'Êrîşên li hemberî HDP'ê dê DAİŞ'ê mezin bike'
10:01
Sarya Gozûoglu / JINHA
AMED - Parêzer Gûlşen Ozbek da zanîn ku hiqûqnas li hember piştgiriya DAÎŞ'ê bertekdar in û diyar kir ku rayedarên Tirkiyê li hember rêxistinek wek DAÎŞ'ê yê hovane HDP'ê hedef nîşan dide û çeteyan diparêze. Gûlşen wiha axivî: '' Ev pratîkên Tirkiyê cesaret dide çeteyan û êrîşên li hemberî HDP'î dê DAÎŞ'ê mezin bike.''
Piştî komkujiya li navçeya Pirsûs a Rihayê li hemberî ciwanên sosyalîst pêk hat û di encamê de 31 kesan jiyana xwe ji dest da bi gotinên Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Cigirê Serokwezîr Bûlent Arinç operasyonên sîyasî jî dest pê kir. Parêzer Gûlşen Ozbek der barê mijarê de axivî û da zanîn ku Tirkiye êdî nikare DAÎŞ'ê kontrol bike û heger piştgiriya hember çeteyan berdewam bike komkujiyên bi vî awayî dê bidome.
'Tirkiye bû wek navenda DAÎŞ'ê'
Gûlşen bal kişand ku ew wek hiqûqnasan li hember piştgiriya Tirkiyê ya ji DAÎŞ'ê re bertekdarin û wiha berdewam kir: ''DAÎŞ êdî hemû kes dizane ku sinorên Tirkiyê bi hêsanî bikar tîne, sewqiyata leşkerî jî pêk tînin.'' Gûlşen destnîşan kir ku îstîhbarata Tirkiyê rêxistinên DAÎŞ'ê ya li Tirkiyê hene dizanin lê heta niha tedbîrek nehatiye girtin û got: '' Çend meh berê tira çek tê de ya dişandin DAÎŞ'ê re dema ji alî dozger ve hate sekinandin der barê dozger û polîsan de operasyon li dar xistin. Ew operasyon ji bo parastina DAÎŞ'ê bû ku kesên hatin binçavkirin jî niha girtîne.''
'Rayedarên dewletê sûc dikin'
Gûlşen da xuya kirin ku gotinên beralîkirinê dijhiqûqî û dijexlaqî ye û da zanîn ku dewlet divê li hember sûcên nefretê bisekine lê ew bi xwe vî sûcî dikin. Gûlşen axaftina xwe wiha domand: ''Bûlent Arinç îro li hemberî gel heman sûcî pêk tîne. Dewlet li dijî gotinên bi vî awayî divê li hember DAÎŞ'ê têbikoşe.''
Gûlşen di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku Komeleyên Hiqûqvanên Mezopotamya, ÎHD, BARO û HDP dîxwazin ku mûdaxîlê doza komkujiya 5'ê Pûşberê bibin lê daxwaza wan ji alî dozger ve hate redkirin û wiha axivî: '' Hiqûq bi awayek vekirî tê îhlalkirin. Heger lêkolîna van komkujiyan hatiba zelalkirin dê pêşiya komkujiyên nû jî bihata girtin. Niha derbarê komkujiya 5'ê Pûşberê de lêkolîn tê kirin, nayê kirin jî em nizanin. Lewre me derbarê mijarê de xwe negihîştand dosyayê, ev jî pêşiya îhlalkirina hiqûqê vedike.''
(ch)