Feleknas Uca: Ne hewceye mirov DAÎŞ'ê ji dur ve bigere
10:18
Bêrîtan Elyakut-Nurcan Yalçın/JINHA
AMED - Parlementera HDP'ê ya Amedê Feleknas Uca diyar kir ku, şerê ji aliyê Hikumetê ve tê meşandin û kesên tên binçavkirin û îşkencê dibînin zihniyeta DAÎŞ'ê bi xwe û got: "Jina îşkence dikin û piştre bi wêne wan dikişînîn û bi gotinên 'emê nîşanî malbata we bidin' tehdît dikin û dikin suxur, piştî polîtîkayên salên 90'an em ji xwe elîmîne van tiştan. Zihniyeta AKP'ê ya ku dibê "Çi jin û çi zarok dibe emê ya pewist bikin" ew roj me li pey xwe hîşt.
Konsepta şer ê ku ji aliyê AKP'ê ve tê meşandin û binçevkirina gel berdevam dike. Di dema pevajoya bin çevkirinê de kesên tên binçevkirin rastî îşkenceyê tên. Piştî ku hevşeradarên DBP'ê yên ku hatibûn binçevkirin rastî îşkenceyê hatin û bu mijara çapemeniye niha jî Fîgen Şahîn ya ku li Navçeya Seyhanê ya Edenê hatibû binçevkirin û rastî îşkenceyê hat bû mijar. Parlementera HDP'ê a Amedê Feleknas Uca anî ziman ku kirinên tên kirin zihniyeta çeteyên DAÎŞ'ê ne û wiha got "Îşkenceya li Gimgimê li gerîlaya YJA-Star'ê Ekîn Wan, li Edenê îşkenceya Fîgen Şahîn hatiye kirin û piştre wêneyê wan li ser çapemeniya civakî hatiye belavkirin tenê ji bo teşhîrkirina bedena jinê ye. Îşkenceya ku Ekîn Wan û Fîgen Şahîn hatiye kirin li hemberî jina bê hurmetiye. Tenê ne li hemberî jina li hemberî mirov û mirovatiye bê hurmetî hatiye kirin.
'Dixwazin asta ku jin hatiye paşve bikşinîn'
Feleknas diyar kir ku zordestiya dawî û girtin konsepta AKP'ê ya şer û ya nûye. Feleknas wiha pêde çû "Dixwazin gel bitirsinîn derketiya gel ya kolana astenk bikin.bi van kirina dixwazin jin bi tenê xwe wekî îrade nebinîn û xwe neparêzin. Asta ku jin hatiye dixwazin paşve bikşinîn. Ya rastî li Şengal,Rojava,Kobanê û Mexmurê heza jinê ya şer dîtin. Heza jina li cihanê wekî mînak hate nîşandin ew jî dixwazin li ser bedena jina şerê xwe yê qirêj bimeşinîn.
'Zihniyeta paşve mayî bi destê AKP'ê û Serokomar careke din hat'
Feleknas da zanîn ku pêşenktiya civakê ya guhertinê jin dike û ev tişt gotin "Desthilatdar guhertiya civakê ya bi pêşenktiya jinê ditirsin. Dayîk ji bo zarokên wan qatil nebin evara nobeta taxê digrin. Jin ji bo aşitî û azadiya welat jin tekoşîna herî mezin didin. Em careke din bûn şahîdê desthilatdara çawa jina piçûk dibinîn. Desthilatdar niha jî jina îşkence dikin,tezî dikin û wenê wan dikişînîn li ser malperên civakî diweşinîn û bi vî şîklî tehdît dikin. Me ev kirin salên 90'î dîtine û em ne xerîbê van kirina ne. Wê demê jî dixwastin jin û ciwan bibin sixur û wenê dihatin kişandin malbatên wan tehdît dikirin. Ev zîhniyeta paşve mayî careke din bi destê AKP'ê û Serokomar paşve hat."
'Hê hewceye DAÎŞ'ê pir dur bigere'
Feleknas ev tişt gotin "Çeteyên DAÎŞ'ê jin û zarok bi hevdira qetil dikin. Lê di demekî Serokomarê Tirkiyê jî digot "jin dibe zarok dibe pewistiya wê yê bê kirin" niha jî pewîstiya wê çiye tê kirin. Ne hewceyê mirov DAÎŞ'ê pir dur bigere. Zihniyeta DAÎŞ'ê di nava me de ye û dixwaze serweriye li ser me bike. Çawa ku jina li Kobanê û Şengalê li hemberî çeteyên DAÎŞ'ê şer kirin û serkeftina xwe ji dest xistin emê jî li vir li hemberî ve zihniyetê tekoşîn bikin û ser bikevin" Feleknas anî ziman ku li Tirkiyê dixwazin rumeta jina kurd ve bileyzin. Feleknas û ev tişt gotin "Dizanin ku bedena jinê ji bo me pir hesas e û ew jî îşkenceya xwe li ser bedena jinê dikin."
'Divê jin bibin yek û tengê xwe bilind bikin'
Feleknas di berdevama axaftina xwe de ev tişt gotin "Cenazeyê gerîlla îşkence dikin,piştre wenê wan dikişinîn û li ser malpera civakî belav dikin û dixwazin bi vî şiklî îradeya mirova bişkinîn. Em wekî jinên kurd tu caran nahêlin ku rumeta jinê binpê bikin. Gelê kurd û jina kurd ji bo azadiya jinê tekoşîneke mezin daye. Her wiha ji bo ku jin bibe îrade,bibe hêz û xwe bi rêxistin bike gelek bedela mezin dane. Em jî ji ber vê yekê hesabê ji kiryaran bipirsin. Divê jinên demokrat û li kurdistanê dijin li hemberî vê zihniyetê dengê xwe bilind bikin. Ev îşkenceya ku ji jina kurd hatiye kirin divê hemû kes li hemberî vê yekê bisekine. Divê tu kes neyê lîstika"
(pk)