Besê Hozat: Dê êdî Tirkiye ne tenê li Enqerê bê rêvebirin

16:04

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat gorêdayî pêvajoyê nirxandin kir û got: "Li Kurdistanê serdemeke nû destpê dike. Ev dem dema rizgariya ji rêveberiya dewleta mêtînger û bi avakirina xwerêveberiyan re rêvebirina xwe bi xwe ye." Besê balkişand ser tecrîda ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha domand: "Zextê li Rêber Apo dike ku baga dersînorbûnê li gerila bike. Ji ber ku Rêber Apo vê red dike û muzakereya demokratîk-çareseriyê ferz dike, tecrîda li hemberî wî didomîne."

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat, der barê êrîşên topyekûn ên dewleta tirk li hemberî gelê kurd û ragihandina xwerêveberiyên li Bakurê Kurdistanê de nirxandinên giring kir. Besê da xuyakirin ku nêzîkatiya dewleta Tirk û AKP'ê ya li pirsgirêka Kurd, bi tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re xwe bi awayekî zelal radixe pêş çavan û got, "Rêber Apo di çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd de navê kîlît e. Pirsgirêka Kurd bi muzakereya di nav şert û mercên azad û wekhev de bi Rêber Apo re dikare çareser bibe. Hemû hewldan û lêgerînên li derveyî vê, ji bilî tinekirinê nayên ti wateyê. Nêzîkatiya heyî ya dewleta Tirk û AKP'ê bi vî rengî ye, yanî xwedî nêzîkatiya tasfiyeyê ne."

'AKP'ê di 5'ê nîsanê de pêvajo bidawî kir'

Besê diyar kir ku dewleta Tirk û AKP bi polîtîkaya tecrîda şidandî ya li ser Ocalan re tesfiyekirina PKK'ê û teslîmgirtina gelê Kurd ferz dike û got, "AKP, bêyî ku mafên herî xwezayî yên Kurdan mafên siyasî, civakî, çandî û aborî bide, bêyî ku nasname û statuya gelê Kurd nas bike, ji Rêber Apo dixwaze ku hêzên gerîla derxîne derveyî sînor û têkoşîna çekdarî bisekinîne. Zextê li Rêber Apo dike ku li ser vê bingehê bangê li tevgerê bike. Ji ber ku Rêber Apo vê red dike û muzakereya demokratîk-çareseriyê ferz dike, tecrîda li hemberî wî didomîne."

'Êrîşên hewayî vala derketin'

Besê bal kişand ser operasyonên leşkerî û êrîşên hewayî yên ji 24'ê Tîrmehê û pê ve li hemberî qadên gerîla hatin destpêkirin û anî ziman ku bi van êrîşên berfireh ên ehwayî û operasyonan re xwestin derbên bi bandor li gerîlayan bixin. Besê da xuyakirin ku Tevgera Azadiyê ya Kurd di nava du salên dawî de li Tirkiyeyê û li gelemperiya herêmê pozîsyoneke gelekî xurt bi dest xistiye û got, "Tevgera Azadiyê ne tenê ji bo Kurdistan û Tirkiyeyê, ji aliyê teşegirtina Rojhilata Navîn a Demokratîk, demokratîkbûyîna tevahiya herêmê û destnîşankirina karaktera demokratîk a sîstema li herêmê tê rûniştandin de, veguherî aktorê bingehîn. Dewleta Tirk û AKP nikare xwe li vê rabigirin."

Besê da zanîn ku ev êrîşên ji ber vê xweranegirtinê tên kirin, bê encam mane û got, "Êrîşên hewayî yên ji 24'ê Tîrmehê û pê ve tên kirin, pûç bûne. Hêzên gerîla ji ber ku dizanîbûn wê dewlet-AKP êrîş bike, ji berê ve tedbîrên xwe girtibûn. Di van êrîşan de, berevajî îdîayên artêşa Tirk 390 şehîd, 150 jê giran 400 birîndarên me nîne. Di êrîşên hewayî yên heta niha de bi giştî 11 hevalên me şehîd ketine û gelek kêm hevalên me birîndar bûne." Besê diyar kir ku çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûyîna Tirkiyeyê, berevajî daxuyaniyên hin derdoran ku dibêjin 'bi îlankirina agirbesta yekalî ya PKK'ê re dibe', demokratîkbûyîn û çareseriya pirsgirêkê bi meşandina têkoşîna demokrasiyê li her deverê pêk tê û wiha nirxandin kir "Bi rola bi bandor a siyaseta demokratîk û bi têkoşîna xurt a aştî û çareseriya demokratîk, ev yek dikare pêk were. Bi sekinandina şerê topyekûn ê AKP dimeşîne re dikare pêk were. Kengî AKP'ê dawî li operasyonên siyasî û leşkerî anî, hingî em ê jî bi Rêber Apo re hevdîtinê bikin û rewşê binirxînin. Ji xwe heta ku em bi Rêber Apo re yekser hevdîtinê nedkin, em ê êdî li ser agirbestê nîqaşê nekin. Ji xwe PKK'ê agirbest xera nekiriye, ku îlan bike. Yê agirbest xera kir û dest bi êrîşên tinekirinê yên topyekûn kir, dewleta Erdogan û AKP ye."

'Hemû hevdîtin guhdarkirin û kirina belge şerte'

Besê ji bo agirbesteke zeximkirî jî ev merc destnîşan kir:

"*Tecrîda li derveyî mirovahiyê ya 16 sal in li hemberî Rêber Apo tê meşandin û polîtîkaya dîlgirtinê divê bi temamî ji holê werin rakirin. Rêber Apo wê bibe xwedî mercên wekhev û azad. Rêxistina xwe jî di nav de bi kê re bixwaze hevdîtinê bike, wê bike û pirsgirêka Kurd bi awayekî azad bi dewletê re muzakere bike.
*Muzakere wê fermî bin, hemû hevdîtin wê bên qeydkirin, nivîsandin, îmzekirin û bi belge bin. Heyeteke ji hêzên navneteweyî weke aliyê sêyemîn ê pêvajoya muzakereyê wê pêvajoyê bişopîne û bi rola hakem rabe. Serenavên muzakereyê û encamên hatine bidestxistin wê bikevin rojeva Meclîsê û li gorî vê sererastkirinên qanûnî û destûra bingehînî bên kirin.
*Paralelî bi cih anîna van her du mercan, wê agirbesteke zeximkirî ya her du alî li gorî wê tevbigerin were ragihandin û desteyeke şopandinê ya vê agirbestê kontrol dike, bê avakirin. Li ser rewşa agirbesta zeximkirî wê Tevgera Azadiyê bi Rêber Apo re rûnê û mercên wê nîqaş bike. Weke şertê bingehîn ê agirbesta zeximkirî wê dewlet bi ti awayî qereqol-kalekol, bendav û rêyên bi armancên leşkerî çêneke. Wê mirovan negire û mirovên ji sala 2013'an û vir ve girtiye, serbest berde."

Êdî dê Tirkiye tenê li Enqerê neyê rêvebirin'

Besê ji bo helwesta xwerêveberiyê ya li gelek herêmên Bakurê Kurdistanê hatiye nîşandan, ev nirxandin kir: "Gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê li dijî polîtîkayên qirkirinê yên sed salan ên dewleta Tirk û li hemberî pêkanînên şerê topyekûn ê AKP'ê ku rêveberê van polîtîkayan e, helwesteke radîkal girt. Polîtîkayên înkar û tinekirinê red kir. Bi gotina 'Dewleteke ku qirkirinê li ser min ferz dike, min qetil dike, ji bilî tinekirina min li iştekî din nafikire nikare min bi rêve bibe û nikare min biparêze' vîna xwerêvebirinê destnîşan kir. Ev helwesteke gelekî hêja ye. Em heta dawiyê destekê didin vê helwesta xwe."

Besê da xuyakirin ku divê îlan û pêkanînên xwerêveberiyê li her deverê werin kirin û got, "Li dijî her şêwe êrîşên dewletê, girîng e gelê me bi xweparastin û berxwedaneke civakî ya xurt, sîstema xwe biparêze. Divê welê be ku polîs nikaribe cesaret bike mirovekî bigire. Divê destûr neyê dayîn ku polîs bikeve hundirê taxan. Pêwîste gelê me bêyî pêwîstiya xwe bi ti saziyeke dewletê hebe, sîstema xwe ava bike û xwe bi rêve bibe, xwe biparêze.

Hûn jî dibînin dewlet-AKP'ê Kurdistan teslîmî tîmên şerê taybet kiriye. Ev tîmên taybet hêza gladyoya nû ya Erdogan e. Li Kurdistanê terorê dimeşînin. Her roj komkujiyan dikin, mirovên sivîl înfaz dikin. Her roj mîna bûyera li Giyadînê bi dehan bûyer diqewimin. Li Silopiyayê, li Geverê, li gelek deverên din înfaz û komkujiyên bi heman rengî rû dan. Nêzîkatiya dewletê ya li Kurdan û Kurdistanê bi vî rengî ye. Bi hiqûqa şerê taybet Kurdistanê bi rêve dibe. Her şêwe êrîş, komkujî û înfazê rewa dibîne, li derveyî darizandinê radigire. Biryara ragihandina rewşa awarte jî, ji bo karibin hîn bi rehetî êrîşî Kurdan bikin û qetlîamê bikin, girtin. Niha li Kurdistanê zêdeyî 60 herêm di nava çarçoveya rewşa awarte de tên ragirtin. Niha tevahiya Kurdistanê di nava rewşa awarte de ye. Cihekî ku lê pêkanîna rewşa awarte nîne, tine ye. Şerê, îşkence û komkujiyên niha li Kurdistanê tên kirin, di asteke gelekî zêdeyî salên 90'î ye. Li Kurdistanê kontra-gladyo û tîmên tevgera şerê taybet li ser kar in.

Êdî bi ti awayî nabe ku ev amûra komkujiyê dewleta çete, gelê me bi rêve bibe. Gelê me vê qebûl nake, ji xwe bi ragihandina xwerêveberiyê re nîşan da ku vê qebûl nake. Li Kurdistanê serdemeke nû destpê dike. Ev dem dema rizgariya ji rêveberiya dewleta mêtînger û bi avakirina xwerêveberiyan re rêvebirina xwe bi xwe ye. Gelê me wê bi xurtkirina xwerêveberiya demokratîk a li ser bingeha paradîgmaya neteweya demokratîk re, xwe bi rêve bibe û biparêze. Li dijî her şêwe êrîşên dewleta çete, bi berxwedanê li dij derkeve. Li her deverê wê hêzeke xweparastinê bi rêxistin bike. Wê sîstema xweseriya demokratîk li gorî pîvanên paradîgmaya neteweya demokratîk ava bike û xwe li gorî hiqûqa sîstema xwe bi rêve bibe. Wê yên hatine wezîfedarkirin di cih de red bike. Ti kes nikare li pêşiya vê bibe asteng. Êdî di rewşa heyî de ev pêwîsteyeke zarûrî ye û mafekî rewa ye."

(zt)