'Li dijî gelê ku li hember zilmê serî hildaye heqaret tê kirin'

11:14

Zeynep Akın/JINHA

ÊLIH - Hevseroka Navenda HDP'ê ya Êlihê Rojda Sûrûcû bertek li dijî heqeretên Serokê Giştî ya MHP'ê Devlet Bahçelî ya li dijî parlementerên HDP'ê da û got: "Ev heqeret tê wateya li dijî gelên ku di dîrokê de serî li hember desthilatdaran rakirine û bi hezaran kesên ku deng dane partiyê ye."

Bertek li dijî heqeretên Serokê Giştî ya MHP'ê Devlet Bahçelî ya ku dibêje 'Bê şeref li Bogazê ber qeraxê avê viskiyê xwe vexwarine û dengê xwe dane HDP'ê' didome. Hevseroka Navenda HDP'ê ya Êlihê Rojda Sûrûcû diyar kir ku gelê Kurd ji aliyek ve rastî êrîş û tundiya AKP'ê tê ji aliyê din ve rastî gotinên bi heqeret yên MHP'ê tê. Rojda anî ziman ku Dewlet Bahçelî ji demên derbasbûyî ve dijmintiya gelê Kurd dike û hestên dijmintiyê wêdetir li hember Kurdan di nava xwede hildigre û got: "Lê em niha dibînin ku dijmintiyê xwe ne tenê li dijî gelê Kurd e, li dijî 6 milyon parazvanên demokrasî û aştiyê yên ku dengê xwe dane HDP'ê ye."

'Heqeretên ku li dijî gelê me hatiye kirin em li xwediyê wê vedigerinin'

Rojda destnîşan kir ku HDP'ê têkoşîna mafê gelê Kurd û hemû hemû gelan daye û wiha domkir: " Ev heqeret tê wateya li dijî gelên ku di dîrokê de serî li hember desthilatdaran rakirine û bi hezaran kesên ku deng xwe dane partiyê ye."

Rojda bi lêvkir ku Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî Taner Yildiz jî bi heman helwestê êrîşê HDP'ê kiriye û gotina 'Eger 3'ê roj bê eletrîk bimînin wê dengê ku emanetê HDP'ê hatî kirin ji holê rabe' rexnekir. Rojda wiha dawî li gotina xwe anî: "Ji ceza, tundî û polîtîkayên tune hesibandinê gel dê têkoşîna me li her qadê bilind bibe. Wekî ku Hevserokê me yê Giştî a HDP'ê Birêz Selahattîn Demîrtaş dibêje 'Heqeretên ku li dijî gelê me hatiye kirin em li xwediyê wê vedigerîn in e.

(rc)