Sultan Ulusoy: 'Me peyama we girt, em bi gelê Kurd re ne'

15:35

JINHA

RIHA- Seroka Giştî ya ESP'ê Sultan Ulusoy,li cihê komkujiya Pirsûsê pêk hat de daxuyanî da û diyar kir ku bi komkujiya Pirsûsê xwestin ku peyama ' Heger hun ji biratiya gelan bawer bin dê komkujî li pêşiya we be' bidin û wiha axivî: ''Me peyama we girt, em dê bi gelê Kurd re bin'

Seroka Giştî ya ESP'ê Sultan Ulusoy li Navenda Çand û Hunerê ya Amara ku 31 ciwanên sosyalîst li wir di êrîşa bombeyî de jiyana xwe ji dest dabû axivî û got: "Failê vê komkujiyê pir aşkera ye. Çi bi nasnameya DAIŞ, çi bi nasnameyeke din hatibe kirin, yekane failê wê hikûmeta AKP'ê ye."

Sultan da zanîn ku hedefgirtina van ciwanên sosyalîst manîdar e û got: '' Em bawer dikin ku gelên li vî welatî di nav aştiyê de bijîn. Çûyina ciwanan a Kobanê jî di çarçoveya avakirina Kobanê bû û li ser esasên jiyandina gelan a bi hev re, lewma hatin qetilkirin."

'Em bi gelê Kurd re ne'

Sultan diyar kir ku bi vê komkujiyê re xwestin peyamekê bidin rêxistinên ciwanan, sosyalîst û şoreşgeran û got: "Piştî vê komkujiyê ev peyam aliyê sosyalîstan ve hatiye girtin. Wê ti carî bersiveke vegera ji rê ji vê peyamê re neyê dayîn. Me peyama we girt; Em dê bi gelê Kurd re bin."

SGDF HDP ye'

Sultan di daxuyaniyê de bertek nîşanî gotinên Berdevka Hikûmetê Bûlent Arinç ê ' Di teqînê de çima kesên HDP'yî tûnebû' da û wiha berdewam kir: '' Axaftinên bi vî awayî mirovan dike nava xofekî. SGDF di heman demê de HDP ye. Axaftinên wek van ciwanan ji HDP'ê dûr nîşankirin bê bingeh in. Hedefgirtina parlamenteran jî nayê qebûl kirin.''

(ch)