Jinên CHP'ê helmeta 'Ji şer re na' dan dest pê kirin
10:55
Ceren Karlidag/ JINHA
ÎZMÎR - Jin xwe li hember îqtîdara AKP'ê û helwesta medyayê a şer rêxistina xwe berfireh dikin. Baskê Jinên CHP'ê ên Îzmîrê bi dirûşmeya "Ji şer re na' kampanya dan dest pê kirin. Seroka Baska Jinên CHP'ê ên Îzmîrê Nurhan Yanya got: "Welatên pêşketî pereyên ku pê amûrên şer dikin, ger ji bo xizmeta jin û zarokan pêk anîban dê rewşa cîhanê cudatir ba. Em êdî naxwezin rondikê dayikan bibînin û zarok sêwî jiyan bikin."
Baskê Jinên CHP'ê a Îzmîrê li dijî polîtîkayên şer ên hikûmeta AKP'ê helmeta bi navê "Ji şer re na" dan dest pê kirin. Jinan diyar kirin ku, rûyê şer yê qirêj ew e ku jin tên tecawûz kirin û îstîsmara zarokan pêk tê. Jinan balkişandin ser koçberiyên bi zorê û anîn ziman ku ji bo pêşî li van bûyeran bên girtin wan lezgînî dane helmeta xwe. Îmzayên ku di çerçoveya helmetê de bên berhevkirin, dê di 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê de bişînin Meclîsê. Seroka Baska Jinên CHP'ê ên Îzmîrê Nurhan Yanya diyar kir ku, Îqtîdara AKP'ê û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan dixwaze bi zarokên malbatên xizan dest bi şer bike û got, "Em yekîtî, wekhevî û aştiyê dixwazin."
'Stant wê werin vekirin û derî bi derî bê gerandin'
Nurhan destnîşan kir ku, AKP'ê hewldide jin, zarok û ciwanan bîne beramberî hev û got, "Jin herî zêde rastî rûyê qirêj a şer tên" û diyar kir ku ew helmeta îmzeyê li dijî "rûyê qirêj" dane dest pê kirin. Nurhan axaftina xwe wiha dom kir, "Ji bo ku em li dijî şer cudahiyek bidin despêkirin wek Baskên Jinên CHP'ê ên Îzmîrê ev helmata 'ji şer re na' dane destpêkirin. Stant wê werin vekirin û derî bi derî bê gerandin. Îmzayên ku di çerçoveya kampanyayê de bên ber hevkirin dê di 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê de em ê bibin Meclîsê."
'Ji bo welatek aştî û xweşî'
Nurhan balkişand ser gotina xwe û got ku AKP'ê di pêvajoyên dawî de bi operasyon û tundiyê ku pêk tîne, di çerçoveyên sucên şer de ne û got, "Ampulê AKP'ê tenê alîgirê xwe ronî dike. Tabloya bi êş a ku bi zîhniyeta AKP'ê tê avakirin me ji kûr birîn dike û dîşîne. Her roj ciwanên me ên biçûk tên qetilkirin. Em êdî dixwazin dawî li vê yekê were. Wek jinên CHP'ê ji bo welatek aştî û xweşî em ê têkoşîna xwe li dijî şer bidomîn in. Em ê têkoşîna xwe bidomînin û ji şer re bêjin na. Lewre ya herî zêde jin û zarok ji vî şerî bandor dibin."
'MHP wek gopala destê AKP'ê ye'
Nurhan helwesta piştgirî a li gel AKP'ê rexne kir û wiha got, "MHP di vê pêvajoyê de dîsa buye wek gopala ku AKP'ê ser piyan bigre. " Nurhan her wiha anî ziman ku, Parlementerên Îzmîrê yên AKP'ê li hemberî Parlementerên Îzmîrê yên CHP û HDP'ê ku di nava Bloka Aştiyê de cih digrin deklarasyonek wek biloka şer avakirine û got, "Ev 13 salin ez wate nadim kiryarên AKP'ê. Ew ji bo berjiwandiyên xwe serî li hemû leystikan didin."
'Em cîhanek ku kevoka aştiyê ser wê re difire dixwazin'
Nurhan di dawiya axaftina xwe de wiha got, "Em yekîtî, wekhevî û aştiyê dixwaz in. Bila çek bên bêdeng kirin. Em cîhanek ku şer û çek lê bê deng bûye û kevoka aştiyê ser serê wê re difire dixwazin. Welatên pêşketî pereyên ku pê amûrên şer dikire, ger ji bo xizmeta jin û zarokan hatiba cuda kirin, cîhan wê li cihek hîna baştir da ba ya. Em êdî naxwezin rondikê dayikan bibînin û zarok sêwî jiyan bikin."
(rc/ch)