Olcay Kanlibaş: Îlana xwerêvebirina rewaye naye darizandin
10:31
Sarya Gozuoğlu - Bêrîtan Elyakut/JINHA
AMED - Endama Lijneya Yekitiya Rêvebirinên Herêmî yê Demokratîk Olcay Kanlibaş diyar kir ku netew dewlet êdî di nav krîz û kaosekî de ye û got ku Tirkiye ji ber ku dev ji pergala xwe ya netew dewletbûnê bernade ‘Şertê Xweseriya Rêvebirinên Herêmî yê Ewropa’ napejirîne. Olcay dest nîşan kir ku DBP’ê di rêziknameya xwe de cih daye xweseriyê û anî ziman ku îlan kirinên rêvebirinên cewherî rewaye.
Di 15’ê cotmeha 1985’an de ji aliyê Konseya Ewropayê biryara Şertê Xweseriya Rêvebirinên Herêmî ji bo pejirandinê ji îmze re hat vekirin û di sala 1988’an de jî ev biryar ket meriyetê lê dewleta Tirkiyeyê bi fikar nêzî vê biryarê bû, gelek xala jî nepejirand. Endama Lijneya Yekitiya Rêvebirinên Herêmî yê Demokratîk Olcay Kanlibaş nirxandinên li ser navaroka Şertê Xweseriya Rêvebirinên Herêmî yê Ewropa yê, sekna Tirkiyeyê û di rêzîknameya DBP’ê de xala rêvebirinên cewherî, di çarçoveya qirkirina sîyasî de êrîşên li ser hevserokên DBP’î kir. Olcay got ku dewlet ketiye nav krîz û kaosekî û wiha got: “Krîza netew dewletê ye li Tirkiyeyê gihîştiye asta şer û pevçûnan. Di sedsala 21’emîn de gel li nasnameyên xwe xwedî derdikevin êdî netew dewlet ber têkçûnê ve diçe.”
Olcay diyar kir ku Tirkiye ji ber karaktera xwe ya netew dewletbûnê Şertê Xweseriya Rêvebirinên Herêmî yê Ewropayê bi fikar nêzîkbûye û ev feraseta ‘yek al’, ‘yek ziman’, ‘yek nasname’ li her derê xwe nîşan dide. Olcay da zanîn ku Tirkiye guhertinek dixwaze lê belê li hemberî guhertinê jî sekneke hişk jî heye û em dikarin vê yekê jî bi polîtîkaya înkar û îmha ya ku 40 sal e li hemberî kurdan tê meşandin ve girêbidin. Olcay dest nîşan kir ku AKP û Serokomar tehamûl nakin tu kes li hemberî wan derbikeve û êrîşî gelê kurd, kesên HDP’ê destek dikin û kesên dijberî wanin dikin. Olcay got ku ev êrîş dide xuyakirin ku ji polîtîkaya redê û ji rejîma faşîzan pêk tê û wiha pê da çû: “Pîştî kurda xweseriya xwe îlan kir ji aliyê AKP’ê ve wekî wê dewlet bê parçe kirin hat nirxandin. Kurdan bi îlan kirina xwe ya xwerêvebirinan ne ku hemberî dewletê derketin biryara bi hev re jiyandinê dan.”
Olcay nêzîkatiya dewleta Tirk ya li hemberî Şertê Xweseriya Rêvebirinên Herêmî yê Ewropayê wiha anî ziman: “Tirkiye ji ber ku bi hişmendiya netew dewlet tevdigere dixwaze desthilatdariya xwe li ser hemû gelan ferz bike. Divê îlan kirina xwerêvebirina wekî biryara netewa demokratîk were famkirin. Netewa demokratîk tê wateya bi hev re jiyana hemû gelan, cûdahiyan, nasnameyan, çand û zimanan. Neteweya demokratîk tenê kurdan eleqedar nake, tenê kurd pêşengiyê ji vê projeyê re dikin. Divê gelê Tirkiyeyê jî wiha fam bikin. Ev biryara xwerêvebirinan naye wateya înkara dewletê.”
Olcay da zanîn ku divê gel tev bi hev re li hemberî darbeyê bertek nîşan bide. Olcay daxuyand ku DBP'ê di rêzîknameya xwe de cih daye xweseriyê û ji ber vê yekê jî îlan kirina rêvebirênin cewherî rewaye. Olcay di dawiya axaftina xwe de ev tişt anîn ziman: “Kes nikare xwerêveberiya bi darizîne. Rewa neditina xwerêvebirina ji hişmendiya dîktatoriyê tê. Piştî xwerêvebirin hatin îlan kirin hevserokên şaredariyan hedef hatin nîşandan. Pêşengên neteweya demokratîk jin in. Ji ber vê yekê êrîş li hemberî hevserokiyê hat kirin û jinên pêşeng hatin girtin. Her çi bibe jî wê jin pêşengiyê ji vê pêvajoyê re bikin.”
(fk/rc)