Tugba Hezer: jin û ciwanan ber bi pêşerojek tarî ve dikêşin
09:10
SİYASET....MANŞET
JINHA
WAN - Parlementera HDP'ê ya Wanê Tugba Hezer di derbarê pêvajoyê de wiha axivî: "Jin û ciwanan ber bi pêşerojek tarî ve dikêşin. Emê li hember vê tekoşînê bilind bikin. Pêvajoya li ber çavan dixwiyê dê van piskirêkan zêdetir kur bike."
Piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê hikumeta AKP'ê ya ku hedefa wê bi tenaserê xwe bûyîna deshilatbû Tirkiyê ber bi şer ve kişand. Li gelek navendan qirkirinên sivîlan pêkanî, li hember komkujiyan gel parastina xwe ya cewherî pêşdixin. Girêdayî rewşa heyî Parlementera HDP'ê ya Wanê Tugba Heze diyar kir ku ew pêvajoya tê jiyankirin weke senaroyek ya hatî amadekirin dibînin. Tugba da zanîn ku gel li hember hikumetê bê parastinin û banga bilindkirina tekoşînê ker.
'Senaryoyek amadekirî'
Tugba destnîşan kir ku ev encamên ji koalisyonê derketîn ji bo wan ne spruzin û wiha domand: "Ji ber ku dibiniya sarayê de tê rêvebirin ji bo wê encamên wiha girt. Di 7'ê Hezîranê de di serî de hêzên demokratîk gelên li Tirkiyê serketinek mezin bidest xistin. Lê ev bikêrî her kesê nehat. Di serî de bi kêrî sarayê, Erdogan û hikumeta AKP'ê nehat. Deshilatiya 13 salan hebû. Erdogan ji ber serokatiya xwe hem koalisyon avanekir û hem jî welat ber bi gola xwînê ve bir."
'Êdî gel ji çuna firinê jî xwe didin paş'
Tugba wiha berdewam kir: "Ev şer di oxura deshilatiyê de tê meşandin. Gel diyar dikin ku dê bersiva pêwîst bidin tiştên tên jiyandin. Em weke HDP jî di wê baweriyê denin ku dema hilbijartinek çêbibe dê dengên HDP'ê qat bi qat zêde bibe. Xala ku gel di aliyê hiquqî de serlêdan kirî bê encam man. Li hemberî hikumetê bê bawerî heye. Heta gel ji çuna ifrinê jî xwe didin alî. Em her roj bi cenazeyan re ru bi rune. Her dem dayîkek ya em ber dilan bigerin û hinek bêhna wê fireh bikin heye. Gel ne neçare vê jiyan bike."
'Jin û ciwan ber bi pêşerojek tarî ve tê kişandin'
Tugba wiha axaftinên xwe berdewam kir: "Pirsgirêkên jin û ciwanan li Tirkiyê di nava pirsgirêkên herî mezindanin. Pêvajoya tê jiyankirin dê van zêdetir kur bike. Jin û ciwan ber bi pêşerojek tarî ve tên kişandin. Pêvajoy ber bi kude diçe bile biçe emê weke HDP her dem hewilbidin ji bo pirsgirêkên jin, ciwanan û pirsgirêkên girştî Tirkiyê rêbazên çareseriyê pêşde bibin. Em bi îsrar dibêjin Erdogan, emê te nekin serok. Pêdiviya vî welatî bi aştî, aramî û dadweriyê heye."
(zt)