'Em weke jinên Başurê Kurdistanê piştgiriya berxwedana Bakur dikin'
10:22
Gelawêj Ewrîn/JINHA
SILÊMANÎ - Li Bakûrê Kurdistanê terora dewleta Tirk bi rojane li ser gel berdewam dike. Li hember van êrîşan xelkê Başûrê Kurdistanê jî piştgiriya berxwedana Bakûr dikin. Hevseroka Tevgera Azadî Şîlan Şakir bang li gelê Başûrê Kurdistanê, sazî û rêxistinên civaka sivîl û partiyan kir ku bi çalakî û xwepêşandanan biştgirî bidin Bakûrê Kurdistanê.
Endama Civata Giştî ya Tevgera Goran Kuwêstan Mihemed derbarê terora dewleta Tirk ya li ser gelê Kurd li Bakûrê Kurdistanê de got ku ew wek jinên Başûrê Kurdistanê amade ne bi her awayî piştgiriya berxwedana gelê Bakûrê Kurdistanê bikin. Hevseroka Tevgera Azadiya Civaka Kurdistan Şîlan Şakir derbarê mijarê de mirxandin kir û got: "Siyaseta AKP û Erdogan ya înkarkirinê li hember proseya aştiyê ya ku Rêber Apo dabû destpêkirin, kuştin û komkujiyî ye. Di serî de astengiyên ji bo hilbijartinê û paşê pêknehanîna hikûmetê yek ji gavên destpêkê yên van êrîşan bû. Kurd bi salane tekoşîna azadiyê dide û li hember Erdogan jî ne bê çare. Ji bo wê biryar da ku pergala xwe ya xweser ragihêne. Tehemula AKP'ê li hember vê yêkê gihişte lûtekeyê. Jin û zarok û hema kê dikeve pêşiya wan dikujin."
'Em weke jinên Başurê Kurdistanê piştgiriya berxwedana Bakur dikin'
Kuwêstan Mihemed diyar kir ku piştî serkeftina HDP û binketina Erdogan li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê, Erdogan dixwaze binketina xwe veşêre, ji bo wê jî bi hovane êrîşî ser gelê herêmê dike. Kuwêstan anî ziman ku ew wek jinên Başûrê Kurdistanê piştgirî didin hewlesta berxwedêr a gel Bakûrê Kurdistanê û wiha berdewam kir: "Em serkeftinê ji gel re dixwazin û em berxwedaniya wan destek dikin. Ji çalakiyan bigire heta her cure piştgiriya ku ji me were xwestin, em li kêleka gelê xwe yê li Bakûrê Kurdistanê ne."
'Pêwîste Başûr ji bo Bakûr rabe û bêdeng nemîne'
Hevseroka Tevgera Azadî Şîlan Şakir bang li gel, rêxistinên civaka sivîl û partiyên li Başûrê Kurdistanê kir ku dengê xwe tevlî dengê berxwedana Bakûrê Kurdistanê bikin û wiha got: "Divê Başûr pişgirtî bidin îradeya azad a gel li Bakûr. Pêwîstî bi helwestek netewî heye. Bi çalakî, daxuyanî û meşan em xwedî li gelê xwe derbikevin. Ji bo ku Tirkiyê dest ji siyasetên xwe yên înkarê berde û dawî li êrîşan bîne. Ji ber ku komkujiya îro komkujiyeke ku dûr û exlaqê mirovahiyê ye, kurd li hemû parçeyan bi komkujiyên bi vî rengî re rû bi rû ye."
Şîlan Şakir bal kişande ser siyaseta ku li dijî gelê kurd li hemû parçeyan tê meşandin û wiha pêde çû: "Siyaseta komkujiyê li hemû parçeyan yeke û ji hev ne cuda ne." Şîlan bilêv kir ku ji bo wê jî dive gelê Başûrê Kurdistanê li hekmber komkujiyên li Bakûr dibin, rabin ser piyan û wiha got: "Pêwîste gelê Başûrê Kurdistanê li hember komkujiya ku li Bakûr çêdibe, rabin û bêdeng nemînin. Çawa ku gelê kurd li Başûrê Kurdistanê li hember şoreşa Rojava xwedî helwestek birêz bû û xwedî lê derket, pêwîste bi heman awayî xwedî li Bakûr jî derbikeve."
'Xwedî li îradeya azad a gelê Bakûr derbikevin'
Şîlan bilêv kir ku divê Pêwîste hikûmeta Herêma Kurdistanê bi fermî nerazîbûna xwe ya li hember helwesta Erdogan ya tinekirina gelê kurd nîşan bide û wiha dom kir: "Divê hesba ji Tirkiyê were xwestin ku ewçend bi hovane êrîşî jin û zarokan dike. Mixabin heta niha ti helwestek ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve çênebûye. Em daxwaz dikin ku di demek kin de Herêma Kurdistanê helwesta xwe zelal bike û pişgirî bide berxwedana gelê kurd li Bakûrê Kurdistanê."
(ge)