'Ji ber ku gelan dengê xwe neda AKP'ê tên ceza kirin'

09:38

Bêrîtan Elyakut/JINHA

AMED - Parlementera Amedê Sibel Yiğitalp anî ziman ku, li Kurdistanê bîlançoya qetlîmala sivîlan nîşaneya şerê tê meşandin li hemberî sîvîlan e û got; "Qetlîam heremên ku ji bo HDP'ê deng derketine tên kirin. Tu siyaset eğer piştgiriya gel nîn be nikare xwe ber dewam bike. Divê lezgîn ev şer bê sekinandin."

Li Kurdistanê di nava 3'ê mehan de 78 sîvîl hat qetilkirin. Di nava sê mehan de operasyon û qetlîam bi hevdira pêk hatin ew jî nîşan dide ku bi taybetî li hemberî kesên sivîl ev şer tê meşandin. Parlementera HDP'ê ya Amedê Sibel Yiğitalp operasyonên demên davî nirxandin. Sîbel ev tişt got; "Hikumeta AKP'ê di dema desthilatdariya xwe de jina û gelan na nahesibîne û hetanî niha hesabê desthilatdariya xwe dikir niha jî ji bo desthilatdariya xwe erîşî gel dike."

'Kuştina sîvîlan herî zedê cîhê ku HDP'ê deng ji zê girtiye tê kirin'

Sîbel bibirxist ku hetanî 7'ê Hezîranê li hemberî gel her tim erîş dihat kirin. Sîbel wiha got " digotin "heger HDP'ê bendavê hilweşînê kaosê der bikeve" piştî wê erîş pir zêde bûn. Navendê ku şer pêk tê û sîvîl tên kuştin herî zêde dengê HDP'ê li wan dera derketiye. Îradeya gel û daxwazên gel yên demokratîk ji aliyê polîs û leşkera tê peliqandin,niha ewlehiya gel ya jiyana wan û malên wan nîn e. Eger wisa berdevam bike gelek kes yê jiyana xwe ji dest bide. Herî dawî li Gewerê û Cîzrê nîşan dide ku ev kuştin yên zêde bibin.

'Ji ber ku gelan deng neda AKP'ê tê ceza kirin'

Sîbel destnîşan kir ku hukumeta AKP'ê gotinên "Weke AKP'ê bi tena serê xwe di hilbijartinan de derketa û desthilatdariya xwe ava bikira ev şer pêk nedihat" ruyê xwe nîşan da. Sîbel wiha berdavam kir; "Konsepta şer ya dawî ji ber ku bi tenê nebû desthilatdar ji ber vê yekê hate destpêkirin. Li hemberî partiya me gelek erîş pêk hatin, bombekirin, xebatkarên me hatin girtin, dîsa di wê pêvajoyê dê pêvajoya çareseriyê hate xilaskirin hemû ev tişt agahiya van rojan bun. Pêvajoya 'wekî we deng bida AKP'ê ev tişt pêk nedihatin' nîşan dide. Li Gever, Sîlopî, Cîzre,Gimgim û Farqînê ji ber ku gelê me Erdogan nekir Serokwezîr û deng neda AKP'ê tê ceza kirin."

'Eşkere kirina rêveberiya xweser hinceta şer nîşan dan'

Sîbel anî ziman ku li Kurdistanê îlankirina reveberiya xweser wekî xebata 'terorîst' tê dîtin. Sîbel ev tişt gotin "Gelê kurd hatiye fîşkirin û ji bo ku erîş bikin dikin hincet. Em wekî HDP'ê di nav kampanya hilbijartinê de rêveberiya xweser wekî mafê demokratîk nîşan da û divê gel raste rast têkeve nav sîyasetê me ji bo ve yekê jî banga gel kir. Kesên ku gel bi rêve dibe îro mafê xwe yê gel rê bike winda kiriye. Gel yê ve siyaseta antî demokratîk rêve bibe.

'Em dev ji gotina aşitiyê ber nadin'

Sîbel destnîşan kir ku gel li hemberî neheqiyê berxwedana xwe dest pêkir lê li hemberî vê yekê jî erîşî gel dikin. Sîbel wiha pê de çû "ev 40 salin ev tişt pêk tên edî tiştek dernakeve ew xwe jî vê yekê baş dizanin. Edî tu polîtîkayên wan nagrin ji ber vê yekê jî gelê Tirkiyê îro tê li Lîcê dibin mertalên zindî. Ji bo me ya girîng azadî û aşitiya di nava gelan de mirov pêk bîne. Gotinên wan ya şer berdevam bike em jî her biçin daxwaza aşitiyê bikin.

'Dayikên leşkere edî dizanin zarokên wan ji bo qesrê dimrin'

Sîbel wiha domkir "dayikên kurd dibên îro zaroka min hate qetil kirin sibê zarokên neyê qetil kirin. Desthilatdar daxwaza van dayîka ditirsin. Edî dayikên leşkeran jî dizanin zarokên wan ji bo qesrê tên mirin. Edî serokamar civaka tirkiyê jî winda kir. Tu siyaset eger piştgiriya gel nagre heza xwe winda dike û Erdogan gelên ku baweriya wî jê hebu jî winda kir. Edî gel wekî berê nîn e,ev gel di nava xwe de tekoşîna jiyanê didin.

'Divê tecrît were rakirin muzakere destpêbikin'

Sîbel gotina Serokomar ya "Êdî bila dayîk nemrin pewistbe ezê jehrê bixwim" bibirxist û gotin; "Lê piştî 7'ê Hezîranê hemû dayik digrîn. Em jî vê yekê dibên edî tu dayik bila negrîn. Ji bo ku dayikên gerîla û leşkeran negrîn em dibin mertalên zindî. Wekî hun dixwazin dayika fem bikin edî bila ev şer raweste. Divê edî pêvajoya muzakerê destpêbike. Piştî 5'nîsanê hetanî niha Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan're hevdîtin pêk nayên êdî divê li ser masê runin."

(pk)