'Tevlîbûna jinan a siyasetê dê lezê bide projeya demokratîkbûnê'

09:10

Gelawêj Ewrîn-Newroz Dijwar/JINHA

HEWLÊR - Perwerdêra Zanista Siyasiya Zanîngeha Selahattin Peyman Mecîd diyar kir ku divê di nava siyasetê de jin hîn zêdetir rolê giring bigirin û got: "Çiqasî jin di siyasetê de aktîf bibin dê ewqas jî demokratîkbûna civakê lez bibe."

Perwerdêra Zanista Siyasiya Zanîngeha Selahattin Peyman Mecîd di derbarê beşdarbûna jinên kurd li siyasetê nirxadin kir. Peyman da zanîn ku siyaset tenê ne deshilatî û rêvebirine di rastiyê de jiyana civakê bi xwe ye û wiha domand: "Siyaset bernameyek civakiye. Herî zêde ji bo xistina meriyetê û rêvebirina vê bernamê jin xwedî hêzin. Siyaset bi xwe hunere. Herî zêde jî jin dizanin vê hunerê birêve bibin û têxin meriyetê."

'Divê jin di siyasetê de hêdetir zindî bin'

Peyman destnîşan kir ku divê jin zêdetir di siyasetê der rolê zindî bigirin û wiha berdewam kir: "Li Başurê Kurdistanê me nikarin bêjin di nava siyasetê de qet jin nîne, lê ne xwedî hêza guherînê ne. Niha li parlementoya herêmê gelek parlementerên me yên jin hene, bi qasî bixwazin nikarin Başurê Kurdistanê bidin guhertin. Ji ber hijmara jinan bi giştî di parlementoyê de kême bi giştî biriyarên mêr derdixin tên pejirandin. Li aliyê dinê jî li pêşiya zindî cîhgirtina jinan di siyasetê de astengî hene û jin jî ji sedemên wan astengiyan çêdikin bawer dikin. Ev jî li pêşiya zidî tevlîbûna jinan a siyasetê dibe asteng. Gelek caran jin di nava çarçoveya giştî hatî xêzkirin de dimînin û dengê xwe dernaxin. Çiqasî jin zindî beşdarî xebatên siyasetê bibe dê ewqas jî demokratîkbûna civakê pêşkeve."

'Divê civak alîkariya di siyasetê de zindî cîhgirtina jinan bike'

Peyman bilêv kir ku li herêmê bi giştî siyaset weke karê mêran tê zanîn û wiha dom kir: "Divê em hişmendiya siyaset weke karê mêran tê dîtin bidin guhertin. Divê beriya her tiştî jin ji vê bawer bikin ku di derbarê wê de tekoşînê bikin û aktîf beşdarî siyasetê bibin. Gelek caran jin ji ber astengiyên ku derdor ji bo neketina wan a nava siyasetê derdixin naxwazin têkevin nava siyasetê. Divê beşdariya jinan a nava siyasetê ji aliyê civakê ve bê destek kirin. Li gel ku nîvê civakê jine jî nizane li mafê xwe yê siyasî xwedî derkeve."

'Ji bo pergalek demokratîk divê jin zêdetir tekoşînê bidin'

Peyman teng girtina siyasetê rexnekir û got: "Çen jinên dikevin nava partiyek siyasî difikirin ku ketine nava siyasetê. Gelek caran nêrîna jinan dibin siya partiya ku di navê dene de dimîne, nabin xwediyê nêrînek serbixwe. Mînaka vê ya herî hêsan jî gelek caran di dema dengdanê de li gorî nêrîna malbat û hevserê xwe dixebitîne. Li gorî vîna xwe ya azad deng naxebitîne. Divê pergala demokratîk a li Rojava û Bakurê Kurdistanê li Başurê Kurdistanê jî têkeve meriyetê. Ji bo wê jî divê tekoşînek baş bê dayîn."

(zt)