Aycan İrmez: Em ê vê lîstokê xira bikin

09:15

Bêrîtan Elyakut/JINHA

ŞIRNEX - Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmez balkişand ser helwestên AKP'ê yên piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê bûyîna deshilatiya bi tenê, ji bo destxistina wê konsepta şer dayî despêkirin, sepandinên salên 90'an vegerandî û got: "Em ê vê lîstokê xira bikin." Aycan diyar kir ku dê gelê Kurd dest ji rêveberiya xwe cewherî û daxwazên xwe yên aştiyê bernedin.

Li navçeya Silopiya Şirnexê konsepta şer xistin meriyetê di encamê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan, gelek kes birîndar bûn û bi dehan kes jî hatin binçavkirin. Li hember şerê hatî despêkirin, dibin çavan de îskence û tecawîzên hatin kirin gel dest bi xweparastinê kir. Welatiyên Silopiyan biriyara rêveberiya cewherî girtin û li hember êrîşan xwe parastin. Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmez kirinên salên 90'an xistina meriyetê û bi wê êrîşî gel kirinê bi hemû hurbînînan ve vegot. Aycan da zanîn ku di 7'ê tebazê de hewildan li Taxa Zap a Silopiya dest bi binçavkirinan bikin, welatiyên taxê nehêlan û nerazîbûn nîşan dan.

'Li Silopî 3 ciwanên sivîl qetil kirin'

Aycan destnîşan kir ku li Silopiya tenê ne polîsan, leşker û tîmên tayîbet jî êrîşî gel kirin û wiha domand: "Dema ku me rewş bihîst hema em hatin Silopiyan û çun nexweşxanê. Bi dehan birîndar li nexwşxanê dibin dorpêça polîsan debûn û birîndarên dihatin jî ji aliyê polîsan ve dihatin asteng kirin. Ji bo astengkirina vê rewşê em jî ji ber nexweşxanê neçun." Aycan anî ziman ku li nexweşxanê jî konsepta şer berdewam dikir, li gel 112 a lezgîn lêdixist ji bo birîndaran lezgînbigihîne, lê cardin jî mudaxele dikirin, xebatkarên tenduristiyê jî asteng dikirin.

'Di êrîşan de gelê sivîl hedef girtin'

Aycan bilêv kir ku wan li Taxa Zapê bi welatiyên taxê re hevdîtin kirin, bertekên welatiyan li hember girtinan hebûn, ser wê de jî hêzên tayîbet ser welatiyan de gulbarandin. Aycan derbirî ku li ser wê wan bi Walî û Qeymeqam re hevdîtin kirin, Walî diyar kir ku ser wî jî êrîşên çekdarî hene, Qeymeqam got: "Însiyatîfa mina rawestandina vê rewşê nîne." Aycan wiha axivî: "Di demên dawiyê de bertekên peyîwirdarên dewletê li hember hilbijêrên gel gelek zêdeye. Walî û Qeymeqam bi hincetên vale em paşde vegerandin. Di hevdîtina me ya bi Walî re, Walî diyar dikir ku di taxê de terorîst hene, heya yek terorîst hebe dê êrîşan berdewam bikin. Li gel me jêre radigihand ku ji derveyî welatiyan kes di taxêde nîne jî cardin rewş nehat guhertin."

'Bi êrîşan dixwazin gel tine bikin'

Aycan salên 90'an rewşa Silopiya bibîr xisti û destnîşan kir ku bi heman hişmendiyê terora dewletê li Silopiya polîtîkaya qirkirinê bide meşandin. Aycan da zanîn ku hewildidin bi girtin û qirkirinan gel tine bikin û wiha dom kir: "Gelê Silopiya di hişmendiyek baş denin. Wan nîşanî hêzên dewletê dan ku ew vegera salên 90'an naxwaznin û konsepta şer na pejirînin. Heta dema ku cenazê xwe jî defin dikirin aştî dixwestin. Hêzên dewletê tehmûla wê jî nekirin vêcarê êrîşî malên şînê kirin. Lê em bûn şahidê bi rêveberiya xwe ya cewherî xwe rêvebirinê û aştîxwaziya gelê Silopiya."

'Gel nayên lîstokên AKP'ê'

Aycan anî ziman ku hikumeta AKP'ê ya ku piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê bûyîna xwe ya tenê deshilatiyê, konsepta xwe ya şer ser Silopî û Cizîrê bide meşandin û wiha pêde çu: "Bi navê DAIŞ'ê AKP'ê êrîşî PKK'ê kir û li hemû Kurdistanê şer da despêkirin. AKP û Serokomar ji bo berjewandiyên xwe şer daye despêkirin. Bi vî şerî çî dike û çî bi dest dixe gel dibîne. Emê vê lîstokê xirabikin û neyên lîstokên wan. Emê weke gelê kurd li hember konsepta wan a şer tekoşîna xwe berdewam bikin û dest ji daxwazên xwe yên aştiyê bernedin."

(zt)