Hafize İpek: Li hember êrîşan li ber xwe bidin ev mala we ye
09:16
Bêrîtan Canozer / JINHA
AMED - Hevseroka Navenda DBP'a Amedê Hafize Îpek a ku di nav de qirkirinên ser gel dişopîne diyar kir ku AKP cihên ku deng jêre derneketî hedef digire ser wan qirkirinan dike. Hafîze wiha bang li gel kir: "Ev der axa we, mala we û vîna weye. Kes nikare we ji ser warê we derxîne. Rabin û li ber xwe bidin."
Ji ber konsepta şerê ser kurdan berdewam dike li gelek deverên weke Farqîn, Lîce, Sur, Şemzînan, Gimgim, Silopî, Giyadîn û gelek deverên dinê yên Kurdistanê şer berdewam dike. Li navçeyan gel gulebaran dikin, cihên kar dişewitînin û înfazên sivîlan dikin. Hevseroka DBP'a Amedê Hafîze Îpek a ku li gel heyetan li deverên şer lêheyî digere bang li gel ku li hember şer li ber xwe bidin û axa xwe neberdin. Hafîze da zanîn ku divê li hember şer dayîkên gerila, leşker û polîsan destê xwe bidin hev.
'Qirkirinên sivîlan despêkirina şerê giştiye'
Hafîze destnîşan kir ku pêvajoya dawî di aliyê kurdan de baş tê dîtin lê di aliyê Tirkiyê de şerê li Kurdistanê tê jiyankirin baş nayê têgihiştin û wiha got: "Mediyaya alîgir li pêşiya hestên gelê Tirkiyê li hember kurdan pêşketinê astenge. Tiştên li Kurdistanê tên jiyan kirin ji aliyê mediyaya sondxwariyên Erdogan ve yan berevajî tê dayîn yan jî qet nayê dîtin. Li aliyekê daristanên me dişewitin, li aliyekê qirkirin çêdibin, li aliyekê sivîlan gulebaran dikin, em jî weke partiya gel a siyasî hewildidin peyîwira xwe bînin cîh. Lê qirkirinên sivîlan despêkirina şerek giştiye. Di nava vî şerî de bi her awayî qirkirin hene. Yên tên jiyankirin û dê bên jiyan kirin hemû întiqama 7'ê Hezîranê ye."
'Dê du hezar meratlên zindî ji Tirkiyê bên Kurdistanê'
Hafîze anî ziman ku gel li hember şewara gundan û darisanan dibin mertalên zindî û wiha domand: "Niha li Lîcê bi hezaran mertalên zindî hene. Em dikarin vê çalakiyê bi awayê dorveger jî bikin, lê hevalên me yên bi rojanin ji wê veneqetiyane hene. Ji bo ku daristnanên me neşewitin gel xwe dikin pêjan. Dê ji aliyê Tirkiyê jî nêzî du hezaran mertalên zindî bên Kurdistanê. Şerê li Kurdistanê tê meşandin dîtin, bihîstin û zanîna gelên li aliyê Tirkiyê gelek giringe. Tiştên li vêderê tên jiyankirin dermirovane ne, xedar û hovane ne." Hafîze bilêv kir ku tiştên li Gimgimê li Ekin Wan kirin di rastiyê de li ser hemû jinên berxwedêr kirine û wiha axivî: "Ew difikirin dê me tine bikin, me hilweşînin. Lê emê di rêyak Ekin Wan de tekoşîna xwe hîn zêdetir mezin bikin."
'Dixwazin HDP'ê ji holê rakin bibin xwediyê welat'
Hafîze derbirî ku tayîbetî jî ser deverên di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de AKP lê sifir derketî qirkirinan dikin û wiha berdewam kir: "Li hember gelê me çekan bikartînin. Bêyî jin, zarok û kalan bifikirin her kesê gulebaran dikin. Gelê me ji van êrîşan natirsin û gav paşde na avêjin. Berevajî dê ser celadan de bimeşin û tifî ruyê wan bikin." Hafîze diyar kir ku li Lîcê gel ji bo leşkeran jî ji bo gerilayan jî bûn mertalên zindî û wiha dom kir: "Ne tenê gerila naxwazin leşker jî bimirin. Ew me dijmin dibînin û êrîşî me dikin, lê em naxazin dayîkên wan bigirîn û xwîna wan birije. Di ferqêdene şaş kirine lê em ditirsin êdî ji destê wan derketiye. Ji bo yê bi hêrsa îxtidarê çavê wî ji xwînê têr nabe qirkirinan dikin. Ji ber dizane cihê HDP lêbe dê nikare diziyan bike, ji bo wê ye hewildide HDP'ê ji holê rake û bibe xwediyê welat. Sivîl, leşker, polîs û gerila di rêya hêrsa wî de diçin."
'Di hilbijartinên herêmî de divê gel ewlehiya xwe ya cewherî biparêzin'
Hafîze da zanîn ku ji bo rawestandina vî şerî divê cardin muzakere bên despêkirin û wiha pêde çu: "Divê hema bi Ocalan re hevdîtin bên kirin û ji bo azadiyê çî bê xwesin ew bike." Hafîze destnîşan kir ku di konsepta şerê AKP'ê de heya zarokên 3 salî jî diçin û wiha got: "Hirsa îxtidarê wan ewqas hov kiriye. Ev rewş qet nayê pejirandin. Ew pîlanê kurdna vegerîne salên 90'an dike, lê bila ji bîr neke êdî em ên salên 90'an nînin. Êdî em şiyar bûne û gelek di ferqa her tiştî denin. Kurd gelek bi hêzin û parastina xwe ya cewherî avakirine. Emê zarokên xwe, jin û ciwanên xwe di rêya çavsoriya AKP'ê de nedin. Ew jî di ferqêdene winda kirine."
'Dema ku gel daxwaz dike dê rêveberiya cewherî bê avakirin'
Hafîze girêdayî berdewam kirina parastina cewherî jî wiha axivî: "Dema ku gel rêveberiya cewherî dixwaze, dê hilbijêrên herêmî rêveberiya cewherî îlan bikin. Bi qasî gelek bi xwe xwe rêvebirinê xwezayî û bedew tiştek nîne."
'Baweriya bi dewleta tirk sifir bûye'
Hafîze ji bo bidestxistina rêveberiya cewherî jî ev tişt got: "Welatek ji aliyê kesekê ve rêvebirin qet demokratîk nîne. Em bawerdikin ku rêveberiya cewherî nêrînek demokratîke. Em bawerdikin ku demokrasî bi vî awayî dibe. Heya niha ev welat ji aliyê yek kesan ve hatiye rêvebirin, her dem ser gel de çune, bomba kirine, gule barandine, gaz ser wan de kirine, muçe ji wan girtine, operasonên siyasî kirine li gel van hemû yan jî ji derveyî feqîriyê çî dane gel? Ji ber wê jî baweriya bi dewleta tirk êdî sifir bûye. Kurd êdî dizanin dibin banê dewleta tirk de ti feyîdê nade wan ji bo wê jî dixwazin bi xwe xwe birêve bibin. Xwe rêveberiya gel mafek xwezayiye û divê bê kirin. Jiyanek hefpar bi rêveberiya cewherî gengaze ji bo wê jî li gora min divê li her devera Tirkiyê bikeve meriyetê."
Di dawiyê de Hafîze bang li welatiyên neçarî koçberiyê bûne, mal û axa xwe hêlane kir û got: "Ev der axa we, mala we û vîna weye. Kes nikare we ji ser warê we derxîne. Rabin û li ber xwe bidin."
(zt)