'Vê erdnîgariyê ji faşîzmê gelek kişandiye xwe sererast bikin'

09:53

Oyku Dîlara Keskîn/ JINHA

STENBOL- Li ser gotinên Serokê MHP'ê Devlet Bahçelî yên ji hilbijarên HDP'ê re got, "Bêşeref" Parêzer Eren Keskîn wiha got; "Vê endnîgariyê ji faşîzmê û nijadperestiyê pir kişandiye. Ez van gotinan pir taluke dibînin. Divê MHP xwe sererast bike."

Ji ber gotinên Serokê MHP'ê Devlet Bahçelî li Îzmirê û Marmarîsê kesên ku di havingehan de radizên, kesên ku HDP anîn meclîsê, kesên ku raya xwe nedane MHP'ê gotinên "Bêşeref" bikar anî. Parêzerên HDP'ê û OHD derbarê Devlet Bahçelî de ji ber ku "Gel sewqî kîn û dijminahiyê kir" serlêdana suç kirin. Parêzer Eren Keskîn diyar kir ku di gotinên wî de faşîzm û tundî hene.

'Sucê nijadperestî û hedef nîşan da'

Eren axaftina xwe wiha ber devam kir "Serkeftina HDP'ê di hindirê xwe de çareseriye pirsgirêka kurd, hevgirtina tevgera kurd, kesên sosyalîst û demokrat minaka vê yekê ye. Ev yek jî kesên nijadperest nerihet kir. Wekî nerihet bin jî ne mafê tu kesî be ku heqaret bike. Ez gotinên Devlet Bahçelî şermezar dikim." Eren destnîşan kir ku gotinên wî pir talukene û wiha domand: "Gotinên Devlet Bahçelî yên ji bo HDP'ê yan hedef nîşan dide û nijadperestî, newekheviyê derdixe holê. Em jî wekî parêzerên OHD'ê me serledana suc kir."

Eren: hemû hevokên ku ve rastiyê îfade bike faşizm e

Eren da zanîn ku tu caran êrîşên Ocaxên Ulku ya wekî sucê rêxistinî nehatiye dîtin û ev tişt anîn ziman; "Ev yek hertim wekî dozê edlî tê dîtin. Her tim Ocaxên Ulku'ya tên parastin,kirinên wan îşkence û cînayet hene. Lê dîsa jî naçin li ser Ocaxên Ulku'ya. Di gotinên Devlet Bahçelî de peyvên banga tundiyê hene. Ji bo vê yekê jî me serlêdana suc kir. Ji xwe ez hem wekî keseyetekî têm têhdît kirin him jî bi giştî em tên tehdît kirin. Her roj 50'î mesajên tehdît tên. Tenê yek gotin vê yekê îfade dike ew jî faşîzm e." Eren herî dawî ev tişt gotin "Vê erdnîgariyê ji destê nijadperestî û faşîzmê pir kişandiye. Em vê çûyînê pir taluke dibînim. Divê MHP xwe sererast bike.

(pk)