Nurselî Sunbuloglu: Îqtidar çanda nijadperestî û êrîşkarî pêşdixe

11:26

Derya Ceylan- Fîlîz Gazî / JINHA

STENBOL - Nivîskara pirtûka 'Netewa zilam netewa leşker' û akademîsyen Nurselî Yeşîm Sunbuloglu bal kişand ser konsepta şerê ku li Tirkiyeyê hatiye destpêkirin û got ku ev şer bi xwe re nijadperestiyê pêşxistiye ev yek jî giredayî pergela çanda êrîşkariyê ye. Nurselî da zanîn ku Hikûmet û Serokomar bi zanebûn di daxuyaniyê xwe de ev çanda nijadperest û êrîşkarî pêşdixin, di roja me de jî nijadperestiya populer jî wergeriya ye ya dewletê.

Piştî ku bi destê AKP'ê şer hat destpêkirin gotinên nijadperest û êrîşkar cardin derketin asteke bilind. Nivîskara pirtûka 'Netewa zilam netewa leşker' û akademîsyen Nurselî Yeşîm Sunbuloglu li zanîngeha Sussex ya Înglîstanê doktoriya civaknasiyê kiriye û li ser nijadperestiyê lêkolînan dike. Nurselî çanda nijadperestî û êrîşkariya ku tê pêşxistin ji me re nirxand. Nurselî daxuya kirin ku li Tirkiyeyê çandeke nijadperestî ya xweser tê avakirin ev yek jî girêdayî çanda êrîşkariyê ye û wiha nirxand: "Nijadperestî li her herêmê naşibe hev, ji hev cûda ne. Nijadperestî li ser hîmê em û yê din tê avakirin. Yên din jî wekî dijmin tê pênasekirin. Dibe ku tam wekî dijmin nebe lê di wan asta tê nirxandin. Civaka homojen kesên dijberî xwe wekî dijmin dinirxînin. Di roja me ya îro de nijadperestiya populer wergeriya ye nijadperestiya dewletê."

Nurselî dest nîşan kir ku Tirkiye welatekî ji aliyê mirovahî ve girêdanê xwe bi derve re tune ne û ev tişt gotin: "Ev xwe derve re girtin nijadperestiyê pêş dixe. Mesela turîstê ji koreyî rastî êrîşê hat diviya bû Bahçelî vê yekê rexne û şermezar bikira. Lê mixabin Bahçelî di axaftina xwe got ku 'Ew jî çav kundik bû ji hev dernexistine' rewşeke xeter radixe ber çavan. Em pesnê nezanîna xwe didin. Mînakek din, cardin li Konyayê serbazek leşker di trafîqê de bang dike û dibêje 'Ev PKK'î ye' hin kes li hev kom dibin û êrîşî wî kesî dikin. Ji destê wê komê polîs bi zehmetî derdixe. Dema we bang kir, we got ew PKK'î ye di carekî de dê komek li ser serê we bi cive û tiştekî ne diyar wê were serê we."

Nurselî axaftina akademîsyen Tanil Bora ya 'Dema te fitîl pêxist wê li dora te komek bi cive' bibîrxist û wiha got: "Rewşa ku em tê de ne ji nijadperest û êrîşkaran re amadeye. Ji ber vê yekê jî mirov bi tirs û xofe. Tenê kurd ne di bin metirsiya nijandperest û êrîşkaran de ne Roman û kesên trans jî di bin metirsiyê de ne. Nijadperestiya li Tirkiye xweseriyek wê heye."

Nurselî anî ziman ku îqtidara AKP û kesên rastgir ji vê pêvajoya hatiye destpêkirin kêfxweşin û wiha pê da çû: "Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di bûyera Dolapderê da çek li kurdan hatibû kişandin de der barê wê axivî bû û gotibû 'Esnafê min dema tiştek were serî wî wê ev tişt bike' ev teşvîkeke êrîşkar û nijadperest bû. Ev gotina Serokomar meşrû dîtina êrîşên nijadperestiyê ye."

Nurselî bi lêv kir ku di van demên dawiyê de bertekên ku cenazeyên leşkeran de tê dayîn di carekî de derneketiyê holê û wiha axivî: "Ev bertek nîşaneya nerazîbûna li hemberî vî şerî dide xuyakirin. Ev bertek ji aliyek mirov kêfxweş dike. ji ber ku cara yekeme ku di canazeyên leşker û polîsan de bertekên wiha derdikevin. Dayîka, dayikên şemiyê Meltem Ahiska jî anî bû ziman û gotibû 'ev nijadperestî li ser dayîka tê ferzkirin'. Raste tê xwestin ku dayîk vê rewşê bipejirînin lê êdî li hemberî vê yekê derdikevin."

Nurselî bibîrxist ku têkiliyên leşker û AKP'ê di qetlîama Roboskî cardin xurt bû û wiha bi lêv kir: "Di sala 2011'an de bi ava kirina qanûna leşkeriya mecbûrî û Însiyatîfa Mafê Leşkeran pirsgirêkên leşkeriyê bi raya giştî re hat parvekirin û ev yek jî berteka li hembêrî leşkeran da guhertin."

Nurselî bal kişand ser şerê ku îqtîdarê daye destpêkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ev pêvajo êdî ne Erdogan tenê. Nikare çawa hez bike şer bide destpêkirin û rawestandin. Win wekî îqtîdar got 'em ê aştiyê bînin' îro win dibêjin em ê şer bikin. Mafê kesek we yê wiha tuneye. Gel vê pêvajoya aştiyê bi çar destan destek kir. Win îro radibin dibêjin em ê şer bikin. Biborînin ev pêvajo ya gele ne ya we tenê ye. Nikare vî şerî jî berdewam bike."

(fk/rc)