Fîgen Yuksekdag: Divê nîvê kabîneyê ji jinan pêk bê
12:00
JINHA
ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag beriya civîna hevserokên HDP'ê yên bajaran daxuyanî da çapemeniyê û wiha got: "Bi mudaxeleya qesrê li Tirkiyeyê partiyan koalîsyonek ava nekirin." Fîgen têkildarî hilbijartina 1'ê mijdarê de jî wiha got: "Armanca em ew e ku em banda ji sedî 20 bigirin û riya Tirkiyeyê bi guherînekê vebikin."
Tevgera hilbijartinê ya HDP'ê dest pê kir. Piştî duh civîna MYK'ê pêk hat îro jî bi tevlîbûna Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag civîna hevserokên bajaran li dar dixe. Fîgen berî tevlî civîna ji çapemeniyê re girtî bibe têkildarî geşedanên di rojevê de daxuyanî dan çapemeniyê û pirsên rojnamegeran bersivan din. Fîgen ewil balkişand ser hikûmeta demî ya hilbijartinê û diyar kir ku Serokwezîr Davutoglu bi daxuyaniyên duh dayîn li hemberî partiya wan siyaseta dijberiyê didomîne û wiha got: "Ligel ji me re tu agahî û bang nehatin kirin hin derdor ji bo HDP di nava hikûmeta hilbijartinê de cih negire kedê didin. Lê di vê pêvajoyê de ez bawer dikim ku hemû partî dê vê berpirsiyarê bigirin û mafê xwe bikarbînûn û divê xwedî li derbikevin. Tirkiye niha bi hilbijartinekî înyadkirinê re rû bi rû ye. Gelê Tirkiyeyê nexwestin biçin vê hilbijartinê. Saziyên siyasetê ji bilî AKP'ê nexwestin. Di vê demê de ji bo vîna gel biparêzin di hikûmeta hilbijartinê de cih girtin berpirsiyariyek e. Ji bo pêşiya vî mafî bigirin nêzîkahiyê fîlî hene. Helwestên dijber ên li hemberî HDP'ê didomîn. Enmimkûne em vê yekê qebûl bikin. Ligel hemû kedên em li dijî hikûmeta hilbijartinê bigirin helwesta me ya di hikûmetê de cih girtin ez bawer dikim li hemberî siyaseta dijber a çareseriyê ye."
'Ji bo kirîzê ji holê rabikin em berpirsiyarê digirin'
Fîgen got, "Bi mudaxeleya qesrê partiyên li Tirkiyeyê koalîsyon nehat avakirin" û anî ziman ku ligel îxtîmala îstîkara siyasetê bi koalîsyonê li Tirkiyeyê berdewam bike hebû Tirkiye ber bi kaosê ve hat şandin." Fîgen bilêv kir ku di nava vê qrîzê de hikûmeta AKP'ê ya çareserî pêk nekirin dê HDP bike û di rewşa qrîzê de ew dê berpirsiyarê bigirin û qrîzê ji holê rabikin. Fîgen diyar kir ku di civîna wan a MYK'ê de wezaretên ku di hikûmeta hilbijartinê de cih bigirin nîqaş li ser nehatiye kirin û wiha got: "Hemû parlementerên me dikarin vê pêwirê bigirin ser milê xwe. Bi taybetî jî li ser navan nîqaş nayên kirin. Dê ji vir û şûn ve li gorî pêvajoya ku pêş bikeve li ser navan nîqaş bên kirin.
'Divê nîvê kabîneyê ji jinan pêk bê'
Fîgen da zanîn ku wan duh der barê wezîrên jin de pêşniyarên xwe kirine û wiha dom kir: "Tişta ku divê pêk bê ew ku nivî kabîneyê jin bin. Em vê yekê di nava partiyê de wekî feraset pêk tînin. Nêrînek demokratîk ku bê nîşandan dê ev yek bi civakê jî nefesê bide stendin." Fîgen da xuyakirin ku heta niha ji lijneyên partî û hevserokên wan re bi awayekî fermî daxwatziyek wezîrtiyê nehatiye û wiha pêda çû: "Dibe ku di kulîsan de li ser hatine axaftin. Lê heta niha tiştek ku ji rêxistinên partiya me re hatibe gotin nîne."
'Divê di çarçoveya rêzdariya siyasetê de pêvajo pêş bikeve'
Fîgen anî ziman ku bijartina nav di fermiyetê de mafê Serokwezîr Davutogluye û wiha pêda çû: "Lê heta niha me vê yekê derbas kiriye. Ji ber wê jî ev nav divê di çarçoveya netewa demokratîk de bi me re bê parvekirin. Divê bi awayekî diyalog û di çarçoveya rêzdariya siyasetê de pêvajo pêş bikeve û li ser navan bi me re nîqaş bên kirin."
'Hedefa me ji sedî 20 e'
Fîgen da zanîn ku dê hevserokên wan di hikûmeta hilbijartinê de cih negire û wiha bi lêv kir: "Dê hevserokên me ji bo hilbijartina pêşwext a 1'ê Mijdarê amedekariyên xwe bikin. Hedefa me ya di vê hilbijartinê de ji sedî 20 deng girtine. Divê em bigihîjin rêjeya dengek ku li Tirkiyeyê guhertin pêk bên. Em îro tenê xwe wekî muhalefeta sereke nabînin û di vî sînorî de nîn in. Ji bo li Tirkiyeyê bi awayekê demokratîk di rêveberiyê de guhertin bên kirin divê vîna gel di sindoqan de derkeve pêş. Li Tirkiyeyê partiya ku vê guhertinê pêk bîne tenê HDP ye. Ji ber wê jî divê rêjeya dengek ku namzeda rêveberiyê be bigire. Rejîm pêvajoya guhertinê dijî. Hin kes dixwazin bi awayekî faşîzane rejîmê biguherînin. Divê di 1'ê Mijradê de guhertinek gel ku pêk bîne çêbibe."
(zt)