Ji bo soza dan jinan pêk binîn dest bi xebatan kirin

09:12

Helin Yıldırım/JINHA

MÊRSÎN - Hevşaredara Akdenîza Mêrsînê Yuksel Mutlu, diyar kir ku ji bo soza di hilbijartinê de dane jinan pêk bînin, dest bi xebatan kirin. Mutlu, da zanîn ku wan li şaredariyê yekîneyên midûriyetên jinan ava kirine û dê sozên dane jinan yek bi yek pêk bînin.

Hevşaredarên jin di hilbijartinê de soz dabûn jinan ku li dijî tundiyê xizmetê bidin jinan. Jinên Şaredariya Akdenîza Mêrsînê, ji bo xebatan serkeftî bidin meşandin 2 rojan ketin kampê û civîn pêk anîn. Hevşaredara Akdenîza Mêrsînê Yuksel Mutlu, têkildarî pirsgirêkên jinan û xebatên ji bo jinan bên kirin diyar kir ku wan dest bi xebatan kirine. Mutlu, anî ziman ku ji bo çareseriya pirsgirêkan wan planên demkurt û planên demdirêj amade kirine û wiha got: "Ji bo em sozên xwe yên di hilbijartinê de pêk bînin me dest bi xebatan kir. Me li Şaredariya Akdenîzê yekîneyên Midûriyetên Jinan ava kirin. Yuksel, destnîşan kir ku di qada siyasî de jin serdetsin û di aliyê aboriyê de yên herî xizan jin in. Yuksel, da zanîn ku di nava civakê de hebûna milkê jinê ji sedî 1'e û wiha got: "Me xebata kooperatifa jinê pêk anî. Di qada çandiniyê û qada tekstîlê de me xebat meşand. Zeviyên me yên şaredariyê hene. Me ev zevî kirin xistmeta jinan. Ev dê ruhê kolektif yê jinan disa pêş bixe. Dê hem debara malbatê bike û hem jî li dijî tundiya aborî û polîtîk raweste. Dîsa dê jin ji nava çar diwarên malê derkeve. Ev xebatên kooperatifê dê jinan di qada siyasetê û her qadên jiyanê de pêş bixe."

'Xizanî berhemên polîtîkaya dewletê ye'

Yuksel, daxuyand ku wan soz daye ku li dijî tundiya li ser jinê têbikoşin, lê gelek cureyên tundiyê heye û ev baş nayê dîtin. Yuksel, anî ziman ku tundiya li ser jinê her ku diçe zêde dibe û belav dibe û wiha got: "Lê em ne di ferqa vê tundiyê dene. Em niha li ser vê yekê xebatê dimeşînin. Em dixwazin berî her tiştî jinan der barê cureyên tundiyê de zane û hişyar bikin. Dema em xizmetê bidin jî em dixwazin xizmetek çawa û li ku pêk bînin. Ji bo vê yekê em niha niqaşan dimeşînin. Bê guman niha jin pir xizan in. Xizanî polîtîkaya dewletê ye. Ne pêkan e ku şaredariyek pirsgirêka xizaniyê çareser bike. Em ne li bendê ne ku dewlet jî çareser bike. Ji ber ku dewlet bi zanebûn xizaniyê pêş dixe. Ji ber ku dewlet jinê tune dihesibîne. Em jî wekî rêveberiyên herêmî dê li dijî van pirsgirêkan têbikoşin û qadên çareseriyê ava bikin. "

'Me Ozgecan Aslan kir sembol'

Yuksel, bal kişand ser qetilkirina Ozgecan Aslan jî û wiha berdewam kir: "Em wekî Şaredariya Akdenîzê bi awayekî xurt li Ozgecan Aslan xwedî derketin. Me li Tirkiyeyê kir Wekî Şaredariya Akdenîzê têkiliyên me yên xurt bi saziyên din ên jinan re jî hene. Em dê xebatên xwe parve bikin û îmzeyan bavên bin xebatên girîng. Hêza me ya em li Tirkiyeyê aştiyê vegerînin muzakereyan heye. Ji ber vê yekê em bi hêvî ne."

'Em dê keyayên jin zêde bikin'

Yuksel, anî ziman ku ew dê li qada herêmî siyaseta jinan xurt bikin û hêjmara keyayên jin ên taxan zêde bikin. Yuksel, da zanîn ku ew dê li hemû cureyên tundiya li ser jinan têbikoşin û ji bo vê yekê dê mekanîzmayekê ava bikin. Em niha li ser modela rêxistin û mekanîzmayê radiwestin ku piştî me jî ev model berdewam bike.
'Em dê li Mêrsînê nexşeya tundiyê xêz bikin'

Midûra Yekîneya Jinan a Şaredariya Mêrsînê Aynur Şahîn jî anî ziman ku di bin baneyê Şaredariya Akdenîzê de Navenda Şêwirmendiya Jinê û Mala Jiyana Jinê heye û wiha got: "Xebatên me yên ji bo jinan her ku diçe zêde dibe û didome. Ji bo em li dijî tundiyê têbikoşin, me bi jinên ku li navendên şêwirmendan, malên piştevaniyê û jinên li taxan re niqaş kir. Me nerîn û fikrên wan girtin. Kursê pêşxistina hunerên jinan hene. Me bi jinên dixebitin re 2 rojan civîna kampê pêk anî. Ji bo xebatên nû me plan û proje amade kirin. Plana me ya herî girîng em dê li Mêrsînê nexşeya tundiyê xêz bikin.

Em dê bêtir vê xebatê li nava malan pêk bînin. Em dê jin û mêrên di şaredariyê de dixebitin perwer de bikin. Em dê perwerdehiya Zayenda Civakî bidin. Dîsa em dê li taxan ji bo parastina rewa civînan pêk bînin û yekîneyên parastina rewa ava bikin. Xebatên me yên ji bo pirsgirêkên koçberiyê jî dê çêbibin."

(mae)