Çaglar Demîrel: Divê hemû Tirkiye dorpeçkirina Cîzrê bibîne
17:07
JINHA
AMED - Parlementera HDP'ê ya Amedê Çaglar Demîrel anî ziman ku Navçeya Cizrê niha di bin dorpeça top û tangê dewletê de ye û ev tişt gotin: "Em bang hemû kesan dikin ku bila ji Stenbol, Îzmîr û Bursayê werin û tiştên ku li Cîzirê diqewimin bibînin. Bila Hikûmeta AKP'ê ya demborî û Saray vê yekê baş bizanibin gel bi înfazên tên kirin dê gav paşve nevêje."
Parlementera HDP'ê a Amedê Çaglar Demîrel bûyerên ku ji şevê din li navçeya Cizîrê ya Şirnexê tên jiyan kirin nirxand. Çaglar got: "Ev bi roja ne li navçeya Cizîrê di bin dorpeçkirina tank û topan e. Em bi jiyana gel bi gumanin. Tundiya devletê ya ku tu cihê nehatiye jiyandin niha li Cîzrê tê jiyandin. Tiştên ku li Cîzrê tên jiyankirin ji bûyerên Gever, Şirnex, Farqîn, Gimgim û Giyadînê hatine jiyandin zêdetirin. Dema ku ev biryara ji bo Cizîrê ya ku qedexekirina kolana bihîst me dizanibû ku qetîlîamek pêk were. Ji xwe amadekariya vê yekê hatibû kirin. Cizîr bi rojane di bin dorpeçkirina tang û topan de maye. Em ji jiyana gel bi gumanin."
'Qutkirina ragihandinê meneya qetîlîamê ye'
Çaglar bibîrxist ku heyeta HDP'ê êvarê çûye navçeya Cizîrê, lê ji aliyê polîsan ve hatine asteng kirin. Çaglar wiha domkir: "Heta parlementerê Şirnexê çûn wir piştre me agahî ji wan girt. Ji ber topbarana dewletê du kesan jiyana xwe ji dest daye, ji ber ku qutkirina ragihandinê jî hebû hemû têkîliya gel ji derve qur bû. Di salên 90'an de jî wiha ne bûye. Li navçê raghandin û dorpêç didome ev yek tê wateya amedekariyê qatilîamê."
'Divê demildest devlet tang, top û sekvanên xwe derxe'
Çaglar wiha got "Şantaja devlet, hikûmeta AKP'ê û Serokomar Recep Tayyip Erdogan ya ku dibêje 'Em ê gelê kurd ji holê rabikin gelê kurd tune bikin' wê vîna gel neşkîne û gel dê serê xwe li hember van êrîşan serê xwe netewîne. Berî du rojan polîsek hatî tayînkirin bûye wezîr. Hîna erk jêre ne hatî dewir kirin, hîna meclîs peywir nedaye wî dibêje 'Ez ê serê wan biperçiqînim'. Gelê Kurd gelekî bi rûmete, îro li Cizîrê jî vê yekê dide nîşan dan. Gel li dijî bombebarana li dijî qadên gerîlla, girtinan, nedayîna cenezayan û tecrîda li hember Birêz Abdullah Ocalan bertek nîşan didene û vê zilmê napejrîne. Li hember dexwazê gel a aştiyê qatilîam tê kirin. Divê dewlet tang, top û sekvanên xwe ji bajarên Kurdistanê derxe. Eger bi vî aweyî êrîş bidome dê berxwedanê gel bê sînor pêşbikeve."
'Dewlet êrîşa jinan dike'
Çaglar destnîşan kir ku dewlet vê demê bersiva nade telefonên xwe û êrîşî jina dike û wiha got: "Li Silopî jina ku li ser xanî radizê qetil dikin, li Dersimê hevala me a jin qetil dikin û li ser bedena Ekîn Wan hûnê siyaseta xwe bidin meşandin helbet ev gel jî berxwe bide. Li Cizîrê gel qedexekirina kolana nas nake. Em bang li hemû rewşenbîr, saziyên sîvîl, nîvîskar û jinan dikin ku werin Cizîrê."
'Gelê Cizîrê berxwêder û têkoşer e'
Çaglar da zanîn ku ew ê di 11'ê Îlonê de cîvîna xwe ya koma HDP'ê li Cizîrê li darbixin û ev tişt anî ziman: "Dewlet dixwaze tiştên ku li Cizîrê tên jiyankirin veşere. Divê her kes piştgirî gelê Cizîrê bike. Em vê yekê ji hemû gelê li Tirkiyê dijîn dexwaz dikin. Ji Îzmîr, Stenbol, Bursayê divê gel bê Cizîrê. Bila hikûmeta AKP'ê a demborî û Saray vê yekê baş bizanibin gel bi înfazên tên kirin dê gav paşve nevêje. Divê Birêz Abdullah Ocalan re dîsa dest bi muzakerê bikin. Jin li her derî bi hêze divê jin têkoşîna xwe ya li hember tundiyê xurt bike."
(pk/rc)