Çaglar Demirel: Divê mijara Koalisyonê ya sereke azadiya Ocalan be

09:28

Bêrîtan Elyakut/JINHA

AMED - Parlementera HDP'ê ya Amedê Çaglar Demirel diyar kir ku weke Koma Jinên HDP'ê ya Meclisê talebên xwe ji bo koalisyonê kirin. Çaglar da zanîn ku mijara sereke ya koalisyonê divê azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan be.

Di hilbijartinên 7'ê Pûşberê de ya HDP bi 80 parlementeran kete meclîsê, dê hikumet çawa bê avakirin nirxandin tên kirin. Li gel mehek ji ser hilbijartinan re derbas bûye jî hê hikumet nehatiye avakirin, nîqaşên pêşhilbijartinê û koalisyonê bi hev re tên kirin. Parlementera HDP'ê ya Amedê Çaglar Demire destnîşan kir ku ew weke 32 parlementerên jinên HDP'ê ser mijarên ku di vê koalisyonê de hikumet kîjan xalan li ber çavan bigirin, di nava xwe de nîqaş dikin.

'Talebên jinan divê diyarker be'

Çaglar anî ziman ku cudahiya HDP'ê û partiyên din ji ber HDP koma jinan ava kiriye û xwedî 32 parlementerên jine heye û axaftina xwe wiha domand: '' Jinên HDP'ê ji bo avakirina koalisyonê û dê di pêşerojê de çî bê kirin gotina xwe kirine û got: "Bi kê re koalisyon dikin bila bikin, talebên jinan divê diyarker be û ji bo biryarên ku tê girtin têkeve meriyetê, dê hem bi koalisyonê re û hem jî bi hikumetê re têkoşîna me berdewam bike."

'Em di lêhûrbûna azadiya Ocalan de ne'

Çaglar diyar kir ku weke HDP di nîqaşên koalisyonê de cihên xwe girtine û daxwazên wan jî ji alî demokrasî û azadiyê de ye. Çaglar destnîşan kir ku divê di avakirina koalisyonê de rolê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan yê ji bo muzakereyan li ber çavan bê girtin û wiha domand: "Ji bo azadiya mîmarê aşitiyê Birêz Ocalan me carek din jî talebên xwe gotin. Em pêvajoyek ya ji tecrîdê wêdetir dijîn. Li ser Birêz Ocalan tecrîdek giran heye û bi tû awayî nahêlin pê re hevdîtin bên kirin. Em weke jin di vê pêvajoyê de daxwaza me êdî ne hevdîtin kirine, daxwaza me azadiya Birêz Ocalan e. Em di lêhûrbûna azadiya Ocalan de ne'. "

'Divê mijara koalisyonê ya destpêkê azadiya Ocalan be'

Çaglar anî ziman ku bi azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re jin jî azad dibin û wiha berdewam kir: "Divê mijara destpêkê ya koalisyona, azadiya Birêz Ocalan be." Çaglar êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ya ser Rojava û Kobanê jî bi bîr xist û da zanîn ku heger koalisyonek bê avakirin divê ji bo aştiyê bixebite.

'Em ê ji bo wezîrên jin têkoşînê bidin

Çaglar bi lêv kir ku weke jin talebên wan diyarin taybetî jî ji bo wezîrên jin dê koalisyonê bixin zorê. Çaglar derbirî ku di danezana HDP'ê de avakirina wezîreta jinan, wezîreta wekhevî û wezîrê polîtîkaya civakî hebûn û wiha dom kir: "Em weke jin di koalisyonê de mijarên sereke bên destgirtin weke bêkarî, keda jinan bê dîtin, di mijara karkerên demsalê de teqez çareserî bê dîtin in. Em ji koalisyona bê avakirin ji niha û pê de makezagona jinan, avakirina yekîtiya Kurdan û rola pêşengiyê dayîn jinan dixwazin. Divê koalisyon talebên me li ber çavan bigirin. Em ê jin di meclisê de ji bo azadiya Birêz Ocalan rolê xwe yê pêşengtiyê bilîzin."

(zt/ch)