Heyeta Îmraliyê: Divê şertên avakirina muzakereyan çêbibe û bên xistina bin ewlehiyê

14:52

JINHA

ENQERE - Têkîldarî pêvajoyê ji Heyeta Îmraliyê daxuyaniyekî nû hat. Heyeta Îmraliyê nirxandina "Hikûmeta AKP'ê ku di pêvajoya çareseriyê de pêbaweriya xwe winda kiriye, êdî rewşa xwe ya ku trafîka hevdîtinê ya bi Ocalan re diyar bike jî winda kiriye" kir û di berdewamê de ev tişt ragihand: "Heke pêvajo bidome divê şert û mercên ku birêz Ocalan xebatên muzakereyê bi însiyatîfa xwe, di dema ku ew bixwe diyar dike, bi heyetên kesên ku ew pêşniyar dike bê avakirin. Wekî ku di mînakên muzakereyên cihanê de jî gelek nûmûneyan de tên dîtin jî ev pêkanîn divê statuya birêz Ocalan a muzakereyê jî diyar bike, bi sererastkirinekî qanûnî ve bê misogerkirin û ev yek ji bo aştiyê wekî berpirsyariyekî dîrokî li pêşiya me disekine. Li derve pêşketinên neyînî yên diqewimin û pêvajoya pevçûnê ku windahiyên can çêdibe bi sererastkirinekî bi vî rengî ve ya ku dê pêvajoya çareseriyê bi lez bibe encamê. "

Heyeta Îmraliyê têkîldarî geşedanên dawî yên di demên dawî, nîqaşên di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de û daxuyaniyên ku rayedarên hikûmetê didin de daxuyaniyekî nivîskî weşand. Daxuyaniya ku bi îmzeya endamên heyetê Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle, Aktîvîsta KJA'yê Ceylan Bagriyanik, Parlamenterên HDP'ê Îrdîs Baluken, Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder hate weşandin wiha ye:

"Di 2012'an de operasyonên qirkirina siyasî, operasyonên îmhakirinê yên leşkerî, qatlîama Robaskê û tecrîda girankirî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ve konsepta tasfiyekirina tevahî, heta pêvaoya ku metna Mutabaqata Dolmabahçeyê ya ku em dikarin wekî pêşnûmeya aştiya mayînde binirxînin, xebatên ku heyeta me dimeşîne ji aliyê raya giştî û gelê me ve tê zanîn. Heyeta me di vê pêvajoyê de li aliyekî di navbera Îmrali-Qendîl-Enqereyê trafîka hevdîtinan de cih girt, meşand, li aliyê din jî bi koma me ya parlamentoyê ve ji bo ku pêvajoya çareseriyê bigihîje encamê, li meclîsê di xebatên qanûnî yên hatin kirin de peywira muxatabiyê wergirt. Ji bo aştiya mayînde ji bo ku HEyeta Şopandinê bê avakirin û di hefteyeke de muzakereyên fermî bê destpêkirin, kongreya ku ji bo çekan ji dewreyê derxîne ji aliyê birêz Ocalan ve dê bangawazî bihata kirin em di wekî di mînakên cihanê de nehatiye dîtin bi lez dimeşiyan û ev yek jî divê me encamekî çawa bibandor digirt bê nixandin.

AKP'ê pêvajoya dîrokî wêran kir

Di serdemekî em hatin ber bi aştiyekî mayînde ve di hilbijartina 7'ê hezîranê de hikûmeta AKP'ê li şuna aştiyê desthilatdariya xwe derxist pêş û li gorî wê helwesetekî siyasî nîşan da û pêvajoya dîrokî mixabin anî ber nokteya wêrankirin. Di vê demê de Serokomar Erdogan got, 'heyeta şopandinê çênabe', 'mutabakata dolmabahçeyê şaş e, 'alî tunene', mase tuneye' û 'pirsgirêka kurd tuneye' daxuyanî dan û pêvajoya çareseriyê ji bo girseya nîjadperest bi dawî kir. Di pêvajoya hilbijartinê de provokasyona Giyadînê, bombeyên li Edene û Mêrsînê, înfaza Kanîreşê ya Çewlîkê û herî dawî bombeyên li Qada Îstasyonê ya Amedê teqiyan tenê xebatên partiya me yên ji bo aştiyê xizmetê dikin na di heman demê de pêvajoya çareseriyê jî bêtaqat hişt.

Ligel van hemû neyîniyan gelê me di hilbijartina 7'ê hezîranê de li hemberî provokasyon û lêgerînên şer di sindoqan de ji bo muzakere û çareseriya siyasî ya demokratîk ked da û anî roja cîhanê. Di heman demê de gelê me di 7'ê hezîranê de navnîşana çareseriya hemû pirsgirêkan Meclîs û Parlementoya nîşan da. Hikûmeta AKP'ê ya di 7'ê hezîranê de têkçû peyama gelê me rast nexwend û li gorî wê polîtîka pêşnexistin li şuna wê kaos û pevçûn anîn rojevê û daxwazên aştiyê başguh kirin. Em bûyer piştî hilbijartinê li Amedê bi kuştina rêveberekî Îhay-der û 3 endamên partiya me di wê çarçoveyê de dinirxînin. Piştî hilbijartinê endamên AKP'ê yên di heyeta pêvajoya çareseriyê de cih digirtin jî di nav de, reyedarên hikûmetê bi daxuyaniyên dayîn di pêvajoya çareseriyê de hikûmeta AKP'ê ji bo ku bigihije aştiyekî mayînde na ji bo bi tena serê xwe bibe desthilatdar û riya serokatiya welat ji Erdogan re vebike tevgeriyan nîşandan. Piştî Erdogan û hikûmeta AKP'ê dîtin ku nemimkûne bigihijin armanca xwe weke sala 2012'an bi konsepta şer a topyekûn bersiv da. Operasyonên siyasî yên her roj bi dehan kesên tên girtin, operasyonên leşker, komkujiya Zergelê, valakirina gunda û şewitandina daristanan, herêmên ewlehiyê îlankirin, pêkanînên OHAL'ê, herî dawî li Silopiyê înfaz li dar xistin, HDP hedef girtin, destnedayînê rakirin, girtiyan partiya siyasî, tecrîda zêdehî 4 mehin li Birêz Ocalan pêk tê xulaseya konsepta şerê hikûmeta AKP'ê daye destpêkirin e. Komkujiya Pirsûsê ya 32 ciwanên me hatin qetilkirin û piştî wê yekê provokasyona li Serêkaniyê xistin dewreyê bi zanebûn hatiye plankirin û ji aliyê hikûmetê ve ji bo konsepta şer pêk bîne bikaranî.

AKP, Erdogan û medyaya alîgir şerê psîkolojîk xist dewreyê

Sedema komkujiya Pirsûsê ji ber polîtîkayên Rojava û Suriyeyê yên hikûmetê pêk hat hemû raya giştî ya neteweyî û navneteweyî ev yek tesbît kiriye. Hikûmet di serî de heya niha li hemberî Rojava û Suriyeyê polîtîkayên şaş bikaranîn û herî dawî piştî Gire Sipî hat azadkirin ev yek bi awayekî aşkera vegerênd dijmihaniyê. Erdogan, AKP'ê û medyaya şer ji bo Şoreşa Rojava bixeniqîne dest bi kampanyaya şerê psîkolojîk kir. Di pêvajoyekî wisa giran de pêvajoya çareseriyê gav bi gav ber bi tunekirinê ve birin. Di demên dawî de rayedarên hikûmeta AKP'ê û medyaya şer dest bi operasyonekî hişmendiyê ya weke hin geşedanên erenî pêk tên kir. Di vê mijarê de cenazeyên li sînor ji bo hilbigirin welat kirin mijara bazariyê û dijmirovahî tevgeriya. Di nava vê operasyonê de tecrîda li ser Birêz Ocalan û serlêdanên me yên devikî û nivîsîkî yên fermî li hemberî heyeta me vegêrandin kampanyaya bêbawerbûnê.

Banga baldariyê

Em weke Heyeta Îmraliyê li hemberî konsepta şer a topyekûn, tecrîda dijhiqûqî ya li ser Birêz Ocalan tê meşandin û di serdemekî AKP ji bo şer her tiştî dike gelê xwe û raya giştî li hemberî polîtîkayên bêbawerbûnê hişyar dikin û dewetî baldar tev digerin dikin. Em careke din dubare dikin ji bo ev konsepta şer ji dewreyê derbikeve divê operasyonên siyasî û leşkerî rawesstin, alî vegeriyan asta bêpevçûniyê, tecîrda girankirî rabikin, mekanîzmayên muzakereyê ji nû ve bên avkirin weke berpirsiyariyekî dîrokî dibînin. Em hikûmeta AKP'ê ji bo pêvîstiyên pêvajoya çareseriyê yên pêşeroka Tirkiye û Rojhilata Navîn a demokratîk bi bandor bike bi cih bîne hişyar dikin. Daxwaza Heyeta Îmraliyê ya bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bike di vê çaroveyê de divê bê nirxandin.

Hikûmeta AKP'ê pozîsyona ku trafîka hevdîtinên me pêk bên negirtiye

Heyet di daxuyaniyê de da zanîn ku di vê çarçoveyê de AKP di pêvajoya çareseriyê de bawerîbûna xwe winda kiriye û wiha hat gotin: "Hikûmeta AKP'ê pozîsyona ku trafîka hevdîtinêm me pêk bên negirtiye. Ger pêvajo berdewam bike, em di wê baweriyê de ne ku şert û mercên Birêz Ocalan karibe xebatên xwe bi înîsijatîfa xwe diyar bike û heyeta ku bê avakirin kesên ku ew diyar bike re bê meşandin. Ji bo Birêz Ocalan pozîsyona muzakereyê ku bê dayîn, dê muzakere bi tevlibûna aliyên cûda yên civakê re bi awayekî zelal pêk bê û bingeha ku aştiya civakî pêk bê derkeve holê. Birêz Ocalan di statûya muzakereyê de li gorî diyar beke dê bikeve bin qanûnê û ev yek jî ji bo aştiyê mecbûriyetek dîrokî ye. Mijar heyet biçe Îmarilyê yan neçe nîn e, divî Birêz Ocalan di şertû merêşn wekhev û azad de xebatên muzakereyê bide meşandin."

Heyet di daxuyaniyê di diyar kir ku di pêvajoya çareseriyê de li gel bêbiryaran û şerpezeyan jî dîsa heyeta wan di nava civakê de heta niha tu şikestina baweriyê pêk neaniye û daxuyanî wiha bi dawî bû: "Hin endamên heyetê yên AKP'î di van demên dawî de êrîşê partî û gelê me dikin û bi vî awayî xwe li ser piyan digirin. Di konjonktura heyî de di nava hewldanên ku ji nû ve posîzyon bigirin de ne û em vê yekê bi awayekî matmayî dişopînin. Mutabakata Dolmabahçe jî di nav de di demên borî de hemû xebatên ku ew jî tê de cih girtine înkar dikin. Bila baş bê zanîn ku gelê me bi tu awayî prîm nedaye wan û medyaya alîgir. Ji bo xwe ji rewşa kambax ku ketine rizgar bikin bi rojevê derewş, Birêz Ocalan ji xwe re dikin wekî amûr nêz dibin. Divê baş bizanibin ku piştî 7'ê hezîranê pêvajoya çareseriyê ji holê hatiye rakirin. Ev kesên ku bi awayekî şexsê difikirin divê dest ji vê yekê berdin û çi dibe bila bibe xwedî li aştiyê derbikevin."

(zt)