'Parastina jinan a rewa mafê zagonî ye'
09:14
JINHA
ENQERE - Wekîla HDP'ê ya Stenbolê Fîlîz Kerestecîoglu, têkildarî astengkirina tundiya li ser jinê û Peymana Stenbolê ku Tirkiye îmze kiriye axivî. Filiz diyar kir ku di peymanê de têkildarî tundiya li ser jinê guhertinên bingehîn hene.
Wekîla HDP'ê ya Stenbolê Fîlîz Kerestecîoglu, têkildarî tundiya li ser jinê tê meşandin û Peymana Stenbolê ku Tirkiye îmze kiriye nerînên xwe anîn ziman. Fîlîz, anî ziman ku ji bo astengkirina tundiya li malê li ser jinê tê meşandin û têkoşîna li dijî tundiyê, Peymana Konseya Ewropayê heye. Fîlîz, destnîşan kir ku ji bo astengkirina tundiyê zagon jî heye û wiha got: "Bi îmzekirina vê peymanê gelek berpirsiyariyên girîng dikeve ser milê Tirkiyeyê. Li gorî peymanê divê alî li ser jinê tundiyê pêk nînin. Rayedarên dewletê, karmendên di sazî û dezgehên dewletê de dixebitin divê li gorî vê peymanê tev bigerin. Dîsa berpersiyariya venêrtin, perwerde, tenduristî di peymanê de cih digirin.
'Ev hişmendiya darazê ye'
Fîlîz, bal kişand ser mafê parastina rewa û wiha got: "Parastina rewa, mafê jinan ê zagonî ye. Lê ev maf di lehê mêran de tê bikaranîn. Ji ber ku ev hişmendiya darazê ye. Mafê jinan li ber çavan nayê girtin û nayê dîtin. Divê li ser mafê parastina rewa lêkolîn bê kirin û her kes vî mafê xwe yê parastina rewa bikar bîne.
'Navend wekî kampên komkirînê ne'
Fîlîz, destnîşan kir ku peyman piştgiriyê dide kesên rastî tundiya zayendî tên û mafê wan diparêze û wiha berdewam kir: "Aliyên peymanê divê ji bo mexdûran muayineya tibbî û adlî tipê bike. Her wiha divê piştevaniya xizmetê bike. Divê aliyê peymanê navenda kesên rastî tundiya zayendî û qirîza tecawizê hatine ava bikin û tedbîrên hiqûqî bigirin. Yekem welatê ku ev peyman îmze kiriye Tirkiye ye. Lê hêj li Tirkiyeyê navendên tundiya zayendî, navendên rehabilitasyonê û malên piştgiriya jinê nehatine avakirin. Navendên hatine avakirin jî wekî Navendên Komkirinê ne. Her navendek 90 jin li gel zarokên xwe tên hiştin. Jinên ku rastî tundiyê tên û serî li vir didin, li vir jî dîsa rastî tundiya duyemîn tên. Xizmeta didin jinê jî wekî serhevdî û minet didin xuyakirin. Jinên rastî tundiyê tên û serî li navendan didin, ji ber vê feraset û nêzîkatiyê dîsa diçin mala ku lê rastî tundiyê hatine.
'Li diji peymana mafê zarokan a navneteweyi ye'
Fîliz, destnîşan kir ku têkildarî rêxistinên saziyên sivîl ên civakî jî peyvir hene. Ji bo li dijî tundiyê ger ku proje bên çêkirin dikarin piştgiriyê bigirin. Dewlet mecbûre ku piştgiriyê bidin projeyan. Dîsa i bo ijnên koçber jî erka dewletê heye. Dewlet bêyî ku li nasnameya welatîbûnê binere, divê daxwazên jinên penaber ên îltîcaya siyasî qebûl bike û mafê wan biparêze. Lê li gel jinên penaber rastî tundî, tacîz û destdirêjiyê tên jî mafê wan nayê parastin. Wekî jinên sînoran nasnakin, hin sazî piştgiriyê didin van jinan. Zarokên penaber tên zewicandin, rastî tacîz û tecawizê tên. Bi erzanî wekî koleyan tên xebitandin. Ev yek li dijî Peymana Mafên Zarokan a Navneteweyî ye. Dîsa li dijî Peymana Stenbolê ye."
'Xebatên hevpar serkeftinên girîng bi dest dixin'
Fîlîz, da zanîn ku ji ber 32 jinên wekîl di meclîsê dene xwedî sûd in û koma jinan ava kirine. Fîliz, da zanîn ku wekî koma jinan, dê têkildarî tundiya li ser jinan xebatan bimeşînin û wiha got: "Em dikarin bi kom û jinên din re têkildarî astengkirina tundiyê xebatên girîng bidin meşandin. Ji bo pêkanînên di Peymana Stenbolê, Zagona hêjmar 6284 a Parastina Malbatê û Astengkirina Tundiya li ser Jinê" gav bên avêtin, ger jin bibin yek dikarin gelek xebatên serkeftî bi hevre bikin.
(mae)