'Girtina hevşaredara ne tesadufe'
09:04
Beritan Elyakut / JINHA
AMED - Azize Erkutlu ya ku piştî girtina hevşaredaran weke cîgira hevşaredarên Surê dixebite diyar kir ku di nava pergalek a hîna pergala hevserokatiyê ne pejirandî de girtina hevşaredarên jin tesaduf nîne. Azize da zanîn ku cîhgirtina hevşaredaran li nik gel tiştek xwezayiye û got: "Ez difirim ku divê jin di vê pêvajoya aştiyê de di pêş de cîh bigirin. Bila bizanin ku emê bi gel re vê pêvajoyê hîn zêdetir pêşde bibin."
Piştî îlankirina rêveberiya cewherî li Kurdistanê ser hevşaredaran operasonên qirkirina siyasî despêkirin, di çarçova operasyonan de hevşaredarên Sur, Farqîn, Colemêrg, Ertemêtan û Nisêbînê hatin girtin. Piştî li girtina hevşaredarên Surê Fatma Şik Barut û Seyit Narin Azize Erkutlu weke cîgiriya wan peyîwir girt.
Azize destnîşan kir ku girtina hevşaredarên jin ne tesadufe û pirsî çima tayîbetî jin? Azize anî ziman ku li cihek pergala hevserokatiyê nehatibe pejirandin hewilên deshilatiyê yên vîna jinan tine hesabkirinê heye. Azize bilêv kir ku deshilatiya heyî dixwaze ser jinan tindiyê bikin û wiha domand: "Bêguman hevalên meyên jin li her qadê çawan heya niha xebatkirine dê ji niha û pêde jî li her qadê xebatên xwe birêve bibin."
'Di mijara pêvajoya çareseriyê de jin gelek hesasin'
Azize derbirî ku jin di mijara pêvajoya aştî û çaraseriyê de gelek hesasin û wiha berdewam kir: "Di encamê de her dem gel dixwazin hevşaredarên xwe yên hilbijartî li gel xwe bibînin. Em darezandina hevşaredaran rast nabînin."
'Divê di pêvajoya aştiyê de jin di eniya pêş debin'
Azize destnîşan kir ku di pêvajoya şer de hem li ser gel û hem jî li ser hevşaredaran sepandinên tind hene û wiha dom kir: "Welat ber bi şer ve birine, em vê ne di aliyê hiquqî de ne jî di aliyê ehlaqî de rast nabînin. Weke her demê em cardin alîgirê aştiyê ne. Em difikirin ku dê aştî û aramiya vî welatî bi destê jinan be. Divê jin di tekoşîna şatî û çareseriyê de pêşengiyê bikin. Bila bizanin ku emê bi gel re vê tekoşînê bilind bikin."
(zt)