Fîgen Yuksekdag: Li cihê li sedeman bigerin zarokan qetildikin

18:45

JINHA

ŞIRNEX - Heyeta HDP'ê ku Hevseroka Giştî Fîgen Yuksekdag û Ertugrul Kurkçu jî di nav de bûn hatin Silopî û malbatên welatiyên jiyana xwe ji dest dane ziyaret kirin. Fîgen Yuksekdag girêdayî rewşa heyî nirxandin kir û got; "AKP'ê li hember gelê ku ew ji desthilatdariyê xistine şer daye destpêkirin. Lê binêrin ev der ew dere ku gelê Şirnex yê bi rûmet û welatparêz AKP kiriye partiya tabelayê."

Li navçeya Silopî ya Şirnexê piştî ku 7'ê hezîranê polîsan xwest xendekên welatiyan ji bo parastina cehwerî ya li hember girtin û binçavkirinan bigire ciwan û gel nehiştibû polîs û wesayîtên zirxî bikevin taxê û di encama pevçûnan de 3 welatî hatibûn qetilkirin, bi dehan welatî hatibûn birîndarkirin û welatiyên ku birîndar birine nexweşxaneyê hatibûn binçavkirin û îşkence li wan hatibû kirin. Heyeta HDP'ê ya 3'emîn ku ji Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yuksekdag, Berdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan û Parlamenterê HDP'ê yê Îzmîrê Ertugrul Kurkçu, Parlamenterên HDP'ê yên Mêrdînê Gulseren Yildirim û Erol Dora, Hevşaredara navçeya Yenişehirê ya Amedê Ulku Baytaş pêk tê ji bo malbatên xizmên wan hatine qetilkirin, birîndarkirin û binçavkirin her wiha êrîşên polîs û tîmên taybet ên li hember taxa Zapê lêkolîn bike hate Silopî. Beriya ku heyet malbatan ziyaret bike û li taxa Zapê lêkolînan bike li avahiya HDP'ê ya Silopî bi Parlementerên HDP'ê yên Şirnex Faysal Sariyildiz, Ferhat Encu, hevşaredarên herêmê, hevserok û rêveberên HDP û DBP'ê yên herêmê, nûnerên saziyên sivîl ên civakî û gel re hatin cem hev. Li vir Parlamenter Sariyildiz der barê bûyer û êrîşên polîsan yên li Silopî agahî dan heyetê. Piştre Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yuksekdag got ku AKP'ê li hember gelê ku ew ji desthilatdariyê xistine şer daye destpêkirin û wiha axivî; "Lê binêrin ev der ew dere ku gelê Şirnex yê bi rûmet û welatparêz AKP kiriye partiya tabelayê. Li vir hêza rewa ew ku wekîlên gel hilbijartine û hêza ne meşru jî AKP û destbirayên wê yên siyasî û qesr û saziyên qesrê ne."

'AKP û Qesrê hêza gel nedîtin'

Fîgen bi lêv kir ku piştî 7'ê hezîranê AKP têk çûye lê vê yekê hezm nake û axaftina xwe wiha berdewam kir; "AKP'ê di 7'ê hezîranê de dixwest desthilatdariya wê zêdetir bibe. Dixwestin ne tenê desthilatdariya partiyekê, desthilatdariya zilamekî pêk bînin. Li gelek deveran bi taybetî li Kurdistanê pêşiya Erdogan vîna gel girt. Tunebûna xwe ya li herêmê hezm nekir, têkçûyîna xwe û serkeftina HDP'ê ya li herêmê hezm nekir. Li hember xwe hêza demokratîk hezm nekir. AKP'ê û Qesrê bi salan e hêza gel nedîtin. Xwestekên gel nedîtin."

Fîgen anî ziman ku şerê taybet yekemîn li Şirnex hatiye destpêkirin û axaftina xwe wiha domand; "Li vir kontra gerîla hatin avakirin û bikaranîn. Li Şirnexê Jitemê bi salan xwe rêxistin kir û komkujî pêkanîn. Ji salên 90'î heya niha gelê herêmê ji demokrasî û aştiyê gav paşve neavêtiye. Nekarîn vê xwesteka demokrasî û aştiyê reş bikin. Îro jî ev gel destûrê nade tarîkirina demokrasî û aştiyê. Di van şert û mercên giran de baweriya me bi mafdariya gelê me heye."

'AKP'ê ev gel wekî welatiyên vî axê nedît'

Fîgen da zanîn ku divê AKP bifikire ku ji ber çi vî gelî tenê parlementerek nedayê û wiha dirêjî da axaftina xwe; "Divê AKP hisaba 'çima gelê Şirnex deng neda min' bike. AKP'ê birînên gel ne kewandin. Tiştên ku bi şerê taybet yên li ser vî gelî hatine meşandin nedîtin. Ev gel weke hemwelatiyê vê axê nedît. Hê jî weke polîtîkayên salên 90'î dibêje hûnê hêza tirkan bibînin. Vî gelê ji bo ku nasnameya xwe, çanda xwe bijî bi salan e bedêl dan û dê hê jî li ber xwe bide."

Fîgen destnîşan kir ku dawîkirina pêvajoya aştiyê û caredeke din destpêkirina şer AKP'ê daye destpêkirin û wiha pêde çû; "AKP û qesr hilbijartinên ku bi îradeya gel pêk hatine qebûl nake. Ev 2 sal in we amadekariya şer gelê me jî amadekariya aştiyê dikir. Gelê me digo dê piştî 7'ê hezîranê aştî pêk were lê we amadekariyên xwe kirin û li hember gelê me şer da destpêkirin. Di vî şerê de berpirsyarê hemû jiyana gerîla, leşker û polîsan hûn in."

'Yên salên 90'an li kû ne ew ê jî biçin wir'

Fîgen di berdewama axaftina xwe de got ku li ber nexweşxaneyan welatiyan qetil dikin, zarokan dikujin lê hûn ji wan bipirsin dê bibêjin ji bo ev şer ji bo welat e ji bo gel e û ev tişt li axaftina xwe zêde kirin; "Cihê kesên ku van tiştan dikin diyar e, sergoya dîrokê ye. Yên salên 90'î li ku ne, ev jî dê biçin wir. Gel êdî ne gelê salên 90'î ye sal jî ne salên 90'î ne. Em destûrê nadin ku hûn nirxên me yên demokratîk qetil bikin. Em destûrê nadin vî şerê desthilatdariyê. heya niha hêza gel fam nekirin lê dê ji îro û pêde hêza gel bibînin. Ev hêza gel dê pêşeroja me li me bide bidestxistin. Me hêza cehwerî li Silopî dît."


Berdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan û Parlamenterê HDP'ê yê Îzmîrê Ertugrul Kurk jî axivî û sersaxî ji hemû gelê Silopî re xwest. Ertugrul bi lêv kir ku welatiyên jiyana xwe ji dest dayîn li hember zilm, neheqî û rejîma ne rewa li ber xwe dane û wiha dirêjî da axaftina xwe; "Van rêvehal û birayên me nîşanî me da ku mirov dikare li hember vê rejîma zilmdar û ne rewa li ber xwe bide. Divê em ji wan paşve nemînin. Divê em têkoşîna wan fêm bikin, fêr bibin, bijîn û bidin jiyîn."

'Ev rejîm ne rewa ye'

Ertugrul diyar kir ku rojek kêm an jî zêde ew dê vê rejîma zilmdar rêkin dera ku heq kirine û wiha pêde çû; "Cîhan hemû dizane ev rejîm zilmdar e. Em hemû dizanin ev rejîm ne rewa ye. Vê yekê herî baş Recep Tayyip Erdogan dizane. Mafê Erdogan tuneye ku van tiştan bike. Mafê wî tuneye ku dîrektîfan bide AKP'ê. Di eslê xwe de di ortê de hikumetek tuneye. Vî gelê di 7'ê hezîranê de peywira vê hikumetê bi dawî kir."

Piştî axaftinan heyet çû serdana malbatên Ulaş, Bilin û Tamboga. Di serdana malbata Tamboga de dayîka Tamboga, Zeynep Tamboga got ku dema kurê wê çûye mala cînarê wan a dişewtine vemirîne hatiye qetilkirin. Dayîk Tamboga anî ziman ku ger ev êrîş û zordestî berdewam bikin ew dê zarokên xwe bibin û biçin Cûdî. Kurê Ulaş, Şahin Ulaş jî got ku ji bo ku tu zarok din nemînin bê bav bila ev şer raweste.

Piştre heyet bi meşê çû Qada Zapê a ku li taxa Zapê ye. Fîgen Yuksekdag li wê jî axaftinek kurt kir ku got; "Em tu dem we bi tenê nahêlin."

Piştre heyet ji Silopî veqetiya.

(no-sbk/zt)