'Koalîsyona AKP-MHP wê Tirkiyê bikşîne nava şer'
12:00
JINHA
STENBOL - Piştî hilbijartinan nîqaşên koalîsyon û hilbijartina pêşwext dest pê kir û jinan jî der barê van nîqaşên ku hê didomin de axivîn û diyar kirin ku koalîsyona AKP-MHP wê Tirkiyê bikşîne nava şer. Jinan anî ziman ku ev mijar tû sûde wê nede gelên Tirkiyê.
Piştî hilbijartinan ji ber ku AKP bi tena serê xwe nikarîbû hikûmetê ava bike nîqaşên koalîsyonê dest pê kir. Piştî ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan berpirsyariya avakirina hikûmetê da Serokwezîr Ahmet Davutoglu nîqaşên hilbijartina pêşwext jî kete rojevê ku heger hikûmeta koalîsyonê neyê avakirin ev mijar dê têkeve rojevê. Jinan jî der heqê van niqaşan de axivî û nêrînên xwe anîn ziman.
' Koalîsyonên partiyên muhafazakar napejirînin'
Zozan Yaşar a Xwendekarê Zanîngeha Stenbolê, Beşa Têkiliya Navnetewî dixwîne anî ziman ku daxwaza wê koalîsyona gelan e û mînaka pergala ku li navçeya Ovacik a Dersîme hatiye avakirin da. Zozan da zanîn ku koalîsyonên partiyên muhafazakar napejirînin, lewre ev koalîsyon wê tû sûdê nede gelên Tirkiyê. Zozan der barê nîqaşên hilbijartinên pêşwext de jî axivî û got: '' Heger hilbijartina pêşwext pêk were dê rayên AKP'ê bikeve, lewre AKP êdî sîyasetek li gor berjewendiyên Tirkiyê nameşîne.''
.
'Encama koalîsyona AKP-MHP êş kişandin e'
Bihar Delî ya ji Zanîngeha Stenbol a Beşa Felsefê mezûn bûye der barê nîqaşên koalîsyonê de axivî û anî ziman ku di polîtîqayê de tû tişt ne zelal e û li gor dîtina min di navbera AKP-MHP de dibe ku koalîsyon ava bibe. Bihar destnîşan kir ku zîhnîyeta AKP'ê ya şer e û MHP jî dê piştgiriyê bide vê zîhnîyetê û wiha berdewam kir: '' 'Encama koalîsyona AKP-MHP êş kişandin e û hêsrên çavên dayikan e''
' Jin dê dîsa li kolanan de bin'
Bihar da xuya kirin ku ne hikûmetek serdest ne jî koalîsyon dê ji bo jinan zagonên çêker pêk bînin û axaftina xwe wiha domad: '' Zagon were çêkirin jî ne bawerim ku têkeve meriyetê. Lewre jin di nava civakê de di asta herî jêr da ye. Ji ber vê jî divê jin ne di bendewariyekê de be.'' Bihar di dawiya axatina xwe de anî ziman ku jin dê dîsa li kolanan de bin û got: '' Jin dê li kolanan mafên xwe biparêzin'
.
(ch)