Êvar Îbrahîm daxwaza rawestandinên êrîşên ser jinan kir
17:02
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Seroka komisyona jinan Êvar Îbrahîm li parlametnoya Herêma Kurdistanê daxwaznameyek pêşkêşî Serokatiya Herêma Kurdistanê kir û tê de daxwaz dike ku pêşî li bêhurmetiya li hember jinan were girtin.
Parlamenter û Seroka komisyona jinan li parlamentoya Herêma Kurdistanê Êvar Îbrahîm daxwaznameyek pêşkêşî serokatiya Herêma Kurdistanê kir. Êavar di daxwaznameya xwe de diyar dike ku hinek rêxistin bi piştgiriya partî û dezgehên ragihandinê bê hurmetiyê li jinan dikin.” Di daxwaznameyê de tê xwestin ku pêşî li bêhurmetî û biçûk xistina jinan were girtin û wiha tê gotin: “Ji ber nakokiyên siyasî yên di navbera aliyan de jinên li Herêma Kurdistanê dibine qurbanî. Divê rê ji jinan re vebe ku tevlî pergala siyasî ya rêveberiyê bibin ne ku ji aliyê çend dezgehan ve ji erk û wezîfeyên siyasî werin dûr xistin.”
(zt)