Heyeta HDP'ê: Li Zergelê qirkirina sivîlan hat jiyîn emê serlêdana suc bikin
15:29
JINHA
ENQERE - Heyeta HDP'ê li gundê Zergelê yê ji ji aliyê balafirên şer ên TSK'ê ve hat bombebarankirin û 8 welatiyên sivîl lê hatin qeitlkirin lêkolîn kir û wiha got: "Bê guman û fikar li gund komkujiyekî sivîl pêk hat." Heyetê diyar kir ku liu gund bi salên derêj cihê jiyana sivîlan e û li gund 35 mal, mizgeft û dibistan hene û di bombebaranê de ji kesên jiyana xwe ji dest dan yek Ayşe Mustafa ya 70 salî ye û dema nimêja sibê dikir hat qetilkirin.
Heyeta HDP'ê li gundê Zergelê yê li quntarê çiyayê Qendîlê yê ku ji aliyê balafirên şer ên TSK'ê ve hate bombebarankirin û 8 kesên sivîl qetilkirin lêkolîn kirin. Heyeta ji Alîkarê Hevserokên Giştî Nazmî Gur, Endama MYK'ê Hatîce Altinişik, parlementerên HDP'ê Hüda Kaya, Kadri Yıldırım û Osman Baydemir pêk tê piştî lêkolînên li gund kirin vegeriyan Enqere û rapora amadekirin bi raya giştî re parve kirin. Heyetê li Navenda Giştî ya HDP'ê civîna çapemeniyê li dar xist. Li ser navê Heyetê Osman Baydemîr axivî. Bi maseya civîna çapemeniyê li ser hat kirin wêneyên 8 kesên sivîl ên jiyana xwe ji dest dan hatin daliqandin.
Bi hemû derdoran re hevdîtin hat kirin
Osman diyar kir ku piştî hikûmetê ligel agahî û daxuyaniyan hatin dayîn "qetilkirina welatiyên sivîl redkirin" heyet pêk anîn û çûn herêmê. Osman anî ziman ku ji bo rastiyan derbixin holê çûn herêmê û heyetê di navbera 4-6'ê tebaxê de lêkolîn kirin û bi şahidên bûyerê, birîndar, gund, Serokê Herêma Kurdistanê Mesut Barzanî, Serokwezîr Neçîrvan Barzanî û dînamîkên heremê re hevdîtin pêk anîn. Osman da zanîn ku dema li gund lêkolîn kir YNK, Yekgirti, Tevgera Azadi, Goran û hin rêxistinên din bi wan re çûn û ligel wê kesên birîndar ziyaret kirin û di dema ziyaretê de Waliyê Hewlêrê Newzat Hama bi wan re geriyan.
Bêfikar sivîl hatine qetilkirin
Osman bilêv kir ku bi birîndarên ji 5 salî heya 70 salî bi hemû birîndaran re hevdîtin kir û têkildarî komkujiyê de ev agahî dan: "Gundê Zergelê gundkî hezaran salin welatiyên sivîl lê dijîn e. Li gund 37 mal, avahiya şaredariyê, mizgeft lê hene. Malên Selîm Hidir Emîn, Karox Hamed Emîne, Necîp Ahmet, Zagors Rojhilat xirab bûne. Welatiyên li gund bi saxî xilas bûn gotin 2 roj berî bombebaranê balafirên şer ên bê mirova li heremê keşîf kirin û roja bûyerê ji seat 4-63 caran bombebaran pêk hatin.
'Yên xwestin enkazê rabikin hatin bombebarankirin'
Bombeya ewli bombeya qazanê bû. Di encama vê bombeyê de Ayşe Muhamed Mustafa ya 70 salî jiyana xwe ji dest da. Li gorî welatiyên gund ên xwestin Mustafa xilas bikin gotin gund seat di 04.45'an de careke din hat bombebarankirin. Di bombebarana duyemîn de 4 kesên dixwastin Mustafa xilas bikin jiyana xwe ji dest dan. Êrîşa 3'yemîn seat di 05.10'an de pêk hat. Êrîş li hemberî kesên dixwastin enkazê rabikin pêk hat. Di vê êrîşê de jî 3 kesan jiyana xwe ji dest da. Di êrîşa 2 seatan berdewam kri de 8 kesên sivîl jiyana xwe ji dest da. Ev yek bêguman û bê fikar komkujiyekî sivîlan e. Û ev yekê ji aliyê heyeta me ve hatiye tesbîtkirin."
Osman da zanîn ku di dema bombebaran gundê Zergelê de gundên nêz ên bin avê Bonîskan û Liwjan jî hatin valakirin û ji ber ewlehiya canê wan tuneye nêzî hezar kesan gund terkirin. Osman bilêv kir ku di êrîşê de Salîh Muhammet Emîn ê ku jiyana xwe ji dest da jî ji gundê cîran bû û ji bo mêvaniyê hatibû gund û dema xwest ku xwîşka xwe xilas bike jiyana xwe ji dest da.
Di êrîşan de hevserê xwe winda kir
Osman destnîşan kir ku hevjina Necîp Abdullah ê ku di êrîşê de jiyana xwe ji dest da Mehrîz Azîz Velî di êrîş û hevserê xwe winda kir û mala wê hat xirabkirin û Velî ji wî re wiha gotiye: "Bi gotina xwe bombebarankirin û êrîş bûne qedera wan."
Li Qendîlê nêzî 100 gund hene
Osman derbirkî kir ku Qendîl weke bi tena serê xwe kampa PKK'ê ye nîşan dan û ev agahî şaş e. Osman diyar kir ku li herêma Qendîlê nêzî 100 gund hene û cihekî welatiyên sivîl lê dijîn e û di mehên havînê de hejmara kesên sivîl gelek zêde dibe.
Armanca êrîşan valakirina gundan e
Osman got "êrîş komkujiyekî zanebûn e" û dixwazin bi van êrîşan gundan vala bikin û gundiyan got li herêmê PKK'î hene lê bi tu awayî nayên gundan û bi kesên sivîl re têkîliyê nadanîn û ev yek li gorî hiqûq PKK'ê qedexeye.
'Berpirsiyarê vê komkujiyê AKP ye'
Osman da zanîn ku berpirsiyarê komkujiyê Tirkiye ye û ligel vê yekê welatên muhîmat dan jî berpirsiyar in û di êrîşê de ligel komkujiyê xweza jî hatiye qetilkirin û li herêmê şewat derketiye û wiha axivî: "Êrîşên TSK'ê yên bi komkujiya sivîlan bi dawî dibin di bin berpirsiyariya AKP'ê de pêk tên û hikûmeta AKP'ê berpirsiyar e. Em derbarê rayedarên di nava van êrîşan de cih digirin serlêdana sûc dikin. Em dê raporê weke daxwaznameya sûc bidin. Sîmgeya li ser muhîmatan wî welatî berpirsiyar digire."
Heke Îsraîlê gundê Fîlîstnê bombebaran kirinba we dê çi kiriba?
Osman piştî raporê careke din banga bêdengkirina çekan kir û ev tişt anî ziman: "Bi zimanê salên 90'an ve aştî nayê înşakirin. Çareserî axaftin e, diyalog e. Li ser qatlîamê hefteyek derbas bû. Hê jî rayedarên hikûmetê ev yek qebûl nekirine û ji bo vê yekê daxuyanî nedane. Ji bo parastina mafên jiyanê yên sivîlan tu daxuyanî tuneye. Li dijî sivîlan êrîş û qatlîam li kû derê cihanê û ji kê bê bila bê suc e. Divê hemû kes li hemberî vê yekê derkevin. Êrîşa li dijî gundê Zergelê heke ne gundekî kurdan gundekê Filistinê ba û ji aliyê Îsraîlê ve bihata bombebarankirin gelo dê Serokomar çi bigota? Serowezîr dê çi bigota? Gelo hûn gelekî bêxwedî dibînin? Ev cografya cara yekemîn nayê bombebarankirin. Yekem car e gund nayên serobiokirin. Qatlîama Roboskê di çarçoveya rêza fermanê de pêk hat heke yên qestên wan hene derxistina ber raya giştî, mekanîzmaya darazê bihata şixulandin dê Zergelê pêk nehata. Heke maseya muzekareyê nehata xirakirin, dev ji aştiyê bernedana ev qatlîam dê pêk nehata. Tekana riya TC heye ew jî bêyî demê winda bikin vegerin maseya muzakereyê."
Osman bilêv kir ku ew ê rapora ku amade kirine dê wergerînin hemû zimanên cihanê û bigihînin mekanîzmayên pêwîst. Baydemîr piştre pirsên rojnamegeran bersivand.
Osman ê ku nirxandina "Ya esasî ew e ku mekanîzmayên hundirîn bikevin dewreyê û parlamento ji bo hiqûqê bikeve dewreyê dê hewldanên me hebin" kir li ser pirsekî din jî diyar kir ku di nava kesên ku jiyana xwe ji dest dane de agahiyên ku jina ducanî jiyana xwe ji dest daye tuneye.
Ayşe Mustefa li ser secadeyê qetil kirin
Ji endamên heyetê Huda Kaya jî diyar kir ku Ayşe Muhammed Mustafa a ku di qatlîamê de jiyana xwe ji dest da dema ku nimêja serê sibehê dikir li ser secadeyê hatiye qetilkirin û wiha got: "Îxtidara muhafazakar a ku ev qatlîam pêk aniye heye. Wekî ku dibêjin derdê me îslam e. bi rêz Baydemîr pirsa heke gundekî Filistinê ba gelo dê bertekekî çawa nîşan bidana kir. Em bang li her kesî dikin ku bila empatiyê bikin. Dibistan, mizgeft hatine xirakirin."
Secade û pirtûk nîşan da
Huda secadeya ku Ayşe Mustafa li ser nimêj kiriye û ji enqazê hatiye derxistin bi xwe re anî û nîşanî rojnamegeran da. Huda jibilî secdayê pirtûkên zarokan ên ji bin enqazê derketine jî nîşan da û nirxandina "Yên ku dibêjin em oldar in, derdê me îslam e bila bibînin kî qetilkirine" kir.
'Tirkeya derewan dike'
Li ser pirsekî din Osman ev tişt anî ziman: "Hikûmeta Bexdayê êrîş şermezar kir. Yekîtiya Ereban jî êrîş şermezar kir. Rûsyayê şermezar kir. Ev pevçûn her diçe ber bi parçebûnekî din ve diçe. Em ji bo cihana derve vî îfade diken. Rayedarên Herêma Federal a Kurdistanê li wir daxuyanî dabun em gihan wan. Rêveberiya Herêmî beriya ku bi me re hevdîtinê pêk bîne piştî hevdîtinê daxuyaniyên ku dane, daxuyaniyên ku Davutoglu da û got 'Barzanî piştgiriyê dide me' pûç dike. Di vî êrîşê de ev jî tê xuyakirin ku armanc ewe ku tê xwestin dînamîkên herêma Kurdistanê bînin hemberî hev. Ez bawer dikim ku dînomîkên siyasî yên kurd dê vî dafikê pûç bikin."
Li ser pirsa ku der barê gotinên devlet Bahçelî ya ji bo HDP'ê aniye ziman jî Osman nirxandina "Cenaze diçin çar aliyê Tirkiyeyê û di rojeva me de polemîk tuneye" kir.
Osman li ser pirsekî din jî anî ziman ku di êrîşê de 8 kes hatine qetilkirin û 6 mal jî bi tevahî hatine xirakirin.
Wezareta Karên Hundir a Kurdistanê wekî 'qatlîam' bi nav kir
Endamê Heyetê Kadrî Yildirim jî diyar kir ku Wezareta Karên Hundir ê Herêma Federal a Kurdistanê Komîsyona Lêkolînê ava kiriye û di rapora hatiye amadekirin jî bi rapora wan ve ji sedî 95 wekî hev e.
(zt)