DBP: Werin em sibê ji bo Lîce û Farqînê jiyanê rawestînin

12:16

JINHA

AMED - DBP'ê li hemberî hewildanên komkujiyên li Farqîn û Lîcê banga sibê li Amedê "jiyanê rawestine" kir. Hevseroka Rêxistina DBP'ê ya Amedê Hafîze Îpek têkildarî mijarê de wiha got: "Ji bo şer rawestin em dê sibê bi gelê Amedê re jiyanê rawestinin, dikan nayên vekirin û wesayît naxebitin"

DBP li hemberî hewildanên komkujiyê yên li navçeyên Farqîn û Lîcê dê sibê li Amedê çalakiya "jiyanê bidin rawestandin" li dar bixe. Hevseroka Rêxistina DBP'ê ya Amedê Hafîze Îpek diyar kir ku piştî hilbijartina 7'ê hezîranê hikûmeta AKP'ê ya demîkî şer da destpêkirin û ev şerê demokrasiyê nîn e li dijî demokrasiyê ye.

Hafîze ji bo şer texrîbatên hêj mezintir çênebin dê bêjin "şer rawestînin" û dikarin vî şerî bidin rawestandin û wiha got: "Ji bo şermezarkirina operasyonên qirkirina siyasî, qetilkirina welatiyên sivîl û hewildanên komkujiyên dewletê yên li Farqîn û Lîcê dê sibê li Amedê jiyanê rawestînin. Em bang li hemû gelê xwe dikin tevlî çalakiyê bibin. Em dê sibê bi gelê Amedê re ji bo şer bidin rawestandin jiyanê rawestînin, dikan nayên vekirin û wesayît naxebitin. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku li hemberî vê yekê baldar bin."

Belavokên têkildarî mijarê hatîn amadekirin dê li hemû taxan bên belavkirin.

(zt)