'Serkeftina hamleya Şehit Rûbar pêşî li pêvajoyek nû vekir'
09:45
Zêrîn Kurtay - Rûksen Efrîn /JINHA
QAMİŞLO - Çeteyên DAIŞ'ê û dewleta Tirk xwe li hember serkeftina hemleya Şehîd Rûbar a ku bi rizgarkirina Girê Spî bi dawî bibû, ne girt û êrîşek hovene li hember gelê sivîl ên Kobanê pêk anî. Di derbarê serkefina hemleya Şehîd Rûbar û polîtîkayên çeteyên DAIŞ'ê û dewleta Tirk de Rêvebira Asayîşa Giştî a Rojavayê Kurdistanê Ayten Ferhat nirxandin kir. Ayten got: "Dewleta Tirkiyê xwe li hember serkeftina HDP'ê ne girt û li hember vê yekê piştgiriyê dide çeteyên DAIŞ'ê."
Rêvebira Asayîşa Giştî a Rojavayê Kurdistanê Ayten Ferhat derbarê pêşveçûna pêvajoya dawî nirxandin kir. Ayten anî ziman ku li pişt êrîşên çeteyên DAIŞ'ê dewleta Tirk heye û wiha got: "Despêkirina hamleya Şehîd Rûbar a li hember çeteyên DAIŞ'ê ji bo hemû gelan bû diyariyek. Bi despêkirina hemleya Şehîd Rûbar re hêzên çeteyên DAIŞ'ê ya li Rojava têk çû. Çeteyên ku hêza xwe li Rojava winda kirin bi piştgiriya dewleta Tirk cardin êrîşê Kantona Kobanê kirin û qetlîamê li hember sivîlan pêkanîn. Çeteyên DAIŞ'ê ên ku têk çûyîna xwe ya li Girê Spî hezmnekirin bi aweyek hovene êrîş li hember gelê Kobanê pêk anîn. Li pişt vê êrîşa ku pêkhatî dewleta Tirk û hevkariyên wê hene."
'Hamleya Şehîd Rûbar da diyarkirin ku tû hêz nikare serkeftina gelan binpê bike'
Ayten destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ'ê di warê maneviyetê de jî binket û wiha pê de çû: " Piştî rizgarkirina Girê Spî ji çeteyên DAIŞ'ê, çete ne tenê di warê leşkerî de di warê manevî de jî binket. Li hember vê binketinê çeteyên DAIŞ'ê li bajarê Reqqayê ku kirine navenda xebatên xwe, di civînekî xwe de encama binketina xwe ya li Girê Spî bi parve dikin û biryara qetlîama sivîlan digrin. Ev yek hevkarî û ketina moralê wan dide diyar kirin. Ayten behsa baweriya olî kir û axaftina xwe wiha dom kir: "Çeteyên DAIŞ'ê xwe wek hêzek îslamî bi navdike û êrîş dibe ser gelên stembar û van êrîşên xwe yên hovane wek erkên îslamî bi nav dikin. Tu têkîliya wan bi mûslimantiyê re tune ye û di dîroka mirovahiyê de hovîtiyên bi vî awayî ne hatiye jiyan kirin. Çeteyên DAIŞ'ê hêzeke ku pêşeroja hemû mirovahiyê dixe bin talûkê ye. Lê bi hemleya Şehîd Rûbar re diyar bû ku tû hêz nikare serkeftina gelan binpê bike."
'Îran piştgiriyê dide dewleta Sûrî'
Ayten destnîşan kir ku rejîma Baasê a Sûrî dixwaze li Rojava provakasyonan pêk bîne û wiha pê de çû: "Êrîşên ku li hember me û gelê Rojava pêk tên yek in, em nikarin ji hev qût bigrin dest. Armanca hemû hêzên ku êrîş dikin û piştgiriyê didin van êrîşan têkbirina hêzên gelê Kurde û runiştandina desthilatdariya xwe ne. Li aliyê din ev demeke balafirên dewleta Sûrî li ser herêma Kurdan digerin û dixwazin bi vê yekê ve bandorek psîkolojîk bidin meşandin. Her wiha hewldidin bi zorê ciwanên Kurd bigrin leşkeriyê. Lê belê em ê wek hêzên Asayîşa Rojava destûrê nedin vê yekê û têkoşîna me ya li hember rêjîma Baasê wê bidome. Bandora rejîma Baasê ya Sûrî hêza wê nemaye lê dewleta Îranê ji bo berjiwandiyên xwe piştgiriyê dide wê."
'Rihê Rêheval Zîlan tê jiyan kirin'
Ayten her wiha da zanîn ku gelek zehmetî û astengî hatine derbaskirin û got: "Wek hêzên Asayîşê û bi taybet jî jin di vê pêvajoyê de erkên ku diket ser milên wan bi cih anîn. Me gelek serkeftin bi destxistin. Carek din kes û pergalên ku ji hêza jinê ne bi bawerbûn û hêvî nedikirin ku jin wiha li ber xwe bidin, li xwe vegeriyan û xetereyên di kesayetên xwe ji berçav derbas kirin." Ayten ji bo tevlîbûna endamên Asayîşa jinê jî wiha got: "Li beramberî hemû zehmetiyên vê pêvajoyê hêzên Asayîşa jinê, bi rihê Rêheval Zîlan dan jiyan kirin û bi erkê xwe ya demê rabûn. Her çiqas endam nûbin jî lê daxwazî û girêdana wan a azadiyê hişt ku li hember tevahî êrîş û zehmetiyan li ber xwe bidin. Tevlîbûnek wiha bi fedekarî diyariya ku şoreşa Rojava wê tenê bi îrade û serkeftina jin bê avakirin e."
Ayten di dawîya gotina xwe de banga tevlîbûnê li jinên ciwan kir û wiha berdewam kir: "Divê hemû jinên ku dixwazin tevlî hêzên Asayîşê bibin û rastî astengiyên malbatan tên serî li navenda Asayîşê bidin. Pêwîste navenda Asayîşa Jinê wek cihê lêgerîna azadiyê bê dîtin û li ser vê bingehê tevlî hêzên Asayîşê bibin û xwedî li hev derbikevin."
(rc/ch)