Sebahat Tuncel: Berpirsyariya me ya sereke aşitî ye

11:02

JINHA

İSTANBUL - Hevberdevka HDK'ê Sebahat Tuncel der barê Bloka Aşitiyê ya di encama şerê Rojhilata Navîn û polîtîqayên Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ê dagirkeriya Surî de gelek rêxistinên civakî, partiyên sîyasî û parlamenteran ve hatibû avakirin de axivî û got: '' Berpirsyariya me ya herî sereke aşitiya li Rojhilata Navîn, Tirkiyê û Kurdîstanê ye.''

Hevberdevka HDK'ê Sebahat Tuncel Bloka Aşitiyê ya di encama şerê Rojhilata Navîn û amadekariya şer a li sinora Surî, ji alî gelek rêxistinên civakî, partiyên sîyasî û parlamenteran ve hatibû avakirin nîrxand. Sebahat diyar kir ku gotin û amadekariyên şer a Tirkiyê ya ser sinora Surî tevgerek li hember şoreşa Rojava ye û wiha axivî: '' Ev êrîş li hemberî destkeftiyên Rojava pêk tê. Li Tirkiyê gelek kes ji vê rewşê nerehetin, lewre DAÎŞ ne tenê ji bo Sûrî, ji bo hemû Rojhilata Navîn tehdîtek mezin e.''

' Peywira me ya esasî avakirina aşitiyê ye'

Sebahat da zanîn ku nêvengek şer û pevçunê heye û axaftina xwe wiha berdewam kir: '' Li vî welatî gel ji bo ziman û çanda xwe, ji bo hebûna xwe pir bedelên mezin da. Bi taybetî jî gelê Kurd êşa vê pir kurahî jiyan kir. Ji ber vê peywira dikeve ser milên me giran e û peywira me ya esasî ya ji bo hemû gelan avakirina aşitiyê ye.''

Sebahat bi lêv kir ku ji rêxistinên civakî heta sendîkayan û partiyên sîyasî hemû kes dixwaze ku li hember şerê Surî hin tiştan bike û wiha pê de çû: ''Em ji nîqaşên dagirkerina Surî nerehet bûn. Ji ber vê avakirina Bloka Aşitiyê girînge û divê hemû kes di vê blokê de cihê xwe bigre ku destkeftiyên li Rojava hatiye bi dest xistin were parastin. Lewre Bloka aşitiyê projeyek demdirêj e.''

'Laşê jînê wek qadek şer tê dîtîn'

Sebahat destnîşan kir ku şer pir aliye û axaftina xwe wiha domand: ''Gelên Rojhilata Navîn û bi taybetî jî jinên Êzîdî û Ereb ji ber şerê tê meşandin pirsgirêkên pir giran dijîn. Laşê jinan wek qadek şer tê dîtin. Dîsa li ser erdnîgariyê jî taxrîbatên mezin pêk hat û ji bo vê sedemên me yên berxwedana ji bo aşitiyê gelek in. Divê hemû kes jî peywira dikeve ser milên wan bibînin. Bloka Aşitiyê jî ji kesên şer naxwaze, an li hemberî emperyalîzmê ye, an destkeftiyên Rojava dixwaze biparêze pêk tê. Ji bo aşitiye sedemên me tevayî hene.''

'Gelên Tirkiyê aşitiyê dixwaze'

Sebahat balkişand ku Tirkiyê wek polîtîqayên berê dixwaze pîrsgîrêka Kurd cardin vegerîna mijara şer û pevçûnê û wiha berdewam kir: ''Bi deklarasyona Birêz Abdullah Ocalan ya di Newroza 2013'an de pêvajoya aşitiyê dest pê kir û ji demê heta niha gelên Tirkiyê kete nava bendewariyan û ev hêvî her roj zêde dibe. Ev tê wê wateyê ku gelên Tirkiyê jî êdî aşitiyê dixwaze, lê heger Tirkiye mûdaxaleya Surî bike pêvajoya aşitiyê dê ji holê rabe.''


(ch)