Emîne Ayna: Ji kurdan re mirin an jî sirgûn tê ferzkirin

14:15

JINHA

ENQERE - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Emîne Ayna bal kişand ser daxwazên xweseriya demokratîk ya ku li herêmê hatine avakirin û wiha got: "Polîtîkaya xweseriya demokratîk bingeha têkoşîna me ye û em ê heta dawiyê li gel van daxwazên xwe bin." Emîne anî ziman ku di sedsala qirkirina Ermeniyan de niha jî ev qirkirin li ser kurdan pêk tê û ev tişt got: "Ji kurdan re yan mirin yan jî sirgûnkirin tê ferzkirin."

Kongreya DBP'ê bi axaftinan berdewam dike. Hevseroka Giştî ya DBP'ê Emîne Ayna bal kişand ser pêkanîna kongreya ku di vê demê de pêk tê û anî ziman ku kongreya ku ew pêk tînin ji bo demokrasiya Tirkiyeyê ye û wiha got: "Em Tirkiyeyekî çawa dixwazin pirsgirêkên bingehîn destnîşan dikin û bidin niqîşkirin. Di koka hemû civakan de ferzkirinên serdestiyê heye. Partiyên siyasî yan biryara li gel serdestiyê cih bigirin bidin an jî biryara li hemberê wê rawestin bidin. Mêtîngeriya neteweyî ku li holê be tu nikarî bêjî ez li dijî mêtîngeriya zayendîme. Ya tuyê li hemberî hemûyan bî yan jî tuyê li hemberî yekê rawestî û li ser yê din jî xwe mezin bikî."

'Partiya kedê û jinan'

Emîn da zanîn ku DBP partiya kedkar û jinan e û wiha dom kir: "Li dijî mêtîngeriya kedê em têkoşîna azadiya kedê didin. DBP'ê di heman demê de partiya jinan e jî. Azadiya civakê encax bi azadiya jinan gengaz e. Heta jin azad nebin civak azad nabe."

'Di sedsala qirkirina Ermeniyan de li hemberî kurdan qirkirin tê ferzkirin'

Emîne bal kişand ser cûdakariyên ku li Tirkiyeyê li hemberî gelan pêk tê û wiha pêda çû: "Peyva Ermenî wekî heqaretê tê bikaranîn. Her gel mafdare ku çarenûsa xwe bi xwe tayîn bike. Li Tirkiyeyê modela rêveberiyê faşîzim e. Li hemberî vê yekê em modela xweseriya demokratîk diparêzin. Di sala 1915'an de ku li hemberî kurdan qirkirin pêk hat niha di vê sedsala qirkirinê de li hemberî kurdan dixwazin qirkirin û qetlîam pêk bînin. Leşker û polîs malan gulebaran dikin, mirovan qetil dikin, faşît hewl didin ku kurdan lînç bikin. Ji kurdan re mirin an jî sirgûnkirin tê ferzkirin."

'Em li gel daxwazên xweseriyê ne

Emîne bal kişand ser daxwazên xweseriyê û wiha bi dawî kir: "Li wê derê gel nabêje 'Em dewletê nas nakin' dibêje 'Ez vê rêveberiyê qebûl nakim' xweseriya demokratîk navenda siyaseta DBP'ê ye. Em ê her tim li gel van daxwazan bin."

(rc)