê hat avakirin xebatên xwe yên di demên pêş de ji bo azadiya jinê û pirsgirêkên civakî pêk bîne aşkera kir. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag diyar kir ku bi serkeftina destxistine ve mudaxaleyî navenda siyaseta desthiladar a mêran kirine.
Koma Jinê ya HDP’ê têkîldarî civîna jinê ya ku rojên borî pêk anî û der barê biryarên hatin girtin de li Navenda Giştî ya HDP’ê daxuyanî da çapemeniyê. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag, Hevseroka KCD’ê Selma Irmak, Hevberdevka HDK’ê Sabahat Tuncel û endamên Koma Jinê ya HDP’ê 32 paralemnterên jin, KJA û rêxistinên jinan beşdar bûn. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag diyar kir ku di hilbijartinên 2015’an de jin û HDP’ê serkeftineke mezin a kolektîf bi destxistine û di bingeha vê serkeftina kolektîf de jî hêza jinan a ku sînorê welat derbas kiriye heye. Fîgen bilêv kir ku feresata AKP’ê ya dişibe DAIŞ’ê ku jinan dike hedef, wan bi îlhama ji Şoreşa Jinê ya Rojava û berxwedana Kobanê girtine di hilbijartinan de bi serketine.
‘Em ê bi rêxistinên jinan re di nava hevkariyê de bin’
Fîgen anî ziman ku ew ê serkeftina bi dest xistine ji temsîlkirina hejmarî ya ji sedî 40 derxînin û ji bo têkoşîna azadiya jinan bikin rewşekî şoreşî û wiha berdewam kir: “me mudaxaleyî navenda siyesata desthilatdar a zilam kir. Êdî di meclîsê de koma me ya jinan a ji 32 parlamenterênj in pêk tê heye. Koma Jinê ya HDP’ê di nava xwe de rêveberiya xwe ya xweser û mekanîzmayên xweser heye ye. Ev yek dê ji me re ji bo polîtîkayên jinan biafirînin, bişopînin, li dijî siyaseta desthîlatdar a zilam bi nêrîna jinan mudaxalekirin û ji bo pirsgirêkên jinan rojevên pêşek avakirin û stratejiyên çareseriyê afirandin dê li Meclîsê qadeke veke û jin bi îrade û gotinên xwe yên cewherî ve di meclîsê de bin û kanalekî ava bike.” Fîgen destnîşan kur ku weke koma jinê ew ê bi perspektîfa azadiya jinan hemû xebatên xwe bi rêxistinên jinan re bi awayeke sîstematîk pêk bînin û dîsa di meclîsê de jî bi parlamenterên jin ên partiyên din ve ji bo çareserkirina pirsgirêka jinê û pêşxistina polîtîyaha hewl bidin bi hevre bixebitin.
‘Azadiya Ocalan şert e’
Fîgen têkîldarî şertên azadiya Ocalan jî nirxandin kir û wiha berdewam kir: “Ji bo ku 10 madeyên mutabaqata Dolmabahçeyê bikeve pratîkê, Komîsyona Heqîqet û Heyeta Şopandinê bê avakirin, tecrîda li dijî birêz Ocalan ji holê bê rakirin, şertên tenduristî, ewlehî û azadiyê pêk bê, şert in. Di danezana me ya hilbijartinê de jî di sernavê jin alîgirên aştî û çareseriyê bibin hem ji bo aştî û pêvajoya çareseriyê hem jî li Kobanê di mijara Şoreşa Rojava de, rejîma Erdogan a ku ji şer, pevçûn û neçareseriyê re rê vedike asteng bikin û ve mijarê bi rêxistinên jinan re parve bikin, plansaziyeke derxînin holê dê bibe karên me yên pêşîn. Ewil em ê heyeke ku ji parlamenter û saziyên jinan pêk tê bîşînin Kobanê. Ji bo jin di pêvajoya aştî û mazekereyê de bi aweyeke wekhev û rêxistinkirî beşdariyê pêk bîne di çarçveya biryara 1325 a Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ya hemû tedbîr derbasî jiyanê bê kirin em ê bixebitin. Di serî de Meclîsa Azadiya Jinan, ji bo ku jin di pêvajoyên muzakereyê de bi aktîf cih bigirin dê rêxistibûnan piştgiriyê bide û di nava piştevaniyê de bin.”
‘Dem dema bicihanîna sozên ku me daye ye’
Fîgen bilêv kir ku ew ê bi xwe re îradeya jinan jî bibin meclîsê û nirxandina “Ji bo demokratîkbûna civakê, xeta azadxwaziya zayendê pêk bê de sîstema hevserokatiyê ku gaveke girîng e ne tenê di serokatiya giştî de di hemû organan de derbasdar be û kota pêk bê em ê têbikoşin. Me gotibû ‘em ê biçin meclîsê, jin biçin meclîsê’ Em ê tenê neçin meclîsê, me ê jinan, gelan jî bibin meclîsê me wisa gotibû. Niha dem dema vê yekê derbasî jiyanê kirinê ye.”
‘Pêşeroja me dê bi jiyanekî jin înşa dike çêbibe'
Hevseroka KCD'ê Selma Irmak jî diyar kir ku ew di haya hêza xwe ya mezin de ne û wiha got: "Heke hemû hêza jinan bibe yêk dê cîhan bilerize. Hêza jinan gelek bi bandor e. Cîhanekî din pêkan e em jin dikarin vê yêkê pêk bînin. Em dikarin hişmendiyên faşîzan û desthilatdar ji holê rabikin." Selma balkişand ser pirsgirêkên di pêvajoya hilbijartinê de jiyîn û wan veke pirsgirêkê nabînin û dê riya xwe bidomînin. Selma da zanîn ku 32 wekîlên jin nûnerên bi mîlyonan jinan ketin meclîsê û dê sernavên di danezana hilbijartinê de diyar kirin heya dawî biparêzin û wiha pê de çû: "Pêşeroja me bi jiyanekî jin înşa bikin bila bibe."
‘Hedê komekî çapemeniyê nîn e eyarê bide me'
Hevberdevka HDK'ê Sabahat Tuncel jî hejmara wekîlên jin ên HDP'ê bi bîrxist û 32 wekîlên jin ên li meclîsê di dîroka siyasî de girîng e. Sabahat anî ziman ku serkeftina bi dest xistin tenê ayîdî wan nîn e ayîdî hemû jinên Tirkiyeyî ne. Sabahat bertek nîşanî rojnameya Starê ya têkildarî Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag de manşetekî nîjadperestî avêtî da û wiha got: "Gotinekî berê li jinê bidin heye. Ev rojname wisa ye. Xwe weke partiyekî siyasî dibîne û wisa nûçeyan çêdike. Bila ew biçin di AKP'ê de siyasetê bikin. Bila weke partiyekî siyasî nûçeyan çênekin. Axaftina Fîgen Yuksekdag kirî tenê ayîdê wê nîn e ayîdî hemû jinan û partiya me ye. Hedê komekî çapemeniyê nîn e eyarê bide me. Ev ya dawî nîn e. Helbet têkoşîna me dê bidome."
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag herî dawî têkildarî pirsa derbarê manşeta rojnameyê de wiha bersiv da: "Bersiva pêvîst partiya me dê bide. Ez naxwazim weke kes bersivê bidim. Ev rewşekî îbret e. Divê mirov îbretê jê bigire."
(zt)