'Îktidara ku rêzdarî ji cenazeyan re nebe jê aştî hêvîkirin şaş e'

12:02

JINHA

MÊRDÎN - Hevseroka HDP'a Qoserê Gazal Batirhan balkişand ser helwesta Serokomar Recep Tayyip Erdoğan û serekerkanên wî ya li dijî gelé kurd destpékirina konsepta şer û got: "Îktidara ku rêzdarî ji cenazeyan re tune be jé aştî hévîkirin şaş e."

Hilbijartina 7'é Puşperé de hukumeta AKP'é encamén ku dixwest nestend ji ber wé hewildide Bakurê Kurdıstanê vegerîne dema şerê 90'an. Hema hema her roj li heremé sivîlan qetildike, operasyonén qirkirina siyasî bénavber didomîne. Hevseroka HDP'a Qoserê Gazal Batirhan girêdayî konsepta şeré ser gelé kurt didome wiha axivî: "Péşîya hilbijartinên 7'é Puşperé aliyê AKP'ê xwest kaosek biafirîne, armanca wan HDP di biné barajé de bimîne bû. Di hilbijartinan de buroyén HDP'é dan ber xwe her roj êrîşî ser kirin."

Gazal wiha berdewam kir: "Di gelek bajarén me de hevalên me yên xebatén hilbijartinê dikirin darb kirin. Mîtîngén me bombekirin. Hukumet ji wan tiştan re bédeng mabu û gelé kurt bertek nîşandan lé gelé me di sindoqan de bersiv da."

Gazal êrîşa bombayiya li Pirsusê ser ciwanén SGDP'é érişa kirin bibîrxist û destnîşan kir ku di derbarê wê de hikumetê lêpirsînek neda despêkirin û wiha dom kir: "AKP heya faîlé wehşeta Pirsusê bibîne li ser navé DAIŞ'é ser Qadén Parastina Medyayê bombebarand. Dawîyé de wan tiştén bûn HDP'é sebep dît e. Di nav civaké de operasyona tégihîj xwest biafirîne. Qadén parastina medyayé bombe barané de gundé Zérgele hat bombe kirin." Gazal anî ziman ku mirovén sivîlén li gund dimînin wan qetilkirin.

'Ser Cenazeyan siyaset kirin der miroviye'

Gazal bilêv kir ku cenazên YPG/YPJ yiyên li hemberî DAİŞ'ê şer kirine bi rojan nedan malbatên wan, ser cenazeyan siyaset kirin dermiroviye. ji deshilatiyek rêzdarî ji cenazeyan re neyî aştî hêvî kirin şaş e.

(sk/zt)