Selma Irmak: Li Geverê hember êrîşan parastina cewherî pêşket

17:16

JINHA

ENQERE - Heyeta HDP'ê li taxên Colemêrgê yên di encama êrîşên polîs û leşkeran de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan lêkolîn kir û gotin gel berpirsiyarê geşedanan dewlet û hikûmetê dibîne û ligel hin cihan ciwanan xwe paşve kişand jî polîs û leşkeran êrîşên xwe berdewam kirin. Di rapora heyetê de hat gotin ku divê pêvajoya çareserî û diyalogê ji nû ve dest pê bike û derbarê berpirsiyaran de demildest lêpirsîn bê destpêkirin.

Heyeta HDP'ê ya rapora di encama lêkolînên li navenda Colemêrg, navçeyên Gever û Şemzînan di 27-30'ê tebaxê de pêk anîn li Navenda Giştî ya HDP'ê ji raya giştî re aşkera kirin. Hevseroka KCD'ê Selma Irmak û wekîlên din ên HDP'ê yên tevlî lêkolînan bûn tevlî civînê bûn. Irmak rapor hatî amadekirin ji raya giştî re aşkera kir. Selma diyar kir ku Walîtiya Colemêrgê ji bo heyet neçe taxên Kişla, Orman, Mezarlik û Cumhuriyetê yên pevçûn zêde lê diqewimî asteng kir û ji ber vê yekê bi riyên çiya re çûn navçeyê. Selma da zanîn ku ciwanên xendek kolandin gotin bi armanca "xwe ji êrîşên hikûmeta AKP'ê, girtin û îşkenceyan biparêzin" kolandin.

Selma anî ziman ku Waliyê Colemêrgê di 26'ê tebaxê de hat Geverê û bi Qeymeqam, Fermandarê Tumenê û Midûrê Polîsan re hevdîtin kir û piştî civînê çend seat şunda ligel tu pevçûn li navçeyê tuneyî Waliyê Colemêrgê seat di 23.30'an de biryara qedexeya kolanan da û wiha got: "Beşek gel ji vê yêkê diltirs bû û derket kolanan û barîkat danîn û dest bi parastina cewherî kirin. Yên li malên xwe mayîn jî bi çalakiya deng derxistinê êrîş û hewildana komkujiya dewletê dest bîr girtin."

'Lieşekr û polîs hiquqê nasnakin'

Selma anî ziman ku piştî ku pevçûn dest pê kir û şûn ve malên li Taxa Mezarlixê hesar dîtine û welatiyê bi navê Îbrahîm Akdogan hatiye birîndarkirin û wiha got: "Tîmên taybet di bin navê "Lêgerîna terorîsatn" de ketine malan û rasterast gule barandine."

Di berdewama raporêde Selma diyar kir ku gel ji tiştên ku jiyîne hikûmetê berpirsiyar dibîne û wiha dom kir: "Piştî ku di 28'ê Tebaxê de li taxên Colemêrgê ku rêveberiya cewherî hat îlankirin, leşker û tîmên taybet taxan bi maşîneyên zirxî dorpeç kirin û pevçûnên pir dijwar qewimîn. Di dema pevçûnê de me xwest em bi midûrê emniyetê re biaxivin û çareser bikin lê bersiva me nehat dayîn."

Ciwan paşve kişiyan lê êrîşên polîsan ranewestiyan

Irmak da zanîn ku wan hemû xetereyan dane ber çavan û bi komekî ku ji 30-40 kesan pêk dihat çûne cihê pevçûnê û wiha pêda çû: "Piştî me bi ciwanan re hevdîtinek dirêj kir ciwan paşve kişiyan. Lê polîs dest ji êrîşên xwe bernedan. Piştî hevdîtinên ku bi polîsan re jî berdewam kir polîs vekişiyan û ew roj bêyî ku pozê kesekî jî xwînê bibe bûyer bi dawî bû."

Irmak hin sernavên raporê ku hatine amedekirin wiha bir êz kir:

*Divê demildest her dû alî jî derbasî bê pevçûnê bibin, pêvajoya diyalog û çareseriyê dest pê bike.

*Li gorî çavderiyên me yên Gever û Colemêrg, Şemzînan, Farqîn, Silopî Hênê, Karaz, Licê, Cizîr, Gimgim û dêrsimê derketiye holê ku welat ber bi kaosê ve diçe.

*Divê demildest polîs û tîmên taybet, komandonê Bolu û Kayseriyê paşve bikişin.

*Divê demildest der barê bûyeran de lêpirsîn bên destpêkirin. Divê xesarên malên welatiyan bên pêşwazîkirin û der barê polîs Tumên Efeler û qereqola Jandarmaya Kamişli de lêpirsîn dê destpêkirni.

*Di encamê de, hemû tiştên ku hatine jiyîn dide xuyakirin ku daxwaza rêveberiya cewherî bê pêşwazîkirin. Bi tundî bi ser gel de çûyên tu tiştekî çareser nake. Demokrasî, azadî û aştî pêk bê.

(zt)