Hevserokan: Binçavkirin dê me ji talebên me yên 'rêvebiriya cewherî' paşde nede

10:52

Bêrîtan Elyakut/JINHA

AMED - Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret bertek nîşanî girtin û binçav kirinê nûnerê gelan da û bang li rayedarên dewletê kir û got ku win bi girtina hevserokê şaredariya û siyasetmedaran kesek nikare pêşiya xwesteka gel ya xwerêvebirinê bigre. Leyla Îmret di axaftina xwe de bal kişand ser vîna gel û wiha got: “Gel li vîna xwe xwedî derdikeve. Xwedî li siyasetmedar û hevserokê şaredariyê xwe derdikeve. Em ê jî di rêya gel bimeşin û em ê li gorî xwestekê wan gav bi avêjin.”

Piştî ku hikumeta demî ya AKP’ê biryara şerê giştî li hemberî gelê kurd da destpêkirin li Kurdistanê li gelek navçe û bajaran ji aliyê gel ve biryara xwerêvebirinê hat daxuyandin. Piştî ev daxuyaniya hat dayîn qirkirina sîyasî hat destpêkirin û Hevşaredarên Sûrê Fatma Şik Barut û Seyîd Narîn, Hevşaredariya Farqînê Yuksel Bodakçî, Hevserokê DBP a Sûrê Alî Riza Çîçeklî, xebatkarê Akademiya Jina Guneş Olmez û Hevşaredarên Colemergê Dîlek Hatîpoglu û Nurullah Çîftçî hatin girtin. Hevşaredara Artemîtê Sevîl Rojbîn Çetîn hat binçavkirin.

'Me hebûna xwe îlankir'

Gel nerazîbûnên xwe nîşanî girtinên hevserokên şaredariya didin. Hevşaredara Dêrgulê ya Şirnexê Bêrîvan Ozlem Kutlu bal kişand ser bertekên gel û wiha axivî: “Wisa tê xuyakirin ku dewlet dixwaze me ber bi salên 90’î de bibe. Ev êrîşên ku tên kirin tev tola hilbijartinê ye. Bi van êrîşên qirkirina siyasî negêjin tu armancî dê gelê kurd serî li tu tiştekî netewîne. Ev gel di gelek qetlîaman de derbas bû lê serî netewand bila herkes bizani be me xwebûna xwe îlan kiriye.”

Bêrîvan Ozlem Kutlu got ku hilbijartina ku dê di 1’ê mijdarê de were kirin gel wê AKP’ê biqedinê û wiha pê da çû: “Em ji girtina natirsin ez di girtinên di bin navê KCK’ê de jî hatim girtin wê demê jî em di girtigehê de ketin greva birçîbûnê. Yanî ew me bigirin jî em ê çalakiyê xwe bidomînin."

'Gel biryar da û li pay biryarê xwe ye'

Hevşaredariya Cizîrê Leyla Îmret jî da zanîn ku bi girtina hevserokan dewlet dixwaze vîna gel bişkîne. Leyla destnîşan kir ku ew dixwazin bi van gefan dixwaze xwesteka gel biçewisîne û fikra xwe li ser gel bide ferzkririn. Leyla got ku bi girtinên hevserokan û sîyasetmedaran gel dê paş de gav neavejê û dê biryara xwe ya xwerêvebirinê bi cih bîne. Leyla bal kişand ser vîna gel û wiha pê da çû: “Gel li vîna xwe xwedî derdikeve. Xwedî li siyasetmedar û hevserokê şaredariyê xwe derdikeve. Bi van girtina vîna gel naçewise. Dewlet xwe dixapîne. Gel biryareke daya dê li pê biryarê xwe jî biçe. Em ê jî di rêya gel bimeşin û em ê li gorî xwestekê wan gav biavêjin.”

Leyla di berdewamiya axaftina xwe de nêrînên xwe wiha anî ziman: “Gel bi rêya meclisan xwestekên xwe û daxwazên xwe digihîne me. Em meclisên taxan esas digirin. Beriya hilbijartinê jî me di rêzîknameya xwe de ev biryar bi cih kiribû. Îro ger ewlehiya gel nemabe nikaribe jiyanekê rehet bijî û giringiya gel nemabe. Em jî wekî şaredarî xwestekên gel çi be em ê li gorî wê tevbigerin.”

(fk/rc)